Ezîz KOYLUOGLÛ
Fikrên şaş her dem bixwe re siyasetek şaş dide avakirin. Li başûrê Kurdistanê ev gotin ji her derê zêdetir derbasdare. Çend roj berê parlemena herêma başûrê Kurdistan di civînekê de sîstema ya berî niha hilweşandibû, serokatiya herêmê dubare da avakirin. Bi rastî spartekek qanûnê vê heye tineye nediyare. Piştî “referanduma serxwebûnê” ya ji aliyê Partî Demokratî Kurdistan-Iraq hatbibû li darxistin ku encamê wê gelek nebaşbû, Mesûd Berzanî dev ji serokatiya herêma başûrê Kurdistan berdabû û li gora wê demê hatibû diyar kirin sîstema serokatiyê hatibû jinav birin. Mesûd Berzanî erkên xwe dinavbera serokwezîr, dadgeh, serokê parlemenê de parvekiribû. Lê niha diyar dibe ku li herêma başûrê Kurdistan her tişt li gora xwestek û kêfa aliyan dimeşe. Ne qanûn ne jî hûqûq rola wê di biryarên tê girtin û tên meşandin de dilîze.
Nêçîrvan Îdrîs Barzanî di 28 Gulanê de li parlementoya herêma Kurdistan ku di encama hilbijartinên bigumande hatibû demezrandin de, di encama dengdanê de bû serokê herêma başûrê Kurdistan. Di dengdanê parlementoyê de Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan û partiya Nivşê Nu boykot kir. Boykot kirina du partiyên sereke yên başûrê Kurdistan pir zêde nebû rojev. Lê ji destpêkê de rewabûna Nêçîrvan Îdrîs Berzanî hejand. Yekîtiya Niştîman sedema nebeşdarbûna xwe binpêkirina peymana dinavbera wan û PDK-Iraq binav kir. Lê partiya nû ya başûrê Kurdistan nedemokratîkbûna civîna parlamentoyê pênasekir. Ev pênasekirina partiya nivşê Nû ya nedemokratîkbûn di esas de rastiya nedemokratîkbûna siyaseta başûr careke din raxist berçavan. Berî niha serokê herêma başûrê Kurdistan ji aliyê gel ve dihat hilbijartin. Gelek gendelî, fêlbazî di hilbijartinan de bûn jî, lê serokê herêmê ji aliyê gel ve hilbijartin erênî dihat dîtin. Lê xuya dibe herêma başûrê Kurdistan her diçe ji demokrasiyê dûrdikeve.
Roja Nîçîrvan Îdrîs Berzanî wek serokê herêmê başûrê Kurdistan di encama hilbijartinekî li parlemenê ya dibin siya nerewabûnê de hate hilbijartin, dewleta Tirk ya dagirker êrîşkariya xwe li ser başûrê Kurdistan firehtir kir. Balkêşe ku kengî li başûrê Kurdistan di warê siyasî de guhertin çêbibe, dewleta Tirk ya dagirkere jî li ser dijminantiya Kurdan îttîfakek çêdike. Rola parlemena başûrê Kurdistan divê mijarê de tijiye. Têkiliyên herêma başûrê Kurdistan bi dewleta Tirk ya dagirkere ji 1992’an heta niha wihaye. Parlemena başûrê Kurdistan ya dibin serweriya PDK-Iraq deye, piştî damezrandina xwe ya 15’ê Tîrmeha 1992’an de biryara xwe ya yekemîn îlan kirina şer li dijî Tevgera Azadiya Gelê Kurd bû. Ev şerê di encama hevakariya dewleta Tirk ya dagirker de pêkhat, ji bo dîroka gelê Kurd weke demeke reş e.
Dagirkeriya li ser Kurdistan her tim ji aliyê kê be ferq nake, her dem hinek Kurdan kiriye şirîkê xwe. Ev weke gereke avêye ku Kurd nikarin jê birevin. Dîrok ji me re her roj dubare dike ku her tim jî Kurd bi destê Kurdan ve hatine binxistin. Berî roja Nêçîrvan Îdrîs Berzanî bibe serokê herêma başûrê Kurdistan, serokkomarê Iraq yê Kurd Berhem Salih berê xwe da Tirkiye. Ev serdana Salih ya bicarekî ve pêkhat jî ji vê rewşê nedûre. Berhem Salih yê ku berê û niha jî biser Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan bû, bazariya çi li gel dewleta Tirk ya dagirker bifermî eşkere nebû, lê biêrîşkariya dewleta Tirk ya dagirker ve eşkere bû ku ev mijar hatiye nîqaş kirin.
Eşkereye ku ji tevlîheviya siyasî ya li herêma başûrê Kurdistan herî zêde dewleta Tirk sûd werdigre. Partî Demokratî Kudistan-Iraq jî jibo ev tevlîhevî kûr bike, biher awayî dixebite. Siyaseta li ser bingeha bi dagirkerên Kurd li dijî Kurdan xwe tevgerkirinê wek fikra bingehîn ya PDK ye. Lê divê Kurd bi kîjan hêzê re çewa xwe tevger dikin bila bikin, ev ne liser dijberiya hin Kurdên din be. Ev wek Qibleya Kurdan be.





