Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Komînalîzm rê nade keysbazan

01/06/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Tayên spî û reş wê ji hev derkevin
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs HENAN

Pêvajoyên girîng di jiyana kesan û koman de li gorî şikilgirtinan tên pîvan. Qonaxên çarenûsî jî li gorî xuliqakariya afrîner taybetmendiya xwe ya çarenûs hildigire dest. Şikilgirtinên bi kok ên di encama xuliqkarî û afrîneriyê de bi şêwazên şoreşgerî ên guherîn û veguherînê re tên der, fîgurên herî rasteqîner ên ku paşperdeya guherînê diteyisînin. Ango şiklê hatiye girtin dikare ziraviyên pêvajoya guherîner diyar bike. Şêwaz, rêbaz û qonaxên zayîna vî şiklê nû jî bi hêsanî tên tesbîtkirin. Li gorî wê jî encam tê nirxandin û giranbuhaya wê tê şîrovekirin. Yanê encama ku derketî çiqas bi kêrî civakê ye? Her wiha çiqas nirxên civakê diparêze û li gorî resentiya wê ya xwezayî çiqas guncaw e?.
Merheleyên wisa di asta kesayet û civakan de derbasdar in. Mirovê ku bikaribe encamên tên hêvîkirin, di destpêkê de, di kesayeta xwe de bide rûnişkandin wê bêguman veguhere lîderek ku dikare nirxên civakê yên dizyayî azad bike. Li ser hîmên guherîna bi kok a şoreşgerî wê sazî û dezgehên xwebirêxistinê bên avakirin û dê “aqilê komî” jî li gorî hişmendiya nûjen a van sazî û desgehan bê sazûmankirin. Ji xwe aliyên desthilatdar jî wisa dikin! lê di nêzîkatiya wan a civakbûyînê de pernsîba “kerrîbûnê” heye. Anog civak kerrî ye û ew jî şivan in. Derveyî perspektîvên şivantiya wan sedî sed wê kerriyê pez têk biçe! Bi gotineke din kerrî bê îrade ye, nikare xwe bi rê ve bibe. Ji bona wê jî “şivanê desthilat” destên xwe yên hukumraniya dirêj ava dike û li her dera ku digihê civakê bi kerrîbûnê re rûbirû dihêle. Bi vî rengî jî şivantiya xwe domdar û çêrekên xwe berfireh dike.
Aliyê dîtir ê van guherînan jî îradeya civakî ya ku xwe dispêre hişmendiya komînal a birêvebirina demokratîk heye. Li wî alî pez, kerrî û şivanê desthilatdar nînin. Li wî alî resentî û rêgezên xwezayî yên ku xwe dispêrên cewherê avakirina mirovahiyê hene. Li wir; gerdûnbûyîn û xwezayîbûyîn hene. Jiyana li dora feraseta komînal a hevbeş bê avakirin, li gorî wê jî sazî û dezgehên birêvebireyê tên avakirin. Di wan saziyan de ferd ne li pêşiya civakê ye, ne jî civak xisletên ferdan têk dibe. Herdu jî hev û din temam dikin. Bi gotineke din yek ji bo giştî ye, giştî jî ji yek e. Di wan saziyan de desthilatdarî nîne û ne jî mutleqbûn heye. Saziya ku li ser vê hîmê hatibe avakirin, dikare tenê nûnertiya vîna giştî ya civakê bike. Ti xisletên takekes, lîberalîzm, serwerî û hişmendiyên çors ên hegemoniya arstokrat-burjuwa nasnake. Keda moriyekê be jî wenda nabe. Yanê mirov li gorî keda xwe û beşdarbûna xwe ya nava komê nasnameya xwe ya civakî qezenc dike.
Saziyên komînal ti carî rê nadin ferdê ku dixwaze li ser hesabê komê xwe ava bike. Ne jî derfeta wê ji vê hişmendiyê re heye. Tavildanê nola biyaniyan ji nav xwe davêje. Ger hinek kesayetên ku bi rêbazên keysbaziyê armancên xwe di nav saziyên komînal de pêk anîbin hebin, tekez ew nayê wê manê ku êdî bûye terzekî birêvebirina civakî û dê ew derî heya dawiyê jê re vekirî bimîne. Berovajî; dê keysbaziya wan li stûyê wan bibe girêkek ku wan bifetisîne. Hişmendiya ku rê dide pirrengî û wekheviya civakî, rê nade “şivanên desthilat” ku civakê kerrî bike. Dereng be jî wê şivanê desthilat ji ser “kerê şivantiyê” bête gêrkirin û wê îradeya gelan bi ser keve.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.