Farûk SAKIK
Roja 22’yê parêzerên rêber Apo çûn grava Îmralî û hevdîtin pêk anîn. Rêber Apo di hevdîtinê de ji bo çalakiyên greva birçîbûnê bidawî bibin ev peyam da: “Li bendê me ku çalakiya we bi dawî bibe. Bi dilrehetî diyar dikim; armanca ku we ji bo min diyar kiribû bi cih hatiye.” Ev peyam li hemû navendên berxwedanê belav bû, li ser hev daxwiyanî hatin dayin. Digotin, “Me li ser dawaza rêber Apo dawî li çalakiya xwe anî ye!” Dema ku dawî li vê çalakiya 200 rojan dianîn, dest bi pengaveke nuh jî dikirin: “Pêngava Hilweşandina Faşîzmê.”
Yek dirûşmeyek wan hebû; “Em Tecrîdê Bişkînin, Faşîzmê Hilweşînin, Kurdistanê Azad Bikin!” Piştî şikandina tecrîdê dor hatibû hilweşandina Faşîzmê. Ji bo azadiya Kurdistan diviya bû bi pengavek tevbîr bihata girtin. “Pengava Hilweşandina Faşîzmê.”
Faşîzm ji bo temenê xwe dirêj û dîktatoriya xwe mîsoger bike, tecrîd xistibû meriyetê. Berxwedana 200 rojan darbeyeke giran li faşîzmê da. Bi taybet bandor li ser hilbijartinên 31 Adarê kiribû û AKP li gelek bajarên mezin şaredarî jidest da. Kelehên di dest de yek bi yek wenda kiribû. Derza di tifaqa AKP/MHP’ê de fereh bûbû. Berxwedanê kiribû ku têkçûna wan dest pê bike. Êdî veger û sekin tunebû. Ji bo vê yekê bi amûr û rêbazên têkoşînek cûda bi pengaveke nuh dihat destpêkirin. “Pengava Hilweşandina Faşîzmê.”
Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtinên bi parêzeran re, ji bo çareseriyê hin rêbazên demokkratîk û nexşerêyên nuh jî pêşkêş kiribû. Li dijî faşîzmê wekî alternatîf rêbazên demokratîk pêşkêş dikir. Ku ev persektîf baş were xwendin û mirov kûr li ser bifikire wê bibîne ku, Ocalan qala pengaveke nuh dike. “Pengava Hilweşandina Faşîzmê.”
Dema ku çalekvanan di daxuyaniyên xwe de digotin; “Em ê vê care ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin. Me bi şikandina tecrîdê deriyê azadiyê vekiriye!” Dîsa jî îşaret bi pêngaveke nuh dikirin; “Pengava Hilweşandina Faşîzmê.”
Di berxwedana 200 rojan de eniyeke din jî hebû. Eniya dayikên “Laçik Sipî”. Faşîzm herî zêde ji wan ditirsiya. Heroj li kolanan, li berderiyê zîndanan bi wan re rû bi rû diman û ji wan ditirsiyan. Di çavên wan de wêrekî didîtin. Yekem hêz bûn di dema desthilatdariya wan de ku bêtirsbûn û li der dorê xwe wêrekiyê belav dikirin.
Dayikên laçik sipî jî, piştî berxwedana 200 rojan digotin; Em venagerin mala xwe. Heger em vegerin wê tecrîd ji nû ve dest pê bike û ev faşîzm ku darbe xwariye hartir bibe. Û digotin ji bo ku ev faşîzma darbe xwarî ji nû ve bihêz nebe, pêdivî bi pengaveke nuh heye. “Pengava Hilweşandina Faşîzmê.”
Tecrîd bûbû sedem ku li rojhilata navîn qeyranên siyasî kûrtir bibin. Bûbû sedem ku di şerê li Sûriyê de xitimandin çêbibe û neyê çareserkirin. Di hevdîtina bi parêzeran re, Rêber Apo dîsa bal kişandibû ser vê yekê. Ji bo pêşeroja şoreşa rojava were mîsogerkirin û ji tehdîtên Tirkiyê were parastin, qala pengaveke nuh dikir. “Pengava Hilweşandina Faşîzmê.”
Rêber Abdullah Ocalan di çavên çalakvanan de helwest û îrade dîtibû û bawerî bi wan anîbû. Eniyek nû ya tekoşîna çareseriyê dida destpêkirin û dixwest ev çalakvan di vê eniyê de li kêleka wî cîh bigirin. Ji bo vê yekê jî, dema ku banga dawî anîna çalakiyê dikir, di heman demê de banga cîh girtina di eniya nuh de jî dikir. Di peyama xwe de waha digot: “Bi taybetî diyar dikim û hêvî dikim ku hûn ê ji niha û pê ve jî bi xurtî û îradeyeke têrker li gel min bimeşin.” Ev meş, meşa pengaveke nuh bû. “Pengava Hilweşandina Faşîzmê.”





