Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Vîna 14’ê Tîrmehê biserket

30/05/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Zimanê me welatê me ye
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed ŞAHÎN

Di serdemên dîrokî de pêdivî bi pêngavên dîrokî heye.

Grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê cara yekemîn piştî derbeya 12’ê îlonê di serdema faşîzma derbekar Kenan Evren de ketibûn rojeva civaka Kurd. Grevên birçûbûnê dem bi dem pêkhatin lê rojiya mirinê ya herî dawîn di sala 1984’an de pêk hatibû. Faşîzma AKP-MHP’ê piştî 35 salî careke din rojiya mirinê xist rojeva civaka kurd.

Derbeya 12’ê îlon a 1980’yan jî weke hemû derbeyên beriya xwe ji bo çewisandin û teslîm girtina civaka Kurd pêk hatibû. Civaka Kurd careke din bi qirkirin, dardekirin û mişextkirinê re rûbirû mabû. Ji bo teslîm girtin û tasfiye kirina vîna Kurd careke din hemû serok, rebêr û pêşengên Kurdan xistibûn zîndanan. Ji bo siyseta xwe ya nebixêr zîndana Amedê weke navendeke taybet diyar kiribûn. Amed paytexta dilê Kurdan bû, kelheya berxwedanê bû. Armanc di dilê Kurdistanê de, di kelheya berxwedanê de teslîmgirtina vîna Kurd bû.

Pêşengên Tevgera Azadiyê bi berxwedana rojiya mirinê ya 14’ê tîrmeh 1982’yan a dîrokî plansaziyên nebixêr ên derbekaran serûbino kirin. Hetanî wê rojê mirina ku di destê dijminde çeka teslîm girtin û çongdanînê bû bi berxwedana 14’ê tîrmehê ji destê dijmin hat girtin. Mirina ku dijmin xwestibû weke tirs û xof li ser wan bide ferzkirin di oxira jiyana bi rûmet de bi kêfxweşî û bextewarî hatibû pêşwazîkirin.

Lêhengên 14’ê tîrmehê bi vîna xwe ya ji pola tenê mirin bê wate nekirin di heman demî de wateya zîndanan û herkîna dîrokê jî guhertin. Têkçûn, çongdan, teslîmgirtin û tasfiyekirina civaka Kurd a ku her carî weke qedera nebixêr li zîndanan dihat dubare kirin berevajî kirin. Zîndan kirin qada vejînê, qada berxwedanê, qada tolhildanê, qada guherînê, qada hesap pirsînê, qada zanîn û zanistiyê.

Ji wê rojê virve ye kurd teslîm nabin û têk naçin. Di serdemên herî girîng, herî xeternak û herî dijwar de bi pêngavên dîrokî hewldanên dijmin ên teslîm girtin û têkçûyinê vala derdixin û pûç dikin.

Pêngava ku dibin pêşengiya birêz Leyla Guven de di 08’ê mijdar 2018’an de dest pê kir û piştî 200 rojan di 26’ê gulana 2019’an de bi serkeftineke dîrokî bi dawî bû ji wan pêngavên dîrokî yek bû.

Di çarçoveya plansaziya çongdanîna çıvaka Kurd de hikumeta AKP’ê ji 2015’an vir ve ye li dijî civaka Kurd şerekî topyekûn daye destpêkirin. Bi çanda xwe ya qirker, vêranker, talanker û xespkar ji çar hêlan ve êrîşê civaka Kurd dike.  Hiqûq, pîvan, nirx, exlaq nasnake. Nirx û rûmetên civaka Kurd bi awayeke hovana bin pê dike. 8 sal bû bi awayeke derhiqûqî hevdîtîna Rêberê Gelê Kurd a bi parêzeran re asteng dikir û ji 5’ê nîsan a 2015’an vir ve li ser birêz Ocalan tecrîdeke mutlaq a der mirovî dimeşand.

Bi kurtahî civaka Kurd careke din di serdemeke gelek girîng û di pêvajoyeke gelek dijwar de bi xeternakên gelek mezin re rûbirû mabû.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê hişmendî û armancên derbekarên 12’ê îlonê ji xwe re esas girtibû. Dixwest tola têkçûna derbekarên 12’ê îlonê hilînin û serkeftina ku wan bi dest nexistiye ew bidest bixin. Civaka Kurd jî bi vîna berxwedana 14’ê tîrmehê di bin pêşengiya Leya Guven de bi pêngaveke watedar û dîrokî bersîv da wan.

Berxwedan pêl bi pêl bilind bû. Berxwedana bi hezaran çalakvanan û berxwedana dayikên laçik spî di cîhanê de deng da. Piştî dayikên Mayo De Plaza û Dayikên Şemiyê Dayikên Laçik Spî bi berxwedana xwe ya bi rûmet ketin rojeva cîhanê. Faşîzma AKP-MHP’ê di qada navneteweyî de teşhîr bû.

Xwestin bi dek û dolaban berxwedanê bêencam bidawî bikin û xwe ji aqûbeta Kenan Evren ê derbekar xelas bikin. Lê vîn û cerebeya berxwedêran a 40 salî destûr neda wan. Li gel hewldanên wanên kirêt pêl bi pêl berxwedan bilind dibû. Di 30’ê nîsanê de û di 10’ê gulanê de du komên fedaî yên ku her yek ji 15 kesî pêk dihatin dest bi rojiya mirinê kirin û piştî 35 salî cereke din berxwedana rojiya mirinê xistin rojeva civaka kurd û rojeva cîhanê.

Tirs û xofa ku berxwedêrên 14’ê tîrmehê xistibûn dilê derbekaran, Leyla Guven û hevalên xwe jî xistin dilê desthilatdariya AKP-MHP’ê. Yên ku armanc kiribûn bi civaka kurd çong bidin danîn ew bixwe hatin ber çong danînê. Neçar man piştî 8 salan parêzerên Rêberê Gelê Kurd bişînin girava Îmraliyê û ji bo bidawikirina çalakiyê rica û lavayan ji wî bikin.

Vîna 14’ê tîrmehê piştî faşîzma Kenan Evren faşîzma AKP-MHP’ê jî têk bir. Careke din mîsoger bû ku berxwedan jiyane û peyva dawîn her tim berxwedêr dibêjin.

Civaka kurd bi berxwedana xwe careke din nîşanê hemû cîhanê da ku bi riheke fedaî girêdayî rêvberê xwe ye û tu hêz nekare vîna wê tune bihesibîne û biryarên xwe yên nebixêr li ser ferz bike.

Pêvajoyeke dîrokî, pêngaveke dîrokî û serkeftineke dîrokî. Bê guman wê encamên wê jî weke yê 14’ê tîrmehê dîrokî bin.

 

 

 

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.