Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

PKK U DEMOKRASÎ

28/05/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Dîrok Neynik e
Share on FacebookShare on Twitter

Medenî FERHO

Ev rojên dîrokî ne, Kurd bi Rêbertî, gel û Hareketa Azadiya Kurd, mohra xwe li pêşketinên dîrokî didin. Hamleya greva birçîbûn û rojiya mirinê, peyama Birêz Ocalan qonaxek nû ye û ew ê bandorek mezin li paşerojan bike. Lê em ê, li ser mikurhatina Medya Tirk û rastiya PKKê rawestin:
Çend roj berê li Ewropa hilbijartin çêbûn, hilbijartin jî stuna bingehîn ya demokrasî ye. Dewlet jî, wek rêxistiniyek demokratîk in. Demokrasî jî, rêveberiya gel ji aliyê gel ve ye. Di serdema Arîsto de, antîk Roma û Grek j di nav de, dewlet li ser bingeha kole û serdestan hatibûn avakirin. Nîrê koletî û hukumraniyê her du sîstem jî têk birin.
Îro jî dewlet hene û koletiyê diparêzin. Koletiya îro, bi canbaziyek li ser şelîtek zirav tê meşandin. Zanîngehên cîhanê jî, feslefeya dewlet, bazirganî û dewlemendiya li ser bingeha selefkariyê diparêzin. Diyalektîka jiyanê jî, bi vî rengî di sere mirovan de neqiş dikin.
Haraketa Azadiya Kurd, PKKe, çil sal in, li dijî hişmendiya koletiyê têkoşînê dike, li gel Kurdan, mafê hemû gelên bindest di parêze. Sîstema Rojava mînak e û xuya kir ku dewlet new-î esaret ê. Li Rojhilata Navîn, tevahiya dewletan bi sîstema hegomonîk têne rêvebirin, dîse jî, îddîa dikin ku demokrasi diparêzin, serdestiya hiquq erê dikin; ji bilî çend dewletên “qralî”, teva xwedî parlamento ne. Li tevahiya van dewletan, mihrab û text hevkar in û her cure kuştinan dikin.
PKKe, çil sal in, li dijî vê despotîzmê şer dike.
PKKe, di dîroka cîhanê de rêxistinek cûda ye; demokrasiya gel, desturnameya demokratîk û siyaseta demokratîk diparêze… Ev jî tê wateya himbêzkirina hemû çînan, civak û neteweyan!..
PKK, çil sal in di lîsteya rêxistinên terorê de tê girtin. Sedem, ne tenê daxwaza faşîzma Turk-î Îslam e, îdeolojî ye û ji bo ev rastî were fêm kirin, pêdivî bi têkoşîna çil salî, bi derketina DAIŞê û daxsitina maskeya dewşirmeyan hebû.
Berî sê-çar rojan li Ewropa hilbijartinên parlamentoya neteweyî û Yekîtiya Ewropa çêbûn. Hinek ji Kurdên li Ewropa ketin xefka populîzma siyasî, lê pirraniya Kurdan, dengên xwe dane partiyên li dijî ant-î Kurdîtiyê.
Hilbijartina li Ewropa du rastî derxistin holê. Xal giring in; xala yekemîn, bi gotinek klasîk eşkere bû ku, “faşîzm Turk-î Îslam, ne tenê ji bo Kurdan, ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, ji bo mirovahiyê metirsînî ye”. (Faşîzma Mollayên Iranê jî, heman metirsînî ye). Xala duyemîn, mikur hatina medya Tirk bû: Got, “partiyên ku PKKe destek dikin serketin”.
Ev gotin, hem mikur hatin e, hem eşkere kirina rastiyê ye.
Eger Partiyên Ewropa PKKe destek dikin, ev tê rastiya ku, PKKe demokrasî, mafê mirovan diparêze. Di demokrasiya Ewropa de, di navbera çînan de ahengek hatiye zemt kirin. Her çiqasî nirx û pîroziyên Şoreşa Fransa ne parêzin jî, wek dergûşa demokrasî û mafan xuya dikin. Lê Ewropa, di lîstik û komployên diktator û sîstemên despot de, wek mirîşka gêj ferfitî dimîne. Mînak pirr in: Belçika, di operasyona supîtnîk de, li Fransa di komkujiya bêbext ya li dijî sê jinên Kurd de;. Elmanya û gelek dewletên Ewropa, li gorî berjewendiyên siyasî û aborî bi dewletên despot re hevkeriyê dikin!…
Li Ewropa, di cihê mihrabê de pere rûniştiye; pere û text serdest e û kuştinan dike.
Faşîzma Turk-î Îslam, di destpêkê de bi “gayrî muslim” hate xwedî kirin, piştî bi “ant-î Kurd” hate xwedî kirin, îro jî ev bextreşî dewam dike. Gotina “abad” jî, ji bo îşkandana vê zihniyetê ye. Naziyên Elmanya jî, bi mantalîteya “ant-î semîtîzm”ê hatin xwedî kirin. Faşîzma Tirk jî, bi mantalîteya “ant-î Kurd” tê xwedî kirin, medya Tirk jî pêşengiya vê dike.
Medya Tirk, bi kîjan mantalîtê gotibe, “li Ewropa, partiyên PKKe destek dikin serketin”, rastiyek e û mukur hatin e. Komara Tirkiyê tu caran nebûye dewletek demokratîk, bi desturnameyek demokratîk ne hate rêvebirin, parlamento jî nunertiya gelan ne kiriye. Şerê Dewleta Tirk ya li dijî PKK û gelê Kurd jî, şerê li dijî demokrasî, maf, hiquq û edaletê ye.
Ewropa, piştî çil salî, fêm kir ku PKKe demokrasiyê diparêze. Raya giştî ya Ewropa jî, di hilbijartinan de partiyên ku, di rastiya PKKê de demokrasî û serdestiya hiquq parastin serketin.
Niha li pêşiya demokrasiya Ewropa, derxistina PKKê ji lîsteya terorê heye. Divê Kurd jî, ji bo vê yekê têkoşînê bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.