Qasim ENGÎN
Li Kurdistan aliyek heye ku Kurdîtiya wan tenê zanîna zimanê Kurdiye. Kurdîtiya ku tenê ji ber dayik û bavên wan Kurdin, Kurdin. Lê dema mijar dibe têkoşîna li hember hêzên mêtinger û ji bo welat, bedel dayîna kesên wiha nîne.
Kurdistan hatiye dagirkirine. Di vê dagirkerî de rola hêzên emperyal jî pir zêdeye. Yên ku Kurdistan kirine çar parçe û hiştine ku herkes li vir hespê xwe li ser esasê kuştina Kurdan bibezîne, ev hêzin.
Di rewşa ku welat di bindestan de ye, erka her Kurdekê/î nîştiman perwer bêguman ew e ku, welat rizgar bike. Ji bo wê jî dema ku pêwîst dibe, xwîna xwe û canê xwe jî bide.
Îro li Bakur 40 hezarî zêdetir lehengên wî gelî canê xwe ji bo welat dane û hêna jî didin.
Dîsa li Rojava tenê di van salên şoreşê de zêdetirî 11 hezar ciwanên Kurd, Ereb, Suryan-Keldan, Ermen bi lehengî canê xwe fedakirin.
Li Başûr bi salane, bi dehhezaran ciwan ji bo azadiya niştîman can û xwîn dane.
Li Rojhilat bi hezaran ciwanên Kurd li hemberî mêtingeriya Îran têkoşîn kirin û bi fedayane jiyana xwe ji dest dan.
Bêyî ku em dirêj bikin li çar parçeyê welat, şoreşger û nîştîmanperwer li hember hêzên mêtinger xwîn rijandin.
Lê hinek Kurd henin ku tenê pazara Kurdiniyê dikin. Ji ber ku dayik û bavên wan Kurdin û ji ber wê jî bi tesadufî zimanê Kurdî diaxivin, xwe wek Kurdê eslî dibînin.
Li Bakûrê Welat weke mînakek baş kesê bi navê Kemal Burkaye. Ev kes rojek dilopek xwîna xwe ji bo Kurdistan nerijandiye. Heta kesên ku nêzî wî ne jî –di têkoşîna çil salî dijî mêtingerî de- ne guleyek avêtin, ne dilopek xwîna xwe rijandine, ne jî kuruşek alîkarî ji bo guleyên ku gerîla dijî mêtingeriyê kar anîne dane. Berovajî, serî de Kemal Burkay û yên pê re derketine Ewropayan. Dema ku ciwanên Kurd xwîna xwe ji bo welat dirijandin, wan dijbertiya ciwanmerdên ku xwîna xwe dirijandin dikirin.
Lê ruxmî ku qendî pozê derziyekî jî xwe neêşandin, mal û mulkên wan talan nebûn, heta bi îcazeta dewleta mêtinger hatin Tirkiye û di televîzyonan de jî dijbertiya kesên ku bedel dane bi kefxweşiyekê kirin.
Ruxmî ku rastî ew e, Kemal Burkay dibe Kurd û yên ku canê xwe dane nabin Kurd!
Heman kesên wiha îcar em di Rojava de dibînin. Di tevahî têkoşîna can baxşanê de, canfedane û bi tijî lehengiyên li hember DAIŞ’iyan yekî bi navê ENKS’iyên îro tineye. Hemû li qesrên mêtingerên tirk de bi pereyên wan li dijî şoreşa Rojava sekînin. Wek li Haleb û Efrîn ketin pêşiya dewleta tirk û dîsa bi DAIŞ’iyan dijî şoreşa rojava şer kirin û şervanên azadiyê katilkirin. Taybet jî li Efrîn bûn mertalê dewleta tirk.
Bi gotinek din, dijî welat di hemû eniyên dij de, bi pereyan xwe firotin û dijî şoreşê li qesran hatin pêşwazî kirin.
Lê pir balkêşe ku, kesên wiha di rastiya xwe de -bi nirxandinek herî nerm- xayîn, xwe Kurd dibînin, û yên ku ji bo welat can dane Kurd nabînin. Û li qada navdewletî ruxmî ku ew bi xwe dilopek xwîn nerijandine jî, propagandaya xwe dikin.
Lê pêwîste ku were zanîn: Ji ber ku tenê dayik û bavên wan Kurdin, û bi zimanê Kurdî dizanin, nabin Kurd.
Berovajî, kesên wiha welat firoşin. Û pêwîste ku li her derê kesên wiha werin tecrît û teşhîr kirin.





