Evîn HESEN
Di helbesta Cegerxwîn de ji bo avakirina statuyeke ku dixwaze bê avakirin, yek ji hêmanên bingehîn “zanîn” e. Zanîn di helbestê de carinan bi peyva “xwendin”ê carinan bi “dibistan”ê û carinan bi “hişyarbûn”ê û “jixewrabûnê” carinan jî bi peyvên “xame, qelem”ê hatiye pênasekirin ku pevyên sereke yên bi dehan helbestan e. Carinan jî “zanîn” bixwe hatiye bikaranîn ku hemû di konteksteke desthiladariyê de ne û têkiliyên desthiladarî dihundurînin.
Anku ji bo kurd bibin xwedî statu divê bixwînin, zane bibin û hişyar bibin û ji xew rabin. Ji ber vê ye ku Cegerxwîn têdikoşe, da ku zanîn pêk bê û kurd bibin xwedî statu. Helbet ev statu ya netewe dewletek e ku ji bo vê yekê jî diviyabû endamên vî neteweyî neteweya xwe zanîbûya û sedema banga hişyarkirina Cegerxwîn ku hişyarbûn, zanabûn rengvedana vê ferasetê bûn “zanîn” jî, zanîna miletperwerî anku neteweperwerî bû. Qey ji ber vê yekê ye ku ew “Xwendevana Zanîngeha Amedê” nade bi “Xwendevana Zangeha Sorbon”ê. Jixwe li gorî Cegerxwîn wêje, divê ji bo şiyarkirinê yan jî bi gotineke din ji bo peydakirin zanînê hewl bidaya.
Belkî ti gotin mîna ku di helbesta xwe de gotiye têkiliya zanîn û azadiyê karekterîze nake: “Navê mi dewlet zana û hişyar” Di vê gotinê de her du sifetên dewletê jî zanîn bixwe ne ku dewlet li ser ava dibe. Mîna ku mirov bibêje, “navê min dewlet e paşnavê min jî zana ye” hatine bikaranîn ku ew her du qet ji hev qut nabin û bêyî hev nabin. “Hişyarî” jî weke ku di helbestê de jî hatiye bikaranîn di gelek helbestan de di wateya “zanabûn” anku “ji nezaniyê xelasbûn”ê de hatiye bikaranîn. Cegerxwîn di helbesteke xwe de têkiliya “em” û “dijmin” ku têkiliya serdestî û bindestiyê ye, bi xwedîbûna “zanîn”ê vedibêje.
“Cobarên zanînê tev gihane dijmin
Ê me yek cihok e ew jî yek dilop e”
Di vê malika jor de sedema bindestî weke ji zanînê bêparbûn dikare bê famkirin. Anku “dijmin” ji ber ku xwedî “zanîn” e, xwedî desthilat e. Em jî ji zanînê bêpar in lewre em qasî cihokekê û ji wê jî hew bi qasî dilopekê xwediyê zanînê ne û sedema bindestiya me jî ev yek e.
Di gelek helbestên Cegerxwîn de, xwendin, xwende, xwendegeh derbas dibin ku ev têgeh rasterast zanînê raber dikin. Di helbesta “Xwendegeh”ê de ku li ser girîngiya xwendegehê û têkiliya “zanîn”ê, bi “xwendin”, “mezinbûn”, “rutbe” û “dewlemendiyê” ye û dema qala xwe dike xwe weke çêliyê baz ku baz bixwe sembola desthilatê ye, xwendegehê jî weke hêlîna xwe dibîne. Ew hêlîn jî ji rêzika dawî xuya ye ji avahiyên din bilindtir e:
“Xwendegah ez çê dizanim
Kaniya jîna min î
Çêliyê bazê çeleng im
Lê tu hêlîna min î
Ez biçûk im çê dizanim
Bê te kes nabî mezin
Wa li nik min pir şêrîn î
Rengê dayîna min î
Xwendin û zanîn û rutbe
Tev ji dîdara te ne
Ger çi ax û av û berdî
Qesreşêrîna min î
Serbilindî, dewlemendî gewher û neqşên te ne
Ger li gundî wer bilindî, Ameda dîna min î”





