Zekî BEDRAN
Erdogan ragihand ku ew îtirafê bi muzakereya dolmabahçelî nake û şer dest pêkir. Ji destpêka Tîrmeha 2015’an ve şerê giran û qirker tê meşandin. Di encam de bi hezar kes jiyan xwe ji dest dan. Erdogan bawer dikir ku ewê di çarçoveya “pîlana ser tewandin” de wê zextê li kurdan bike û hemû destketiyên wan hilweşîne. Ji bo wê jî îtraf bi zagonê mirovî û hiquqî nake. Ew bi hişmendiya zordarî û qirkerek mezin şir kir û artêşa dagirkeriya Tirkî derbasî xaka Sûriyê kir. Bi çeteyên wekî Cebhet Elnûsa û DAIŞ’ê ku cîhan wan teşhîr dike îtfaqan dike. Ew bi dagirkirina Efrînê re sînordar nema û paqijkirina etînîkî normal dibîne. Hîn jî Eerdogan kevir û çiyayê kurdstanê bombebaran dike. Encama vî şerê giran, bêguman fatura wê jî wê giran be. Ji bo wê jî aboriya Tirkiye gihişte îflasê. Her ku diçe rewş aloztir dibe. Erdogan çi pêşkêşî Rûsya kiriye û hîn wê çi bide ne diyare. Naveroka van hevpeymanan, ji gelan tê veşartin. Ji raya polîtîka derve derket û di hundir de li ser Kurdan xêzkirine. Wî dirêjkirina temen û parastina desthilatdariya xwe li ser pişta netewperst yên Suunî hesapkirine, lê hesabê wan hev negirt û bû destpêka hejandina desthilatdariya wî. Herêmên wergehên wekî li Istanbolê jî winda kir. Erdogan di hilbijartinên Şaredariyan de darbeyek giran û bi bandor ji kurdan xwar. Her kesî dît ku Kurd bi rêxistin û bîrdoziya xwe, xwedî wê hêzê ye ku pêşeroja Tirkiye diyar bike. Çima Erdogan destur da ku parêzer biçin Îmraliyê? li gorî daxuyaniya parêzerên Rêber Ocalan rayedarên hikumetê hevdîtin bi Rêbertî re çêkirine. Ev hevdîtina bi parêzer re ne tiştekî ji rêzêye. Ev bûyerek mezine ku piştî 8 salan ji nûve dîsa parêzer biçin Îmraliyê û hevdîtin bikin. Hikumeta Tirk a faşîst dixwest ku Rêber Ocalan li zindana Îmlayê bin ax bike.Wan dixwestin ku bi girankirina tecrîdê, Rêbertî ji duniyayê jî tecrîd bikin û bêdandor bihêlin. Her wiha di daxuyanên wan de dihate diyarkirin ku wê Îmralî û HDP’ê muxatab negirin. Tevî vê yekê, çûna parêzeran li Îmraliyê pir girînge. Di greva birçîbûnê ya ku bi pêşngitiya jina berxwedêr Leyla Guven dest pê kir şeş meh derbas kir. Da ku hikumeta faşîzim vê çalakiyê bi sekinîne, serê li gelek hîle û rêbazan xist. Birayê Rêbertî Mihemed birin Îmraliyê, dema çalakî nerawestî Leyla Guven berdan ew pîlan jî bi ser neket; êdî rewşek û atmosferek bi vîn û biryardarî derkete holê. Ku di dawî de CPT’î mecbûr xist ku biçe Îmraliyê. Çalakiyên rojiya mirinê dest pêkir. Gel xwedî li çalakgeran derketin û her çû tavlîbûn zêdebû. Beşek girîng a Kurd di cîhanê de, piştgirî dan û tevlî çalakiyan bûn; lê beşdarî û piştgiriya herî bi bandor li Rojava bû. Gelê ku xwe bi rêxistin bike, berxwe bide û îrade derxe holê dikare her tiştî bike. Her tim Rêber Ocalan hêza cewherî esas digirt. Gelê kurd jî li ser hêza cweherî hatin hînkirin, li ser vê bingehî berxwedan kirin, ku di dawî de bi wê hêzê Erdogan birin Îmraliyê. Çûna parêzeran a li îmraliyê bi hiquq ve nayê şîrovekrin. Tu kes zagonan pêk nayîne. Ji xwe jî qedexeya 8 salan ne zagonî ye, ji jor de dewlet biryar da. Piştî ku Erdogan got: “Ew muzakereya Dolmabahçe nasnake, tişetek navê wê hiquq neme. Di çarçoveya “Pîlana serîtewandinê” de û li gorî stiratêjiya qirkirin û astengiyan dixwestin Îmelayê ji dunyayê veqetînin. Erdogan naskir ku bi zextkirina kurdan hikumet avanabe! ji bo wê jî serdana îmealiyê kir. Ji ber ku derveyî Îmraliyê tu derî ne bû ku serî lê bide. Encex îmraliyê perspektîfan bide û rê li ber Tirkiye vebike. Erdogan her tim bi taktîkî nêzî hevdîtinên Îmraliyê bûye. Pîlaneke ku pirsgirêka kurdan çareser bike tuneye. Niha jî tu pîlanên çareseriyê li gel tuneye. Ya ku wî bire lêgerînê binketina şer û hilbijartinê bû. Ji bo wê jî da ku di hilbijartinan de tiştekî bi dest bixe hesaban dike. Ku ew bi renegkî dîrokî û startîjîk nêzî prisgirêkan nebe, heta Îmralî jî nikare wî xilas bike. Rêbertî dixweze ku rê veke. Ew dixwaze nîşan bide ku tevî mercên şerê dijwar û hilweşandinê, lê avakirina aştî û demokrasî pêkane.
Gelo li dewleta Tirk a dagîrker çareseriyek demokrasî heye? Gelo pêşeroja Tirkiye wê bibe qurbaniya kesên mîna Eroxan yên bi nexweşiyên desthilatdariyê ne? Dê ev dem nîşan bide.





