Ezîz KOYLUOGLU
Li herêma em têde jiyan dikin bi gelek pirsgirêkan re rû birûye. Îran weke dewletek nedemokratîk ku şaxê xwe li gelek dewletên din jî belav kiriye, him dinava aloziyê deye, him jî herêmê dixe nava aloziyê. Iraq piştî rêjîma Saddam Husên hate hilweşandin, herçend di destûr de rêjîmeke federal be jî, di navbera pergalek federalî û navendî de tê û diçe. Şerê navxwe yê Iraq heta astekê hin didome. Sûriye rêjîmeke dîktator bû. Piştî aloziyên li bakurê Efrîqa û gelek welatên din de derketin, ev çend sala di nava şerekî dijwar yê navxwe deye. Yemen cihekî herî germ yê Rojhilatanavîne û şereke dijwar lê tê jiyan kirin. Li Lîbya, Sûdan, Cezaîr alozî didome. Pirsgirêka Îsraîl û Filîstîn wek lîstîkeke her roj xwe dubare dike. pir aliyê wan aloziyan hebin jî, yek aliyekî balkêş ew e ku, rolekî serek ya dewleta Tirk di wan aloziyan deye.
Jiber hebûna Tirkiye ya jeopolîtîk naxwazin rola sereke ya dewleta Tirk di aloziyên Rojhilatanavîn û bakûrê Efrîqa de bibînin. Ger bê rojevê jî, heta niha ev nebûye helwestek ciddî liberamberî dewleta Tirk.
Dewleta Tirk ya dibin dîktatoriya Erdogan deye, ligora hedefên xwe yên Osmaniya nû stratejiyek xist meriyetê. Li gora ev stratejiya wê ji bakûrê Efrîqa heta Pakîstan li herêmê serweriya xwe ya siyasî û aborî avabike. Dîsa ligora ev stratejiya dewleta Tirk ji Cezaîr heta Sûriye rêya rêxistina xwe ya bi navê Ixwan El Mislimîn (Birayê Misliman) desthilatiya xwe bide çêkirin. Ev stratejî heta niha di meriyetê deye.
Li Misir dema Mislimîn bûn desthilatdar, hêviya dewleta Tirk ya dibin dîktatoriya Erdogan deye zêdebû ku, ev stratejiya pêk were. Lê piştî derbeya leşkerî ya Sîsî, ev hêviyên dewleta Tirk derbek mezin xwar. Him li Cezaîr, him li Lîbya, him li Sûdan û li Sûriyê hewldanê xwe didomand. Bitaybet dewleta Tirk li Lîbya û Sûriye him siyasî, him aborî û herî zêde jî leşkerî alîkariyek pirr alî da çeteyên Mislimîn. Lê tişta tê xuya kirin, niha him li Lîbya, him li Sûriye derbê mezin dixwe. Bitaybet li Sûriye bidesteka Ewropa û Dewletê Yekbûyî Emerîka û destûra Rûsya hebûna xwe diparêze.
Di şikandina ambargoya li ser Îran, rola dewleta Tirk bitaybet ji aliyê Dewletên Yekbûyî Emerîka ve eşkereye. Ev di dadgeh kirina Riza Seraf de pirr alî eşkere bû. Tirkiyê, Qeter û Venezuela berî şikandina ambargoya li ser Îran bihev re kar kirin. Bazirganiya zêrên Venezuela birêya Tirkiyê derbaskirina Qeter û ji wir jî derbaskirina Îran, rolekî girîng yê şikestina ambargoya ser Îran bû. Niha jî ev têkiliya aborî, siyasî ya Venezuela, Tirkiye, Qeter û Îran liber çavane. Di neguhertina rêjîma Îran de rola sereke ya dewleta Tirk e.
Di gelek aliyan de Îran û Tirkiye li ser giştî Rojhilatanavîn bihev re nakokbin jî, lê bitaybet di mijara Yemen hevkarin. Ev hevkariya birêya Qeter dinavbera Tirkiyê û Îran hatiye avakirin, diberdewamiya dikûrkirina aloziyên herêmê de rola sereke dilîze.
Lîstika Îsraîl û Filîstîn ku ji bo hemû cîhanê bûye wek girêkek, dewleta Tirk bi siyaseta xwe ya dualî ev girêka hinek din jî dijdîne. Dewleta Tirk ji aliyekî ve bi her alî bi Îsraîl re dinava hevkariyê deye, ji aliyekî din ve xwe dostê herî baş yê Filîstîn nîşan dide. Ev êdî ji aliyê herkesek ve tê dîtin.
Dewleta Tirk ku hevkarê DAIŞ’e, li Iraq nahêle sîstemek bêavakirin. Birastî sîstemek federal li Iraq bê avakirin û hemû pîvan bêne pêkanîn, dagirkeriya dewleta Tirk li ser başûrê Kurdistan dewam nake. Ji bo wê dewleta Tirk li Iraq yek tiştî armanc dike, ev jî her dem Iraq welateke bi aloz be. Heta niha di vê siyaseta xwe de jî serketî xuya ye.
Niha tu li bin kîjan xerabiya dinere, destê dewlata Tirk ya dagirker têde heye. Bi taybet di dijminantiya gelê Kurd de. Ger birastî hin hêz dixwazin aloziya li herêmê hinek kêm bikin, divê destpêkê berê xwe bidin dewleta Tirk.





