Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tirkiye sedema hemû aloziyan e

25/05/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Tayên spî û reş wê ji hev derkevin
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs HENAN

Di encama Şer û êrîşên navbera rêjîma Sûrî- Rûs û çeteyên dewleta Tirk de ku demeke li aliyê gundewarên Hema û Idlibê diqewimin bi dehan kuştiyên herdu aliyan çêbûn. Di wan pevçûnan de baş diyar dibe ku berjewendiya aliyên gerantor ên Astana li hev ketine û faşîzma Tirk heya astekê awantaj ji helwesta Amerîka li vî milî girtiye û piştgiriya xwe ji çeteyên Elnusra, DAIŞ û girûpên radîkal ên dîtir re zêde kiriye. Piştî pêşveçûnên bi lez û bi guman ên hêzên rêjîma Sûrî, bi armanca bazarê, itîfaqa Tirk- Rûs agirbestek 72 saetan ragihand. Lê bi piştgiriya Qatar a di ser Tirkiyê re û destekdayîka rêjîma faşîst a AKP ji çeteyên Elnusra û hemtayên wê re ev agirbest neçû serî û şer û pevçûn li dora herêmên nola Kefer Nibûda û gundewarên bakur-rojava û başûrê Idlibê gurtir bû. Xuyaye hêza rejîmê ya bejahî têra vî şerî nekiriye bi taybet piştî ku milîsên Îranê li Sûriyê beşdarî vî şerî nebûn. Careke din nakokiyên Tirk– Rûs xwe di vî şerî de dane der. Dîsa gengeşeya derbarê Erfadê de hîna jî dewam e. Taybet ku vê dawiyê liv û tevgerek ber bi çav a Rûsyayê li herêmên Şehbayê bi koordîneya bi hêzên rejîmê re zêde bûye. Li gorî çavdêriyan tê texmînkirin ku Rûsya ji bona ku hinek itîfaqên xwe bi Tirkiyê re bibe serî, berê xwe daye berterefkirina Îranê. Îran ta ku bandora xwe li Sûriyê û bi taybet li Helebê li derdora herdu gundên Nibul û Zehra’i tekûztir bike û nola ku li herdu gundên Kifreya û Fû’a lê nebe, rê nade lihevkirinên Tirkiyê û Rûsya pêk werin. Eger Îran li vê herêmê gav paşve bavêje wê tekez ti karê wê li bakurê Sûriyê nemîne û dê hebûna wê ya li hindirê Sûriyê bê mane bibe taybet eger em zanibin ku Amerîka li aliyê rojhilatê Sûriyê rê li ber korîdora Îranê ya bi Sûriyê re girtiye. Diyare Îran jî li vê herêmê xwedî proje ye, ji ber vê jî heya niha li bakurê Sûriyê li ber xwe dide û rê li ber lihevkirina Rûs-Tirk girtiye. Êdî heya kuderê dê Îran bikaribe li ber xwe bide, ev mijarekî dîtir e.

Li aliyekî din rejîma sûrî ku bi van pêşketinên xwe yên dawî sermest bûye û berê xwe daye lihevkirinên bi tirko re, li herêmên rêveberiya xweser berê xwe daye hewldanên provakasyonê. Ji xwe demeke li aliyê gundewarên Dêrazorê komên bermahiyên çeteyên DAIŞ û Baasê li dijî vîna gel dide şuxilandinê. Her wiha hewl dide di aliyê civakî de bi desteka paşperde ya faşîzma Tirk nakokiyên civakî biafirîne. Gengeşeya vê dawiyê a derbarê buhayê hinek madeyan de vê yekê piştrast dike. Pêşketinên vê dawiyê baş rave dikin ku di bin her kevirekî pirsgirêkan de tiliya aloz a faşîzma Tirk heye. Ew jî girêdayî astengî û pirsgirêkên wê yên hindirîn in. Xuyaye çalakiyên girevên birçîbûnê û encamên hilbijartinên şaredariyan derbeya herî qewîm li pişta pergala faşîst xistiye û ew ji nav biriye. Bi nêzîkatiyên xapînok hewl dide bandor li ser raya giştî ya hêzên demokrasiyê û gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bike. Rêdana serdana Îmraliyê û biryara wezareta dadê û nêzîkatiyên piştre, tengavbûna faşîzmê li hindir û derve baş diyar dikin. Dilxwe bikaribe temen dirêj bike. Lê biryara çalakvanên li dijî tecrîdê û helwestên rêxistinî diyar dikin ku êdî AKP û Erdogan nikarin li ser heman werîsê bilîzin. Êdî dem hatiye faşîzm têk biçe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.