Sîpan ŞÎNDA
Ziman, nasnameya netewane. Netewa kû zimanê xwe neparêze û winda bike, hebûna xwe winda dike. Dema netewekê zimanê xwe berze kir çanda xwe, irf û edetên xwe jî berze dike. Hebûna netewan girêdayî çand û hunera wana ye. Çand û hunera netewan jî li ser zimanî ava dibe û girêdayî zimanê netewê mezin dibe yan jî winda dibe, dijî yan jî dimire. Dema ziman mir, ji xwe netew jî dimire. Hiş û heşmendiya ziman, hiş û hişmendiya netew bûnê ye. Civakê, çand û huner, girêdayî xurtiya zimanî gurr dibe yan jî vedimire. Gelo ziman çawe xurt dibe? Ev jî girêdayî egîd û pêlewanên zimane. Egîd û pêlewanên zimanî kî ne? Mamoste, lêkolîner, hozan, hunermend, dengbêj, nivîskar, helbestvan, rojnamevan, ango hemû kesên xwe li karê nivîsê tînin pêşin. Ew in yên kû zimanê netewa xwe pêjve dibin, xurt dikin, geş dikin, di kemilînin. Lê ew forma zimanî xira nakin. Berovajî vê yekê, ew zimanî li ser rehê wî dewlemend dikin. Zimanê Kurdî di vî warî de gelekî bê şanse. Welatê Kurdan çar perçe ye lê zimanê wana çil û çar perçe ye! Perwerdehiyek yek dest nîne. Eva hanê jî, ji bo zimanê Kurdî mal xirabîne. Her çend di nava van 20-30 salên dawî de gelik pirtûkên cuda yên rêzimanê hatine nivîsandin jî, bes ji ber kû perwerdehiyek yek dest nîne, ev xebatên hanê jî zêde bandora xwe nakin. Forma Kurdî ya di nava gel de pirr xurte û xweza ye. Lê gelik kesên kû li metropolan mezin bûne û ji malbatê ziman ne elimîne, yan jî di zarokatiya xwe de Kurdiyek nîvco ji malbata xwe girtine; paşê Kurdiya xwe hinekî pêjve birine û dest bi nivîskariyê kirine, îro forma zimanî qetil dikine. Ew kesên bi vî hawî fêrî zimanî bûyîn, pirrê wana bi forma zimanê tirkî/erebî yan ji zimanên din yê kû ew baş dizanin dihizirin. Yanê bi zimanekî biyanî difikirin û paşê ji werdigerînin Kurdî. Ev ji forma Kurdî re, herweha ji Kurdan re ji Kurdiyek ‘biyanî’ derdixe holê. Dema mirov hevokên wana dixwîne çi tama Kurdî jê nayê. Mînak; dibêjin ‘ez xêr hatina we dikim’! Yan jî dibêjin ‘ez xêr hatina we dixwazim’! Ev ne Kurdî ye, ne jî li gor forma Kurdî ye. Forma Kurdî ya rast dibêjin ‘hûn bi xêr hatin, ser seran û çavan hatin’. Mînakên wiha zehfin. Rojekê dîsa di bernamekî de kesek naskirî dereng ma bû û heta hat bername qediya bû. Ew jî izrê xwe dixwaze dibêje ‘lêbûrîna xwe dixwazim, min bername revand’! Eva hanê qetilkirina zimanî ye. Mirov dikare bêje ‘ez negiham, ez dereng mam’. Mirov gelek caran di nivîsan de li van gotinên wiha şaş û forma zimanî ji binî xira dikin diqeside. Dibe ku peyvên biyanî di nava zimanî de hebin. Eva hanê tiştekî xweza ye. Çi zimanê xwerû nînin. Lê ew peyvên biyanî jî li gor forma zimanî têne tewandin. Li ser hemî Kurdan ferze ku zimanê xwe li gor rêgezên forma Kurdî bihûnin. Dema forma zimanekî xira bû, form û hişmendiya netewê jî xira dibe.





