Mihemed ŞAHÎN
19’ê gulanê di salvegera destpêka pêngava avakirina Komara Tirkiyê de li Samsûnê wêneyeke ku ji 8 zilamên çors, rû tirş û rû sar pêk tê bi raya giştî re hat parvekirin. Ew wêne ya faşîzma sed salî bû.
Piştî şerê yekemîn ê cîhanê erdnîgariya Osmaniyan gav bi gav ji hêla dewletên serketiyên şer ve dihat dagirkirin. Li milê Anatolyayê li dijî dagirkeriyê bertek tune bûn. Lê li milê Kurdistanê bi taybet li bajarên Dîlokê, Gumgum û Ruhayê (ji ber wêye ku pênaseyên Gazî, Kahraman û Şanlı dane ber navê wan) li dijî dagirkeriya Frensiyan berxwedaneke bê hempa hebû. Bê guman berxwedana civaka kurd bala M. Kemal jî kişandibû ser xwe.
M.Kemal ji bo li dijî dagirkeriyê hinek hewldanan bide destpêkirin di 19’ê gulana 1919’an de ji Stenbolê çû Samsûnê. Lê M.Kemal dizaniya ku wê hewldanên civaka tirk bi tena serê xwe têrî serkeftinê nekin. Dixwest ji berxwedêriya kurd a ku li dijî dagirkeriyê destpêkiriye sûdê bigre. Lewre beriya ku bikeve nava hewldanan ji Samsûnê berê xwe da Kurdistanê. Di 23’ê tîrmeha 1919’an de li Erzeromê bi serok û rêberên kurd re civînek pêk anî. M.Kemal bi lavelavan, bi ricayan û bi soz û bexta ku wê dewleteke hevpar a kurd û tirk bê damezirandin serok û rêberên kurd îkna kir.
Di encamê de bi berxwedana hevpar a kurd û tirk komara nû hat damezirandin. Di makezagona yekemîn a 1921’an de otonomiya Kurd hebû. Lê piştî îmzekirina peymana Lozanê ya 24’ê tîrmeha 1923’an soz û bext hatin jibîrkirin. Di sala 1924’an de otonomiya kurd ji makezagonê hate derxistin û ji wê rojê vir ve dîroka komara Tirkiyê bû dîroka çewisandin, teslîm girtin û tunekirina civaka kurd. Qirkirinên fizikî û spî sed sale li Kurdistanê bê navber berdewam dikin.
Lewre cejna 19’ê gulanê jî di navde hemû cejnên ku dîroka komara Tirkiyê vedibêjin di heman demî de dîroka bêbextiyê û dîroka qirkirina civaka kurd vedibêjin. Dîroka faşîzma komarê ya sed salî vedibêjin. Wêneya ku di salvegera sed salî de li Samsûnê hatiye kişandin wêneya wê faşîzmê ye.
Mexdûrên faşîzma sed salî civaka Kurd û beşa nivê civakê jin in. Lewre di wêneya faşîzma sed salî de cihê Kurd û jinê tune ye û hewceye tune be. Heke di wê wêneyê de jin û kurd cih bigirtina wê ji bo wan rûreşiyeke mezin û kêmasiyeke dîrokî bû ya.
Serokomar jî di navde, di wêneyê de 8 zilamên çors ên rû tirş û rû sar hene. Di şexsê wan kesan de ji milê çep, rast, nîjadperest û oldar ji hemû rengan 8 partiyên tirk hene. Hinek ji wan partiyan navê wan heye lê ew bixwe tune ne. Di qada Tirkiyê de tenê bi qasê deh hezaran dengên wan hene. Lê ji ber ku di vê pêvajoyê de pêdiviya serokomar bi wî wêneyî hebû hatin vexwendin û di wêneyê de cihê xwe girtin.
HDP’ya ku 6 milyon dengên wê hene û di meclîsê de partiya mezin a sêyemîne ji ber ku weke wan 8 partiyan nîjadperestiya tirk napejirîne û di xeta civakparêz û azadîparêz de li gel mafên civakên din mafên civaka kurd jî diparêze û civaka kurd temsîl dike nayê vexwendin û di wêneyê de cih nagre.
Bê guman ev ji bo HDP’ê serbilindahiyeke gelek mezin e. Careke din mîsoger bû ku yekane partiya muxalîf û azadîparêz HDP ye. Yekane partiya ku hişmendiya komarê ya qirker a sed salî esas nagre HDP ye. Lewre cihê HDP’ê di wê wêneyê de tune ye û hewceye tune be. Hebûna HDP’ê wê tenê kêrî meşrûkirina dîroka qirker a sed salî bihata. Baş bûye ku HDP nehatiye vexwendin. Heke bihata vexwendin jî hewcebû neçûya û di wê wêneyê de cih negirta.
Wê wêneyî nîşan da ku her çiqasî navê wan 8 partiyan û navê wan 8 kesan ji hevûdu cuda bin jî di hişmendiya nîjadperest de tu cudahiya wan ji hevûdu tune ye. Her çiqasî dembidem weke muxalîfên hevûdu xwiya bikin û carcaran bi devkî êrîşên hevûdu bikin û hevûdu bihetikînin jî dikarin di bin hişmendiya îtîhat terakî ya nîjadperest de mil bidin hevûdu û di heman wêneyê de cih bigrin.
Heke ji wan 8 kesan yekî re bi qasê serê derziyê hişmendiya azadî parêz, maf parêz, edalet û hiqûq parêz hebûya wê bi gota di wêneyê de tunebûna kurdan suce û ez nabim şirîkê wê sûcî û di wêneyê de cih negirim.
CHP’yiyên ku piştî daxwiyaniya parêzerên Rêberê Gelê Kurd ji bo hilbijartinên Stenbolê qala tifaqa Kurd û AKP’ê dikirin bila ji xwe re baş li wî wêneyê binêrin. Dê bibînin weke her carî kî di bin milê Erdogan de ye û bi AKP’ê re di nava tifaqê de ye.
Ew wêne ya hişmendiya yek perest bi taybet ji bo civaka kurd gelek tiştan vedibêje. Hewceye her her kurdek li wê wêneyê binêre û hinek biponije.





