Evîn HESEN
Cegerxwîn, ji ber taybetmendiyên serdema ku tê de jiyaye bûye şahidê gelek bûyerên civakî, exlaqî, aborî, siyasî ku şerê yekemîn yê cîhanê ye, Şoreşa Oktobirê li Rûsyayê, serhildana Şêx Seîd, dagirkirina Frensa ji Sûrî, Şerê Duyemîn ê Cîhanê, avabûn û hilweşîna Komara Kurdistanê li Îranê, Şoreşa 58`an a li Iraqê ji bûyerên girîng in ku bi awayekî xurt bandor li feraset û paşxaneya nivîsandina helbesta Cegerxwîn kirine û aliyên teorîk ên helbesta wî diyar kirine. Ji van bûyerên jor, hemûyan çi rasterast çi jî nerasterast bandor li kurdan kirine, şikestin û serûbinbûnên civakî yên mezin pêk anîne. Ji ber ku Cegerxwîn jî ev şikestinên mezin di xwe de hewandiye û helbesta wî ji vê rewşê zaye; şer, têkîliyên desthilatdariyê, bê statubûna kurdan, bêrîkirina serdemên bi aram, xwestina netewedewletê û avakirina nasnameyeke neteweyî hwd. Bivê nevê bandoreke xurt li helbesta wî kiriye û bi awayekî xurt hêma, fikr, têgeh û têkiliyên têkildarî “desthiladariyê” tê de peyda bûne. Bi kurtahî li hember wê zulma ku me li jor ji nivîşka helbesta Cegerxwîn hilgirtiye, dixuye ku nasnameya wî ya helbestvaniyê di van şert û mercerên derû-civaknasiyê de rebribiye.
Cegerxwîn ku xwe weke neteweperwer dibîne û “Neteweperwerî ne tenê têkiliya etnîsîte û mafan bi hev re çê dike; têkiliya mafan bi desthilatê re jî çê dike.” gelek helbestên wî bi vê mebest û bandorê ne. Wêje li gor wî, divê li hember dijmin anku deshilata ku welatê wî serwer kiriye şer bike. Cegerxwîn “Hejar, Bêkes, Hacî û Xanî” ku wan neteweperwer dibîne, ji bo xwînxwar û dizên ku nahêlin ew di welatê xwe de bibin xwedî maf “goreke teng” dikolin:
“ Dirêjî te dibin destê sitemkar
Bi xwînxwarî dinoşin qehremanî
Li ber ava ye, roja xwînxwar û diz
Li me derbûye rojek bê nihanî
Ji wan re gorreke pir teng dikolin Hejar û Bêkes û Hacî û Xanî”
Di çarçoveyeke fireh de tê wateya ku wê wêje welatê Cegerxwîn ji “xwînxwar” û “diz”an azad bike ku di helbestan de “xwînxwar” dagirkerê welatê wî ne û diz jî alîkarê dijmin anku xwînxwaran e. Ev rola wêjeyê ku berteka tevgera romantîk e Zilkîf Xweşnav wiha rave dike:
“Wateya romantîzma Kurdî bêtir bi rûyê xwe yê siyasî û civakî derket pêş û helbestvanên Kurd jî wek têkoşerên siyasî û civakî hunera xwe kirin xizmeta pêşketina gel. Ji ber vê mebestê, helbestvanên romantîk ên Kurd têkoşîna xwe ji du aliyan ve bi rê ve birin. Ji aliyekî ve gelê Kurd bi tevahî li dijî dijminên derveyî han didan û doza azadî û avakirina dewleta neteweyî dikirin ji aliyê din ve jî dijîtiya desthelatdarên civata Kurdî yên mîna şêx, axe û began dikirin û dixwestin di nav civata Kurdî de guhertinên bingehîn pêk bînin û berê gelê Kurd bidin cîhana nûjen a germolek.”





