Medenî FERHO
Cejna zimanê zikmakî ya îsal, wek hemû cejnên li Kurdistanê, bi edayek korîk, bi dilêşiyek tirsê, bi çend daxuyanî û nivîsan derbas bû.
Ev rojên bi tirs in; dilê Kurdan jî, ji sedema grevên birçîbûnê, rojiya mirinê, ha tiştek neyînî çêbû, ha çêbû, di nava tirsek mezin de lê dide. Di rewşek wiha de, pîroz kirina cejnan, sar û korîk derbas bibe. Faşîzma qeyum, hemû saziyên kulturî, pişeyî yên li bajarên Bakurê Kurdistanê girtin. Vê jî, serdema destpêka komarê anîne bîra me.
Ziman, bingeha can-giyanê neteweyî tê dîtin. Faşîzma Turk-î Îslam jî, wek dewlet, ji bo tunekirina can-giyanê netewa Kurd, bi argumenên cûda, lê pirr qirêj êrîşî Kurdan dike.
Şerê çil salî, zor û tirsa li ser gelê Kurd şikand. Kurd êdî bi hişmendiyek şiyar, xwedî îrade û gotin di arena siyasî, kulturî û civakî de cih digirin. Şerê Kurdan, ne tenê çekdarî ye, îdoelojîk, hişmendî, hewngîrî, îradî, siyasî û kulturî ye, wek hebûnekê jî derketiye holê. Ev hebûn, bû sîstem, di nava civakê de rûnişt, wek riyek çareseriya hemû pirsgirêkan, li cîhanê tê nîqaş kirin. Vê jî, faşîzma Turk-î Îslam kiriye nava tirseke mezin.
Ez dubare dikim: Faşîzma Turk-î Îslam, ne neteweya Tirk e, ne jî hêza di ser proleterya û burjuwa re ye, berhemê paşayên dewşirme ye, bi armanca “neteweya Turk-î îslam“ ava bikin dest bi kar kirin. Di encamê de, ji bermayiyên gelên qirkirî, komên dewşirme, bi kulturek faşil, zimanekî şikestî, toreyek tevlîhev derxistin holê. Hemû civak, bi qanunên faşîzan zincîr û lele kirine.
Sîstema dewşirmetiyê faşîzma GUR e. Gur jî xwîn e!.. Siyaseta dewşirme, bi zorê şifqe li serê mirovan kirin, bi zorê zimanê mirovan guhertin, bi zorê nav û paşnav, navê bajaran, yê herêman, çiya û erdnîgariyê guhertin.
Xeyalê Îttîhadiyan, “emperetoriya turan” bû, lê piştî parçebûna emperetoriyê, fikrê dewleteke cûda derkete holê, bi saya Kurdan dewleta Tirkiyê hate ava kirin. Piştre bêbextî li Kurdan kirin û Turk-î Îslam pêşxistin. Bêyî taybetmendiya kultura yekbûyî ya Tirk, kulturên gelan, di yek aşî de hêrtin, bi sentezek beloq, bi nîgarkêşiyek xerab, kulturek xerabûyî, zimanekî ji rîtm û ahengiya xwezayî dûr derxistin holê.
Vê îdeolojiyê, xizmeta gelê Tirk jî nekir, mixabin Tirk kirin pezê ji tirsa gur bilerize, di nava dewşirmeyên ji welatên cûda anîn de, helandin, wek lihbok derxistin holê.
Balkêş e, îro jî, maskeya demokrasî bikar tînin; lê edalet, hiquq, peyman û mafên mirovan, her cure tiştên têkildarî nirxên mirovaniyê tune dikin. Di van rojên ku gotina “abad” zêde tê bikar anîn de, li Tirkiyê, îradeya gel tê xesp kirin, qeyum jî nevî-cûreya faşîzmê di pratîkê de ye.
Di demokrasiyan de tecrîd suc e, di qanunên Tirkiyê de jî suc e, lê faşîzma Turk-î Îslam, hem rêberê Gelê Kurd Ocalan, hem gelê Kurd, hem gelên li Tirkiyê û Tirk û her baskên civakê jî di nav de dibin tecrîdê de digirin.
Bi hezaran dîlên azadiyê, yên dibin parastina dewletê de, parlamenterên HDPê jî di nav de, Kurdên li derveyî welat, bi daxwaza rakirina tecrîda li Imralî û li ser civakan, di greva birçîbûnê de ne; 30 lehengên Kurd jî di rojiya mirinê de ne. Dewlet û desthilatdariya faşîst, ev mirov teva bi mirinê re rû bi rû hiştine.
Qirkirina Kurdan sed sal in, fizîkî, kulturî û cografî, bi hovîtiyek dehşetengîz tê kirin. Niha jî, dikare mirinên komî çêbibin. Lewma Kurdan cejna zimanê zikmakî, wek hemû cejnan, bi dilekî şikestî û bi tirs pêşwazî kir.
Eniya li dijî faşîzmê, di hilbijartinên herêmî de derkete holê, têkçûna faşîzma Turk-î Îslam jî nêzîk e.





