Gulîstan XALID
Li kurdistana ku beriya hezarên sala jiyan lê cihê aramiyê, pîroziyê, berhem û avakirinê bû, ev çend sedsalin bûye cihê wêraniyê, talaniyê, qirkeriyê, komkujiyê, êş û azaran. Encamên vana jî herî zêde di dilên dayikên me de birîninên kûr û keserên bi nalîn ava kiriye. Jiber dagirkeran bi kiryarên xwe ve herî zêde dayikên me êşandine.
Dayikên me ku li ber çavên wan zarokên wan têne girtin, têne işkence kirin, têne kuştin, têne revandin, têne biçûk xistin, têne perçiqandin… ji bo dayikek li vana temaşekirin, bi çav dîtin, hîzkirin, an tenê bîhîstin jî qet ne hesane. Dayikên me ku ruxmî zor û zehmetiyên jiyanê yê ku di kurdistanê de hatine ferz kirin, zarokên xwe bi berxwedaniyeke mezin yê li hemberî van şertan ve mezin dikin. Dayikên me jî weke her dayikan zarokên xwe ji bo jiyanê mezin dikin, em vê yekê jî jibîr nekin ji bo her dayikek ger zarokê wê bibe 50-60 sal jî, di çavê wê de her dem zarokê wê yê biçûke ku dikare ji bo parastin û kêfxweşkirina wî/wê çi ji dest bê bike.
Di navbera dayik û zarok de girêdaneke ji şîroveyên ku em bixwazibin bikin mezintir û kûrtire. Ew wateya wê dijîn em tenê wateya wê bi gotin dikin. Ferqeke pir mezin heye di navbera jiyankirin û tenê li gorî çavdêriyan şîrovekirin. Ji xwe dayikên me vê dibêjin; tu êş ji êşa kezebê girantir nîne. Îja çawa ku kezeba wan were şewitandin, kî dikare wê demê kezeba wê ya şewitî tesellî bike, kî dikare wê bê deng bike….
Beriya çend rojan dayikek ku li ber deriyê zindanên dewleta tirk ji bo dîtina zarokê xwe yê di çalakiya gireva birçîbûnû de ye ku ew bi rojane diçe û tê, ta ku tenê çavê wê li çavê zarokên wê bikeve, lê her carê bi astengiyên polîsên dewleta tirk a dagirker ve rû bi rû tê. Herî dawî yê polîs ji dayikê re dibêje bes careke din were, hevdîtin QEDEXEYE. Dayik bi hêrsekê û bi dengekî ku ji kezeba şewitî dertê dibêje “ ez dayikim DAYIK”. Hey polîsê ehmeq ma tu faam nake, ew dayike, tê bi kîjan qedexeyan, bi kîjan zagonên nêr dayikeke ku kezeba wê dişewite bide tirsandin û rawestandin….
Dayikeke din jî ku zarokê wê di çalakiya gireva birçîbûnê de ye dibêje ma ezê çawa xwarin bi rehetî bixum û zarokên me birçîne…
Dayikên me bi van êşên ku dagirker bi wan didine kişandin, dilê wan şewitandiye îro li hember dagirkeriyê û zilma ku li ser wan tê kirin ve bi wêrekiyeke mezin şer dikin. Bi dilên xwe yê mezin, bi hestên xwe yê bilind, bi enerjiya girêdan û hezkirineke bê hesab li qada ji dagirkeran re dersa mirovî didin. Dayikên me ji zarokên xwe re nabêjin dev ji çalakiyên xwe berdin, jiber bi zarokên xwe dizanin bê çi dikin û ji bo çi dikin, ew jî çalakiyên wan destek dikin û ji dagirkeran re dibêjin dev ji zilmê berdin ji bo ku zarokên me jî mecbûrî mirinê nebin. Yanî dizanin ku zarokên wan ji bo armanceke bi rûmet di nava çalakiya de ne.
Îja dagirkerno, faşîstno, ji vê enerjiya dayikên me yê ku dilê wan hatiye şewitandin bitirsin, sivik û erzan nêzîk nebin, wê ev enerjiya dawiya we bîne….





