Qasim ENGÎN
Îro di Kurdistanê de nokeriya ku bi hêzên mêtînger re tevdigere, bi wan re di xebite, di zanebûna wê de bê çi dike.
Di dîroka me Kurdan de gelek cûreyên hevkariyê ango nokeriya bi hêzên serdest re hatiye dîtin. Hinek ji wan bi dil jî bibin, -lê piraniya wan- an bi taybetmendiyên xwe yên çînî ve girêdayî karên dij gelê xwe kirine, an jî gelek caran peywendiya hevkariya ku ew têde ne, wateya wê tam çiye, wê çi bi xwe re bîne an jî aniye, ferq nekirine. Bi gotinek din, gelek caran bi zanebûnek, ev karên xirab û dij exlaqî nekirine.
Lê di pêvajoyeke ku hêzeke mêtînger tevde li ser esasê ku bixwaze netewek di bişavtinê, heta di qirkirinekê re derbas bike, bi van hêzên mêtînger re kar kirin, xebitîn, di peywendiyê de bûyîn heta bi wan re di hevkariyekê de bûyîn, tercîhek bi zanebûne. Bi gotinek din, îro li Kurdistanê kesên ku bi hêzên mêtinger re di nava tekîliyanda ne bi zanebûn û bi xwestek vî karê qirêj dikine.
Ger li cihekê, hêzek mêtînger gelekî di qirkirinê re derbas dike, her roj ji bo tinebûyîna wî gelî dixebite, armanc dike wan tine bike, dest diavêje nirxên wî gelî yên madî û manewî, li wê derê êdî her peywendiyek bi vê hêza mêtinger re ne tenê kêmasiyeke, berovajî; êdî peywendiya ku bi hêzên mêtînger re hatiye dayîn sûcek e. Û ev sûca ne suçek ji rêzêye, sûcek miroviye û geleriye.
Îro li Kurdistanê êdî hêzên mêtînger ti rewabûyîna wan nemaye. Mêtîngeriyek xwerû di hemû qadan de li ser gelê me tê ferz kirin. Mêtingeriya ku her roj li pêş çavên hemû cîhanê qîr dike û dibêje, ”Kurdistana çi? Li vê derê ma Kurdistanek heye? Kurdistan li başûre, herin wê derê”, ma ti rewatiya vê mêtîngeriyê dimîne?
Gelo kî dihêle ruxmî ku mêtîngeriyek ewqas xwerû û qirker di welatê me de heye, lê dîsa jî bi şêweyekê ev mêtingeriya xwînxar xwe li ser piyan bigire?
Kî dihêle ku hêna ev hêzên faşîzan xwe wek xwedan Kurdistanê bibînin?
Kî hêviyê dide wan xwînmijên Kurdan?
Beyî ku em dirêj bikin, bersiv zelal e: Kesên noker, kesên hevkar, kesên ku bi mêtîngeriya tirk re rûdinên. Kesên bi dewleta qirker re di nava bazîrganiyê de ne. Kesên her roj li Enqere û di welatê me de bi van hêzên dagirker re, civînan pêktînin. Hevdû dawet dikin, çavên xwe ji êrîşên wan yên kujer re digirin, heta gelek caran ji wan re li çepika dixin. Bi wan re di heman eniyê de li dijî hêzên Kurd tevdigerin. Wek li Efrîn her roj tê dîtin, çawa wek sîxûreke dewleta mêtînger dikeve pêşiya wan û bi ser hêzên şoreşger de tê.
Her wiha kesên ku tevahî rabûn û rûnişkandina xwe di milê îstîxbarî de jî bi dewleta mêtînger re plan dikin, proje pêk tînin û êrîşa dibin ser hêzên dîtir yên Kurd, êdî ne tenê hevkarin, ne tenê nokerin, êdî kes û aliyên wiha; sîxûrin, îxanetkarin û heta xayînin.
Bi gotina helbestvan Abdullah Pêşew:
Ewê Kurd be û Kurd bikuje
Pîç e, teres e, qewad e!





