Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji Îmraliyê pêşniyarên aştiyê ji bo Sûriyê

21/05/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Ji Îmraliyê pêşniyarên aştiyê ji bo Sûriyê
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî BEDRAN

Serok Apo piştî 8 salan ji nû ve bi parêzerên xwe re hevdîtin kir. Ew Erdoganê ku Tirkiyê birêve dibe, bi dayîmkirina tecrîdê li derdora Îmraliyê hemû zagonan binpêkir. Ku tecrîd li gorî kategoriya îşkenceyan sûçe. Rêveberiya Erdogan li beramberî çavê cîhanê zagon binpêkir û sûçên mirovî pêk anîn. Li pişt van hemû binpêkirinên nehiqûqî û sûçên mirovî, hişmendiya nejadperest û qirker disekine. Li gorî vê hişmendiyê, divê hemû kurd bêne bişaftinkirin û guhertina etnîkî bikin. Ji destpêka avakirina Komara Tirkiyê, hemû cûreyên polîtîkayên jenosayîdê li ser kurdan dane meşandin.

Nimûneya herî zelal yên polîtîkeyên qirker ku di dema îroyî de tê kirin, pergala Îmraliyê. Herwiha erdîngariya Kurdistanê ji hêla belafir û artêşa Tirk ve tên bombebarankirin. Rojane kiryarên komkujî û hilweşandina maln pêk tên.

Kiryarên herî dawî, tevî ku Efrîn hatiye dagîrkirin û paqijiya etnîkî têkirin, ev du mehin bê navber bi giranî tê bombebarandin. Dagîrkeriya Tirkî ji Cerablûs û Babe dest pêkir û xaka Sûriyê dagîrkir. Her çiqas ermanca serke kurd bejî,  lê bi rengekî vekirî dijminahiya hikumet û rêveberên Sûriyê re jî nîşan didan. Tikiyê, da ku rêveberiya Esed hilwşîne ji herkesî zêdetir xebat û tevger kir. Ew ji çeteyên DAIŞ û heya Cebhet El Nûsra, hemû alîkariyên lojîstîk, perwede û çek fînasns dikir. Di wêrankirina Sûriyê û koçberkirina bi milyonan ji welatiyê wê, para herî zêde yê Tirkiyê ye.

Piştî ku dagîrkeriya Tirkî Îmraliyê xiste bin tecrîdê, şer dest pêkir. Di Nîsana 2015’an de hevdîtin bi rêbertî re qedexekir. Di 24’ê Tîrmehê de dagîrkeriya Tirkî bi rengekî vekirî êrîşkir. Heya roj îro bênavber şerkî giran hate birêvbirin. Aboriya Tirkî kete xizmeta şer de. Polîtîkayên derve û hundir li gorî şer hatin rûnişîtikandin anjî orgenîzkirin. Di encam de dagîrkeriya Tirkî, veguhest rêjîmek faşîzane. Tevî hemû kiryarên komkujî û wêrankirinê, lê dagîrkeriya Tirkî encamên ku ji şer dixwest bidest nexist. Hêza şoreşgerê Kurdistanê têkoşîn kirin. Îmraliyê helwestek dîrokî nîşan da. Wan nekarîbû vîna kurdan bişkînin. Kurdên li Rojava jî li berxwedan. Bi netewên Ereb, Sûriyan, Çeçan, Aşûr û neteweyên din re li ser bingeha hevjiyana azad bi hevre jiyan dikin. Parçeyên girîng û mezin ji xaka Sûriyê hatin rizgarkirin. Çeteyên DAIŞ’ê têk birin û tevahiya cîhanê ji vê tarîtiyê rizgarkirin. Belê çeteyên DAIŞ’ê bi temamî bi dawî nebûye, lê ti xak di destê wê de jî nemaye. Herêmên xweser ên di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, tên rêxistinkirin û parastin. Li van herêmên ku hatî rizgarkirin, bi milyonan gel dijîn û li ser rêgezên netewa demokratîk têne rêxistinkirin û perwerdekirin. Asayîş hate vekirin. Sîstema Meclîsê hate avakirin. Gel wiha têne bi rêxistinkkirn û hînkirin, yanî gihiştin asta ku xwe bi xwe rêve bibin.

Di sîstema Rêjîma kevin tu anternatîfên nû nîne, ji bilî alternatîfa xweser ên li Rojhilat û bakurê Sûrî. Beşek ji xaka Sûriyê dibin dagîrkeriya Tirkiyê deye. Di van herêmên ku Tirkiyê dagîr kiriye çeteyên çekdar têde bi cih bûne. Ji bilî wê jî, Idlibê heye; ku çeteyên dibin siya dagîrkeriya Tirkiyê de li wir kom bûne. Herêmên dibin dagîrkeriya Tirkiyê de serweriya serdest hakîme. Tu hêz ji derveyî hêza dagîrkeriya Tirkiyê, ne xwedî biryar û helweste. Ev komên tundurew dirêjkirina temenê dagîrkeriya Tirk û çeteyên wê dikin. Kurd ji destpêkê yekpariya xaka Sûrîyê parastin. Li kêleka wê jî, ji bo tevahiya Sûriyê daxwaza demokrasiyê kirin. Da ku vê di warê piratîk de pêk bînin, wan hemû herêmên xweser bi rêxistin kirin. Ew hemû rêjîma berê navendî, nejadperest û netewperestî bi tundî redkirin. Wan parastina projeya Neteweya Demokratîk ya li ser bingeha Rêvebriya Xwesr a nenevendî kirin. Demokrasî ne tenê ji bo gelê kurd ji bo tevahiya Sûriyê xwestin. Got: Encex bi vî awayî yekîtiya Sûriyeyê were pejirandin û hemû gelan bi aştî û aramî bi hever jiyan bikin. Di 6’ê Gulanê de, parêzer bi Rêber Ocalan re hevdîtin kirin û di daxuyaniya çapemniyê de jî heman nerîn hatin dîtin. Rêber APO 20 salan li Sûriyê maye, ji bo wê jî herêmê baş nasdike. Ji ber ku dostaniya wî bi gelê Sûriyê re heye, berprsiyartiya wê ji gel re, ev projeya neteweya demokratîk ji Sûriyê re pêşniyar kir. Her tim di got: “Şûna şer û komkujî, bila aştî û danûstandin hebe. Destketiyên demokrasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê bêne parastin, her wiha destûra bingehîn ya yekîtiya welat jî biparêzin. Rêberê Apo herdem Rojhilata Navîn a demokratîk û federal parast. Ew niha lêhurbûnên xwe li ser projeya neteweya demokratîk hîn zêdetir kurtir kiriye. Di nerînên wî de dijberiya gel û netewperestî nîne. Ew dibîne ku di esasê pirsgirêkên civakî de newekhevî û azadî ye. Ev hevdîtin û nerînên dawî yên Rêber Ocalan ji bo Sûriyê û Rojhilata Navîn rê nîşan dide û di herêmên ku tarîtî û kaos lê heye, deriyê hêvî û ronahiyê jinûve vekir.

Em hêvî dikin ku hemû gelên Sûrî û rêveberiya Şamê jî, guh bide dengê yekîtî û demokratiya Sûriyê.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.