Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Helbest rêya ravekirina nerazîbûnan e

29/05/2018
in Uncategorized
A A
Helbest rêya ravekirina nerazîbûnan e
Share on FacebookShare on Twitter

Helbestvanê Kurd Rojeng Rojbîr diyar kir ku derbarê destpêka helbestê de gelek nîqaşên cuda hene û got; “Ne tenê di civaka me de li hemû dinyayê, di heman serdemê de dest pê kiriye. Ji ber ku helbest rêya ravekirina nerazîbûnan e.”
Li ser helbesta Kurdî helbestvanê Kurd Rojşeng Rojbîr diyar kir ku helbest rêya ravekirina bertekan e û got, “Ya ez pê bawer im, an jî dixwazim pê bawer bibim, berî pêşketina ziman, bi çav, hishisîn, gurpegurpa dil, deng , pelandina bireserekî an jî kirdeyekî re dest pê kiriye. Xwe lê girtina helbestê, qada herî zehmet ya edebî ye, ji bo kesên ku bi helbestê ve mijûl nabin, ravekirina vêya, ji xwe lê girtina helbestê jî zehmettir e. Bêeleqeya ji bo berheman, ji xuliqandina berheman bêhtir diwestîne. Siyaseta ku li ser welêt tê ferzfirin xwîneran ji xwendinê bêhtir, ber bi temaşekirinê ve bir. Ji bo nivîskarekî, berdêla van trajediyan helbet berhemdayîn e.”
Rojbîr di dewama axaftina xwe wiha got, “Nivîskar, ji bo populîstiyê dest ji heqaniyetê berdan. Ji ber hê bêhtir bi nivîsê ve mijûl im, min peyva nivîskar bikar anî. Bi hemû kesên ku bi beşên hunerê ve mijûl in re peyda bû. Ev nexweşî bû, bi çend kesî re peyda bûbû, di pey re li hemû kesî/beşî belav bû. Yek ji encama vê kambaxiyê, ya herî sereke jî ev e, kir ku tu berhemên baş derneyên. Her sal bi dehan pêşbazî çê dibin, lijne her tim heman kes in, xelatgir her tim diyar in. Xelatê nadin hunerê, didin têkiliyê. Civakeke ku êdî her titşî dizane peyda bû. Jê girîngtir, ji bo çi tu kes li ser vê bobelatê nanivîse? Pêşiyan gotiye: “ Hoste ew e ku şagirtê xwe ji xwe baştir bigihîne.”
Li welêt, însan ne azad e, lê dema dest ji wê dozê berdan, bi ya min du carî têk çûn. Têkçûna dubare, berî tu hay ji xwe hebî, te di nav pergalê de dihelîne, an jî pergalê bi te ve dihelîne…MA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.