Sîpan ŞÎNDA
Strana Kurdî, ewqas dil nazik û dil bi kul e, dema mirov guhdarî dike dilê mirovî zîz dike, giyanê mirovî geş dike, serê mirovî mest dike. Ji bona mirov ji stranekê, dengbêjekê hez bike ne şerte ku mirov ji zimanê wan fêm bike. Di stranê de bandora hêza miqamê stranê, ya pêlên dengê dengbêjî ji bandora zimanî gelek xurttire. Dema mirov wateya stranê jî bizanibe ev hê jî xurttir dibe. Her çend gelê Kurd di erdnîgariyeke bi pirranî çiya de jî dijî, lê belê strana Kurdî bangî giyanê mirovî dike. Ji ber wê dema kesên biyanî jî guhdarî strana Kurdî dikin, strana Kurdî wan jî dike evîndarê xwe. Yek ji van kesên ku bûye dildar û evîndarê strana Kurdî jî Eléonore Fourniau ye. Ka werin em Eléonore nas bikin. Ew kî ye, çawe strana Kurdî naskiriye?
Eléonore Fourniau, jineke Frensî ye. Bavê wê eslê xwe Oksîtan e. Ew li Frense xwidê daye û mezin bûye. Di zarokatiya xwe de perwerdehiya mûzîka klasîk dîtiye. Ew li ser zimanê xwe Oksîtî lêkolîn dike û hinek mûzîka Oksîtî dibêje. Dema li Frense di zanîngehê de xwendekare, di sala 2010 an de weke xwendekara mêvan ji bo xwendina konservatûarê diçe Stenbol. Ew di konservatûarê de hînî mûzîka anadolû û temborê dibe. Li wir çend xwendekarên Kurd nas dike. Li Stenbol 3 mehan diçe qursa zimanê Kurdî. Bi riya hevalek ya xwe a Frensî, li Stenbol dengbêj Xalîde nas dike. Demekê ji dengbêj Xalîde dersa strana Kurdî distîne. Bi hevalên xwe yên zanîngehê re li wir Koma Esman ava dikin. Klîba xwe ya yekemîn bi Kurdî Lêlê Rihê çêdike. Li ser mûzîka Kurdî zêde ders nestandine. Dibêje ez bi serê xwe hînî strana Xezal Xezal bûm, tu kes tune bû kû alîkariya min bike. Dibêje min strana Kurdî bi korfeleqî naskir, lê paşê stirîna wê ji bo min bû weke sekneka polîtîk. Herweha ev ne tenê girêdayî Kurdî ye, ev girêdayî nêrîna min a li ser jiyanê û bîr û baweriya min e. Ew dibêje li Tirkiyê, di konservatûarê de her tişt ji devekê derdiket, tu caran behsa zimanên cuda nedihat kirin, agahiyên xelet didan. Min di serî de hayî ji vê nebû. Lê piştî ez vegeram Frense min li vê anî der, min eva henê baştir fêmkir. Ji ber kû Kurdî zimanekî di bin zextê de ye, ji bo min ji zimanên serdest girîngtire. Ev ne tenê girêdayî hunerê ye, min xwest kû ez hinekê balê bikişînim li ser Kurdî. Dibêje bandora ez bi strana Kurdî didim, ez nikarim bi zimanekî serdest bidim. Eléonore dibêje hozanên Kurd yên herî zêde bandor li ser min kirîne Şakiro, Mihemed Arif Cizîrî û Mihemed Şêxo ye. Ew dibêje tişta herî zêde di strana Kurdî de bandor li ser min kirî ji xurtiya denge. Ew pitirê xwe ji mûzîka gelêrî hez dike. Ji xwe amûra kû ew evîndarê wê ye Hurdy-gurdy ji gelêrî ye. Niha komek ya wan ji sê kesan pêk tê bi navê Samaya heye. Koma Samaya niha dest bi projeyek mezin dike. Ewê di vê projê de kêm kêm bi 10 zimanan bistrin. Dengê Elêonore gelik li strana Kurdî tê. Dema ew bi devokên herêmî stranan dibêje, tu dibêjî qey ew devoka wê bi xwe ye. Ew ji véya henê girêdayî kedê dike. Ji ber ku ew ji bo vê kedeke mezin dide. Ew niha dixwaze albûmeka Kurdî çêke. Elêonore, niha bi Kurmancî, Soranî, Dimilkî distire. Spas Elêonore, her bijî tu û dengê te.





