Ezîz KOYLUOGLU
Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê têkoşîna li dijî DAIŞ didome. Ji niha ve xuya dibe ku, ev têkoşîn wê demek dirêj dewam bike. Jiber ku rewşên DAIŞ ava kiriye hîn ji holê ranebûye. Ev hevsengî wê bidome û ji holê ranebe jî.
Di meha Adara derbasbûyî de Hêzên Sûriya Demokratîk ragihandin ku, wan di warê leşkerî de DAIŞ têkbiriye. Ev têkçûn bidaxuyaniyekî ragihandinê ji raya giştî ya cîhanê re hate eşkere kirin. Ev ji bo gelên herêmê rojekî dîrokî bû. Lê di heman demê de demek nû da destpêkirin. Ev yek di cîhanî de, têkoşînekî veşartî, pirr alî bi DAIŞ û hevkarê wê destpêkir. Li gora daneyên Koalîsyona li dijî DAIŞ ya navnetewî qasî 18-20 hezar çeteyên DAIŞ yên di çarçoveya şaneyên veşartî de li Iraq û Sûriyê hene. Ev pêwîstiya domandina têkoşîna li dijî DAIŞ carekî din radixe berçavan.
Navenda DAIŞ ya li Iraq, bajarê Ambar bû. Ambar cihekî niştecihê wê bi temamî muslumanên mezheb sûnî bû û DAIŞ jî xwe li ser vê mezheba Îslamî tevger kir. Cihê din ku DAIŞ xwe lê navend kiribû Dêra Zor bû. Dêra Zor navenda DAIŞ ya herî zêde xwe lê tevger kiribû. Di heman demê de cihê herî zêde nava gel de hebûna xwe avakiribû. Dibe em vê rastiyê nîşan bidin. Jiber ku ev rastiya DAIŞ neyê zanîn têkoşîna niha li wan herêmê Dêra Zor, Reqa, Minbic, Tepqa tê meşandin dê neyê fam kirin.
Berî niha jî li ser avakirina DAIŞ gelek belge ji raya giştî ya cîhanê re hate eşkere kirin. Di wan belgan de diyar dibe ku, dewletên herêmê çewa bi rêya kesan xwe di nava DAIŞ de bicih kirine, heta çewa DAIŞ birêvebirine. Bi taybet di destpêkê de dewleta Tirk ya dagirker bi rêya konsilê xwe yê li Mûsil û endamên DAIŞ yên hemwelatiyê xwe, DAIŞ bi rêvebiriye. Êdî kes nikare rola dewleta Tirk di avakirin û rêvebirina DAIŞ de înkar bike. Veşartî be jî êdî hin dewletên Ewropî jî vê rastiyê dibêjin yan jî bigotinên cûda dixwazin bêjin.
Hêza duyemîn ya herî zêde di nava DAIŞ de rêjîma Sûriyê bû. Rêjîma Sûriyê bi taybet bi rêya kesên berî niha di zîndanê wê de bûn û pişt re jî dema hatin berdan di nava DAIŞ de hebûnek xwe yê cidî da çêkirin. Dibe ku em rola Îran ya vê siyasetê de jibîr nekin. Çinkî dema Dewletê Yekbûyî Emerîka, Iraq dagirkir, bi du xetan de li dijî wê şer hate kirin. Yek xeta Îran ya Şîî, ya din jî bi alîkariya rêjîma Sûriyê wê demê û vekirina sînorê xwe ji kesên radîkal re ji bo derbasî Iraq bibe, komên Sûnî bûn. Hemwelatiyên Sûriyê yên vegeriyabûn Sûriyê, îro bûne DAIŞ’a Sûriyê. Wê demê rêjîma Sûriyê wan li ser bingeha li dijî Emerîka şer dikirin, destek dikir.
Piştî herêma Dêra Zor ji DAIŞ hate rizgar kirin, eynê siyaseta berî niha ya li Iraq’ê hatibû kirin, niha jî ji aliyê heman hêzan ve li Dêra Zorê tê tevger kirin. Ev siyaseta ku tê gotin “dijminê dijminê min dostê mine” ketiye meriyetê. Ji aliyekî dewleta Tirk ya dagirker li ser bingeha herêmê tevlîhev bike û bi taybet hewldanê Kurdan yên demokratîk têkbibe, bi her awahî ketiye nava tevgerê. Ji aliyekî din ve rêjîma Sûriyê li ser şaneyên veşartî û kesên nêzêkî xwe tevlîhevî û êrîşan li Dêra Zor dike. Şaneyên DAIŞ yên girêdayî Tirkiyê û yên girêdayî rêjîma Sûriyê bi mebestên cûda bin jî, lê bi yek armancê bi hevre tevdigerin.
Li Dêra Zor armanc nakokiyên qewmî, tayfeyî kûr kirine. DAIŞ maşeye û gelên herêmê qurbanîne. Ji bo wê jî divê Meclîsa Dêra Zora ya Sivîl û Hêzên Sûriya demokratîk ev rastiyana bibînin e û ligora wê siyasetek pir alî ya ji bo kesên ji vê siyaseta qirêj bandor bûne û ketine nava xerabiyan, ji vê xelas bike. Tifaq û biratiya gelan li ser bingeha Netewa Demokratîk çareseriya hemû pirsgirêkane.





