Idrîs HENAN
Demeke li gundewarên bakur, bakur û rojavayê Idlib û Hemayê êrîş û şereke giran diqewimin. Aliyên êrîş û pevçûnan kêlî bi kêlî di derbarê pêşketina leşkerî de agahiyan belav dikin. Herdu jî li gorî hinek ecîndeyên biyanî agahiyên xwe dîzayin dikin. Di encamê de bi hezaran malbatên çeteyan derbasî Efrînê kirin û di malên gundiyan de bi cih kirin. Ango di bin navê koçberiya ji ber şer û pevçûnan qonaxa duyemîn a guherîna demografîk li Efrînê didin meşandin. Bê nîqaş em li dijî hedefgirtina sivîlan e. Ger ne wisa bûya teqez wê şerê li Baxozê di nava çend rojan de biqediya. Wê bi deh hezaran malbatên çeteyên DAIŞ li kampa Holê kom nebûna. Lê ji ber erk û peywirên hêzên me yên mirovî û tevgerîna li gorî zagonên şer û pevçûnan giyana bi deh hezaran jin û zarokan hate parastin. Ev nêzîkatiya mirovî li Sûriyê tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye. Her wekî din, çi rêjîm, Rûs û Îran bin û çi jî Tirk û çeteyên wê yên Îxwan Elmislimîn dibin, hemû jî li ser bingeha kuştina sivîlan bazaran dikin. Kampa Elrukban a li sêgoşeya Îraq, Urdun û Sûriyê şahîdiya van durûtî û nêzîkatiyên çewsîner ên rikberên desthilatdariyê dike. Bi gotineke din; Tişta ku niha li gundewarên Hema û Idlibê rû dide di encama itîfaqa aliyên şer de ye. Terefên ku li wî alî şer dikin heman aliyên ku 12 caran li Astana û Sûtşiyê li hev rûniştine. 12 caran li ser hesabê xwîna gelên Sûriyê bi fermî li hev kirine. Lihevkirina herî xwînî jî bazariya li ser Efrînê ya beriya salekê bû. Di encamê de jî bi sed hezaran Efrînî bi zorê hatin derbiderkirin.
Ger em li pêvajoya têkilî û lihevkirinên endamên sêgoşeya mirin û talaniyê yên Astana û Sûtşiyê beriya aloziya Sûriyê binêrin, em ê baş bibînin ku ti tiştekî wan bîne gel hev nîn bû. Berovajî; xalên ku nakokiyên wan mezin dikin ji xalên ku lihevkirina wan gengaz dikin zêdetir bûn. Bi aloziya Sûriyê re çi qewimî ku ev alî hatin gel hev? Gelo mirov dikare navê têkiliyên stratejîk li vê yekê bike? Ger em di aliyê stratejîk de hişmendî û îdeolojiya wan aliyan bînin cem hev, em ê têbigihêjin ku îmkan nîne ev hêz werin gel hev. Wê çaxê rêjîma ku di berdêla parastina desthilatdariya xwe û dagirkeriya faşîzma Tirk de bi sed hezaran ferdên civaka xwe kuştiye, çawa bê fedî dikare hêzeke xilasker nola QSD ku tekane hêza ku terora cîhanî têk biriye û giyana milyonan jî parastiye, bi kuştin û komkujiyan tewanbar bike? Gelo piştî heşt salan çima ev alî û mudexelekerên dîtir ji bo çareseriya aloziya Sûriyê bê proje mane? Wê çaxê gereke gelên Sûriyê baş fêm bikin ku ti aliyek li derveyî vîna hundirîn nikare bibe hêza çareseriyê. Ne jî dikare li derveyî berjewendiya xwe dermanekî guncaw pêşkêş bike. Tenê li ser binyada berjewendiyên nava salên aloziyê de ava bûne de li hev dikin û kuştina gelên Sûriyê rewa dikin. Ger mirov baş lêhûr bibe wê baş fêm bike ku ji derveyî sîstema rêveberiya xweser ti hêviyeke çareseriyê li vî welatî nemaye. Ji ber vê sedema dîrokî pêwîste rêveberiya xweser jî, heya ku giyana bi milyonan gelên Sûriyê ji bazariyan biparêze, ji çarçoveya Bakur û Rojhilatê Sûriyê derkeve û êdî projeya tevahî gelên Sûriyê be. Ancax wisa bloka “dikuje, digirî û vedişêre” li Sûriyê berteref bibe û îradeya gelên Sûriyê derkeve pêş.





