Farûk SAKIK
Dema rûpelên dîrokê 16’ê Sibata 1999’an nîşan didan, Ocalan dîl hatibû girtin û li gireva Îmralî bû. Berî ku dîl were girtin, ji bo cîhê wê lê were bicîh kirin, nîqaşên kûr û dirêj hatibûn kirin. Herî dawî pêşniyara leşkeran hat pejirandin. Û li ser “Grava Îmralî” lihev kirin. Wê girav ji nû de û bi teknolojiyek nûjen bihata dîzayinkirin. Di warê hiqûqî de jî wê statuyek nû bidana vê girtîgehê. Wê ji nû ve binavkirina û wisa jî kirin.
“Yüksek Güvenlikli F Tipi Cezaevi.” ango Girtîgeha Tîpa f a bi Ewlehiya Bilind. Dema ku di 2009an de çêkirina vê girtîgehê temam bû, 5 milyon dolar lê hatûbû xerckirin. Ji bo ewlekariya girtîgehê 700 esker û kumando li gravê hatin bicîh kirin. Dîsa hin endamên MÎTê jî li wêderê hatin erkdarin. Di demeke waha de Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê bi navê “Sekna li Îmraliyê” dest bi têkoşînekê kir.Dixwest ku hemû pirsgirêkên li Tirkiyê û Kurdistanê bi nexşeriyekê were çareserkirin.
Gava yekem jî di sala 1999an de bi biryardayina, ‘bila gerîla ji bakûr vekişe başûr’ avêt. Di heman demê de 2 komên aştiyê jî li ser daxwaza Ocalan çûne Tirkiyê. Ev hewldanên wî bû sedem ku demek li Tirkiyê demokrasî bipêş bikeve û çareseriya pirsgirêkan were nîqaşkirin. Di sala 2004an de dema ku ev pengava Ocalan hat îstismarkirin gerîlla jî “pengava 1′ Hezîranê” da destpêkirin.
Lê Sekna Îmraliyê de israra aştiyê û çareseriya demokratîk de dewam dikir. Dem dem bi sekna xwe pêşî li hin pirsgirêkan jî vedikir. Di sala 2006an de dema di rêveberiya Tirkiyê de xitimandin çêbû, dîsa derbasî Îmraliyê, ber deriyê Ocalan bûn. Rêber Ocalan bi sekna xwe ya li Îmralî evcar nexşerêyek amade kir. Demeke dirêj li ser vê nexşerêyê nîqaş çêbûn. Herî dawî herdu aliyan ev yek qebûl kirin û di Îlona 2008an de berê xwe dane Oslo yê.
Sekna Îmrali, di 22’yê Tebaxa 2009an de, nexşerê temam kir û pêşkeşî dewleta Tirk kir. Di vê pêvajoyê de Hakan Fîdan jî tevlî hevdîtinên li Oslo bû. Rêber Ocalan dixwast hin komê aştiyê nû biçin Tirkiyê û derbasî Enqerê jî bibin. Ocalan bi vê yekê dixwest sekna Îmraliyê îsbat bike. Di 19’ê Cotmehê de 2 komên aştiyê derbasî Bakûrê Kurdistan bûn.
Li her deverî aramî hebû, herkesî behsa rojên xweş û aştiyê dikir. Rêber Ocalan jî bê navber li ser pêşerojê 3 protokol amade kir û ji aliyan re şand. Herî dawî di Nîsana 2011an de gihiştibû destê PKKê. Ev 3 protokol çareseriya makeqanûnê, protokola lêkolîna aşitî û heqîqetê ji aliyê PKKê ve bi erênî hatin pêşwazî kirin. Di sekna Îmrali de israr dewam dikir, Ocalan berî hilbijajrtinên 2011an şansek nû da AKPê.
Ocalan dixwest ji bo çareseriyê, meclis bikeve dewrê û hin komisyon jî werin avakirin. Xwest pêşî li sekna Îmraliyê were vekirin. Lê AKP piştî hilbijartinan xwe bi hêz dît û tevlî hevdîtinan nebû. Di 4 salan de li Oslo nezikî 8 hevdîtin pêk hatibûn. Ji bo pêşî li nêrînên Ocalan bigirin, di 27 Tîrmeha 2011an de êdî destûr nedan hevdîtina bi parêzeran re.
Şer û pevçûnan dewam dikirin. Tirkiye, li du hin planê îmhayê yên nû bû û qala modêla Srî Lankayê dikir.
Lê Ocalan li Îmralî ji bo van planên wan vala derxe, ji bo Tirkiyê ji kaosê xilas bike, sekna Îmralî xistibû meriyetê. Di dawiya sala 2012an de dewleta Tirk rastî dît û dîsa li Îmralî li ber deriyê Ocalan bû. Xwestin ku sekna Îmralî ji nû ve midaxele li siyasetê bike. Û pêvajojya mûzekereyan dest pê kir.
Di Newroza 2013’an de bi manîfestoyek rêbazên çareseriyê pêşkeşî hemû Tirkiyê û cîhanê kir. Ev yek ji aliyê herkesî ve bi erênî hat pêşwazîkirin.Dîsa wek her caran ji bo niyeta wî baş were fêmkirin jî jesteke din kir û biryar da gerîlla careke din vekişe başûrê Kurdistanê. Edî aramî hatibû Tirkiyê û welat gav bi gav ber bi şoreşa demokratîk û komara demokratîk ve diçû.Di demek waha de hêzên ku ji vê çareseriyê û ji vê şoreşê ditirsiyan li du planek nû bûn.
Plana têkbirina kurdan. Di Cotmeha 2014an de dema ku ev biryar girtin li aliyek jî muzekereyan dewam dikir. Li Tirkiyê hilbijartin her ku diçû nêz dibûn. Di 28ê Sibata 2015an de şandeya dewletê; ji bo tevlî civîna, protokola ji aliyê Ocalan ve bi sekna Îmralî hatibû nivîsandin bibe, li Dolmabahçe bû. Şandeya Îmralî jî li wêderê bû.
Sekna Îmrali bi 10 xalan dixwest muzekereyên ku 3 salin dewam dikirin, bigihîjîne armanca xwe. Çek berdana PKKê jî, di nava vê hewldanê de hebû. Lê dora rojê helwesta AKP’ê zelal bû. Erdogan got; ‘Ez vê protokolê nasnakim û jê agahdar jî nînim.”Mase hatibû qelibandin. Hilbijartin nêz dibûn. Di demek waha de nexwestin ku sekna Îmraliyê muzakereyên demokratîk dewam bike.
Û 5 Nîsana 2015an jî careke din tecrîd dest pê kir. Di sê salên dawî de du hevdîtinên bi malbatê re hatiye kirin. Yek di 11’ê Îlona 2016’an û ya dudiyan jî di 12’ê Çileya 2019’an de. Şer û tecrîd bi salan dewam kir. Di 7ê Mijdara 2018an de hevseroka KCDê Leyla Guven derket li dijî tecrîdê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Di serî de zîndan, li gelek navendan bi hezaran Kurd jî tevlî vê berxedanê bûn.
Roj hat dewleta Tirk careke din ket tengasiyê û di siyaseta wan de xitimandin çêbû ji bo vê yekê destûr dan ku hevdîtinek bi parêzeran re were kirin. Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan piştî hevdîtina 2’yê Gulana 2019an de “sekna Îmralî” bi rayagiştî re parvekirin.





