Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Zimanê me welatê me ye

16/05/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Zimanê me welatê me ye
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed ŞAHÎN 

Civak û welat navê xwe ji zimanê xwe digrin. Jêdera têgehên Kurd û Kurdistanê jî zimanê Kurdî ye. Lewre hebûna Kurd û Kurdistanê bi hebûna zimanê Kurdî pêkane. Ziman tune bibe nasname û welat jî tune dibin.

Netew bi çand û hunera xwe têne nasîn. Hîmê bingehîn ê çand û hunerê zimane. Ziman nebe çand û huner nabe. Çand û huner nebe netew nabe. Di vê serdema ku roj bi roj tixub bêwate dibin de ji bo xurtkirina hişmendiya neteweyî rist û giringiya ziman girîngtir dibe.

Ji zimanên herî dewlemend ê ku ji mirovahiyê re malovanî kiriye yek jî Zimanê Kurdî ye. Kok û rehên wê di şoreşa Neolîtîkê de veşarîne. Li gorî hinek raporên serbixwe û yên UNESCO’yê di nava zimanên neteweyên bêdewlet de zimanê herî mezin Zimanê Kurdî ye û di nav zimanên herî mezin û bibandor ên cîhanê de 31 emîne. Ji ber kevnarî û qedîmiya wê ye ku li gel qirkirin, bişaftin û her cure astengiyên dagirkeran ên hezar salî bi berdêlên giranbûha hebûna xwe hetanî îro parastiye.

Li gorî daneyên UNESCO’yê hetanî niha ji hezarî zêdetir ziman tune bûne. Tenê ji salên 1950’yan virve zêdeyî 200 zimanî tune bûne. Dîsa li gorî rapora UNESCO’yê niha li ser erdnîgariya cîhanê bi qasî 6 hezarî ziman têne axaftin û diyar dike ku hetanî dawiya sedsala 21’an wê nêzikê 2.500’î ziman bimirin û ji holê rabin. Ji bo Zimanê Kurdî jî ji wan 2.500 zimanên windabûyî yek be çi ji destê dagirekerên Kurdistanê hatiye kirine û dikin.

Celadet Elî Bedirxan û hevalbendên xwe ji bo pêşî li tunebûna zimanê Kurdî bigrin di 15’ê Gulana 1932’yan de bi derxistina Kovara Hawarê xwestin hewara ziman bigihînin Civaka Kurd. Lewre Kowara Hewarê ji bo vejîna zimanê Kurdî pêngaveke gelek girîng û dîrokî ye. Ji ber wê giringiyê di sala 2006’an de KNK’ê 15’ê gulanê weke cejna Zimanê Kurdî diyar kir. Hemû rêxistin, sazî û dezgeyên civaka Kurd biryara KNK’ê pejirandin û ji wê salê virve ye bi serbilindî 15’ê gulanê wekê rojeke herî girîng û watedar tê pîrozkirin.

Belê, têkoşîn û berxwedana civaka Kurd a 40 salên dawîn bi berdêlên gelek giran pêşî li hin xetereyên ku zimanê Kurdî ber bi tunebûnê ve dibir girtin. Lê mirov nekare bibêje hemû xetere ji holê rabûne. Êrîşên curbicur yên li ser zimanê Kurdî berdewam dikin. Ji sala 2015’an vir ve êrîşên desthilatdariya AKP’ê bê navber berdewam dikin. Hemû sazî, komele, çapemenî û tezgehên ku ji zimanê Kurdî re xizmet dikirin girtin. Weke hemû hikumetên beriya xwe ew jî hewl dide ji bo zimanê Kurdî qada jiyanê nehêle.

Bi taybet li Bakurê Kurdistanê, li metropolên dagirkeran û li diyasporayê xetereyên gelek mezin li ser zimanê me yê qedîm hene. Ji van xetereyan ya herî girîng û herî xeternak xwepişaftin (otoasîmîlasyon) e. Zirara ku em bi xwepişaftinê didin zimanê xwe ji zirara dakirkeran ne kêmtire. Em di malên xwe de, di saziyên xwe de û di jiyana xwe ya rojanede bi zimanê dagiran diaxivin û bi xwepişaftinê ji siyaseta dagiran a pişaftina civaka Kurd re xizmetê dikin.

Ji bo pûçkirin û vala derxistina siyaseta pişaftinê hewceye em li hewara Celadet û hevalên wî xwedî derbikevin. Bi ruhê seferberiyê û bi têkoşîneke xurt parazvaniya zimanê xwe bikin. Ji bo paraztin û xurtkirina zimanê dayika xwe her tim di nava hewldanan de bin û di hemû qadên jiyanê de bikar bînin.

Heke em zimanê xwe di qada perwerdehiyê de, di qada siyasî de, di qadên aborî, bazirganî, çand û hunerî de bikarneynin û di nava hemû çîn û qadên civakî de belav nekin wê zimanê me ji xeteraya mirinê rizgar nebe.

Zimanê me welatê me ye. Dema ku zimanê me bi me re be wê her tim welatê me jî bi me re be. Bi awayeke fizikî dûrketina me ya ji welat nasnameya me û welatê me bi me nade windekirin. Lê dûrketina me ya ji ziman wê nasnameya me û welatê me bi me bide windekirin.

Cejna Zimanê Kurdî di şexsê dayikên laçik spiyên berxwedêr de li hemû dayikên kurd û li civaka kurd pîroz be.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.