Sîpan ŞÎNDA
Emê îro li ser peyveke di jiyana mirovî de xwedî teybetmendiyeke cuda bikin. Tehemul kirin, hêza mirovan a li hemberî rewşên xirab, giran, dijware. Daqurtandina derd, elem û kederên nayên kişandine. Mirov dadiqurtîne, lê mirov tu caran wan rewşan, kiryaran baş nabîne. Rayê peyva tehemulê ji Erebî tê. Tehemul kirin ji bo mirovan rewşeke cûda ye. Ev teybetiya hanê li gor kesayetiya mirovan tê guhertin. Ne tenê li gor kesayetî, herweha li gor derûniya mirovan jî tê guhertin. Mirov di jiyana xwe de rastî gelek rewşên cuda tê. Gelek caran mirov dikevin deravên teng. Mirov bi rewşên kû ranegire re rû bi rû dimînin. Hinek mirov gelek tehemûlkerin. Tixûba tehemula hinek mirovan jî pir tengin. Tehemulkirina mebestên dijwar, rewşên giran, nayê wateya kû çimko mirov tehemul dike, mirov wan tiştan erê jî dike. Mirovên di jiyanê de tehemulker bin, bêtirî xwe naxwazin di nava dilan de nexweşî û dilşikestin çêbe. Lê digerin ku kar bi rê ve biçe. Tehemulkirin aramiyeke mezine. Ji ber wê mirovên aramiya wan zêde be, tehemula wan jî zêde ye. Di tehmulkirinê de gelek caran mirov bi xwe re pir tengav dibe, aciz dibe. Mirov dibêje çawe mirov dikarin vê tiştê, bûyera hanê ragirin. Her çend dil û hestên mirovî hinek rewşan napejirîne jî; lê belê eqlê mirovî her tim dibêje sebir bike. Ya rast tehemulkirin di hundirê xwe de hineke hêviyan dihewîne. Yanî dema mirovek tehemula rewşên giran dike, ji xwe re dibêje, de ka dibe paşê tiştekî baş jê derbikeve.
Her çendî em hemû di bin tava heman rojê de ne, heman hewayê dikêşin dil û hinavê xwe jî, lê her mirovekî şiklê jiyana wana, bîr û baweriyên wana, hizir û ramanên wana yên cuda hene. Ev hestên mirovî yên li hemberî van hizir û raman, bîr û baweriyên cuda tehemulkirine. Kî devê xwe vedike dibêje ci yê hemû kesayetiyên cuda, hemû bîr û baweriyan, hemû hizir û ramanan li cem min heye. Ez dikarim hemî kesan di dilê xwe de bihewînim. Ev tehemulkirine. Lê ev rastî di demên tengav de, ango dema mirov aciz dibin derdikeve holê. Mebesta di zirûfên teng de derdikeve pêş; wêdetir dîtina kesan, koman, hizran, baweriyan, civakane. Dema bîna mirovan teng dibe hestên wana yên rastî jî derdikevin holê. Çawe dixwazin cudahiyan biperçiqînin. Çawa dixwazin wan hizir û baweriyên cuda tune bikin. Çimko ew cudahî êşê, janê dide wana. Gelo ma hemî kes dikarin tehemula êş û jana bikin? Gelo dema hinek aciziyê didin mirovî, mirov çi qasî dikare xwe li ber bigire û li hemberî wana bê deng bimîne? Ev jî him li gor kesayetiya mirovî, him jî li gor kesê ku aciziyê dide tê guhertin. Heke kesê ku aciziyê dide yekî xurt be û nekaribe li hemberî çi tiştî bike, ew jî pêtir tehemula wana dike. Gelek caran di nava kesên xwediyê bîrdozî, bawerî, yan jî berjewendiyên cuda de devjenî, pevçûn çêdibin. Di vir de tayê zayîf bêtir tehemula tayê xurt dike. Tehemulkirin jî çandeke. Gelo çandeke xwediyê xwe bi ser dixe yan jî bin dixe? Xwediyê xwe bi qîmet dike yan jî bê qîmet dike?





