Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di şert û mercên qirkirinê de nokerî

14/05/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Di avakirina şoreşê de hesta berpirsyariyê
Share on FacebookShare on Twitter

Qasim ENGÎN

Li cihên din yên cîhanê jî hevkarî ango nokerî heye. Noker li kêleka dijminên gelê xwe wek bekçî û bermayiyên wan di nav gelê xwe de ji bo berjewendiyên wî dijmînî kar dikin û zerar-ziyanek mezin didin gelê xwe.

Di vê manê de em dikarin li seranserê cîhanê nokerên ku gelek zerar didine gelê xwe bibînin. Bêguman, nokerî sekneke asayî û exleqî nîne û ne sekneke ku mirovahî qabûl bike . Berovajî, çi di pirtûkên pîroz de çi jî di pirtûkên çîrok û dîrokan de ti kes rewşa nokerî rast nabîne û nifira lê dike.

Lê dîsa jî nokerî rastiyeke. Rastiyeke nerehetiyan çê dike, wek nexweşiyek rûhî ya ku were tedawî kirin tê dîtin.

Cihê ku li wir dagirkerî û mêtingerî, zor û zext heye, rêjîma ku welat dagirkiriye û hewil dide ku wî gelî ku li wêderê dijî, di qirkirinê re derbas bike, nokerî ango hevkarî jî wê demê ew ne tenê bê exleqiyek û nexweşiyeke, di heman demê de nokerî li dijî gel him dibe suçekî miroviyê û him jî rol-risteke rêjîma qirker dileyze.

Îro li Kurdistanê hêzên mêtinger hewi ldidin gelê kurd di qirkirinekê re derbas bikin. Taybet dewleta tirk ev rist daye ser xwe û hewil dide hêzên dîtir jî bike alîgirên xwe, da ku bikaribe qirkirina gelê Kurd temam bike.

Dewleta tirk tenê Kurda nakuje, welatê wan dagirdike, bi demografiya wan dileyze, bi avakirina bendavan erdnîgariya wan texrîb dike, mîrasa wan ya dîrokî di bin avê de dihêle, avhewaya Kurdistanê xirab dike. Bi kurtahî dewleta tirk ya mêtinger li Kurdistanê tam qirkirina gelê Kurd hedef dike.

Di rewşeke wiha de kî dibe bila bibe û çi dibe bila bibe kesên ku li kêleka mêtingeriya Tirk disekine, bi mêtingeriya tirk re kar dikin, li cem mêtingeriya tirk rû dinin, bi mêtingeriya tirk re bazîrganiyê dikin, wek memûrên mêtingeriya tirk kar dikin, bi wan re rûdinên, didin û distînin, heta bi wan re diaxifin di rastiya xwe de ne tenê alîgirê dewleta tirk û hevkarê wê ne, yên wiha em dikarin tenê bi yek kelîmeyek îfade bikin; Xayinin.

Ji ber yên ku wek dostekê dewleta tirk ji bo çend kiruşan tevdigerin di rastiya xwe de faaliyetek sîxûrî dimeşînin.

Dibe ku di şert û mercên dîtir de kesên wiha tenê bên rexne kirin, dibe ku caran kesên wiha werin şermezar kirin, lê di şertên ku dewleta mêtinger dixwaze Kurdan qir bike, ji Kurdistanê derbixe û her roj li ciheke din ya welatê me wek li Efrîn,  Şirnex û li Riha bi demografiya dileyze, kesên wiha tenê bi rexne kirinê, tenê bi şermazer kirinê nayên ser xeta rast. Di şertên wiha de karên van kesan bi yek gotinek: sîxûrtiye, ajantiye û xayintiye.

Êdî pêwîste were zanîn ku her nokerek li Kurdistanê hîmeke ji bo mayîna mêtingerî li Kurdistanê ye. Her peywendiyek bi mêtingeriya tirk re rewabûna qirkirinê ji bo dewleta tirk ava dike.

Ji ber wê jî pêwîste were zanîn ku, ji xebatên dewleta mêtinger wêdetir, yên ku herî zêde zerar dide doza Kurd, yekîtiya kurd û têkoşîna Kurdistanê ev kesên nokerin.

Bi vê zanebûyînê, pêwîste ku her Kurdeke bi şeref li hember avahiya nokeriyê û hevkariya ku bi dewleta tirk re bê kirin e, helwest bigire.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.