Medenî FERHO
Rodîn, yeke Fransî ye, peyker çêdikirin. Navdar e. Jê dipirsin “ti peykerên xwe çawa çêdike” dibêje, “ez zêdebûna keviran jêdikim, diavêjim, peyker derdikevê holê.”
Gelo, em wahşet û dehşetê ji dewleta Tirk traş bikin û biavêjin, wê li meydanê çi bimîne? Dîse tecrîd, dîse faşîzim, dîse barbarî!…
Ev sê gotin, ne îro, ji roja ku Dewleta Tirkiyê hatiye damezrandin heye. Di van rojên ku gelê Kurd, di qonaxeke dîrokî re derbas dibe, lehengên di rojiya mirinê de, peyaman didin. Giringin û her gotina lehengên ku bi bedena xwe destanan dinivîsin dîrokî ne.
Ez du-sê gotinên wan rêz bikim: “Tecrîd Faşîzm e, faşîzm jî dikuje”… “Tecrîd neyê şikandin, qirkirin bi dawî nabe”… “Zindan, eniyeke stratejîk ya têkoşîna me ye”… “Min bi Nuh re Cudî dît”…
Ev gotinên merd-î merdaneyan, ne gotinên hestiyarî ne, nexşeya kronolojiya dîroka Dewleta Tirkiyê vedibêjin û zevtkirina zimanê serdemê ne. Di herka dîrokê de, tehakkuma li ser civaka Kurd û cografiya Kurd tînine ziman.
Du gotinên dawî; “Zindan, eniyeke stratejîk ya têkoşîna me ye”, “min bi Nuh re Cudî dît”, nexşeya berxwedana çil salî ye. Bi “destanê berxwedana mezin” dest pê dike, bi têkoşîna li Cudî xurt bû, di greva birçîbûn û rojiya mirinê de dewam dike.
Hereketa Azadiya Kurd, di têkoşîna çil salî de Tofana Nuh e, bayê guhertinê û vejîn e. Lehengên di greva birçîbûnê de, bi taybetî lehengên di “rojiya mirinê” de, Ristemên di hêlîna Sîmûr de ne.
Her leheng, bi bedena xwe helbestekê dijî, destanekî dinivîse.
Ev destan, rengê barbariya Turk-î Îslam jî nîşan dide. Rengîniya neqşên dîroka Turk-î Îslam xwîn e, wahşet û dehşet e. Di her reng, xet, ronahî, sî û tonaja di tuwalê de, belgeyek ji barbariyê ye. Her belge, çend qirkirinên fizîkî, çandî, cografî di nava xwe de vedişêre.
Aqlê faşîzma cîhanê, formal xuya bike jî “sentetîk” e, li Tirkiyê cûda ye û bi formulasyonek kolektîf kar dike. Bi 6 tîrên CHPê formule bûye; bi teoriya 9 tîrêjên ronahiyê û bi “yek yekên” Erdogan jî, xwe di civaka paşverû de asê kiriye.
Faşîzma dewleta Tirkiyê êdî “etîketek” e. Kî dibe desthilatdar, vê etîkêtê, wek yafteya îdelojiya fermî bi sînga xwe ve dike. Ev “Union boulding” e û otorîterîzm e û bi ava dewşirmetiyê hatiye polakirin.
Piştî greva birçîbûna li dijî tecrîdê û rojiya mirinê, aqlê entelektueliya cîhanê jî dît ku faşîzma Tirkiyê etîket e, aqlê kolektîf e û ji bo cîhanê metirsî ye. Di mitinga Yenî Kapi de, aqlê faşîzma kolektîf eşkere bû. Îro jî, di gotina “terorê” de, hevgirtina li dijî gelê Kurd dewam dike.
Eger di hilbijartinên 31ê Adarê de, faşîzma AKPê/MHPê derbeyek stratejîk xwaribe jî, nayê wateya ku CHP, IYI û Selametê, bi zanebûn ji faşîzma kolektîf dûrketine. Bi saya têkoşîna Kurdan faşîzma kolektîf hate parçe kirin.
Muxalefet û eniya demokratîk, ji siyaseta tenê desthilatdarbûnê dûrneketine. Ev jî aqlê mîrateya kujer e. Tecrîda li Imralî û bêdengiya li hemberî greva birçîbûn û rojiya mirinê jî, encama vê siyaseta fermî û cotstandardiyê ye. Di kesayeta Birêz Ocalan de, li tevahiya Tikriyê û çar parçeyên Kurdistanê tecrîd heye.
Tecrîd, li tevahiya Kurdistanê bûye çavkaniya qirkirinan.
Gotinên lehengên rojiya mirinê, “tecrîd faşîzm e, heta faşîzm neyê têkbirin qirkirin wê dewam bike”, rast e, dive tkoşîna li dijî feşîzmê berfereh bibe. Bêyî têkoşînek xurt û dijwar, faşîzm nayê têkbirin, demokrasî jî nayê sazkirin.
Kurdan, diyalektîka ronakbiriyê jî zemt kirine û dibêjin; antî teza faşîzmê jî demokrasî ye.





