Gulîstan Xalid
“Em dikarin pirsgirêkên Tirkiyê û yên herêmê, ne bi şer û amûrên şîdeta fizîkî, lê bi hêza nerm, yanî bi hêza aqil, polîtîk û çandî çareser bikin.” Ev axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî ya ku di 2’ê gulanê de pêk hat. Rêberê Gelê Kurd qala zindîbûna hiş, xuluqkariya fikir dike.
Evin taybetmendiya Rêberan, kesên ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi berpirsyarî tev digerin û berjewendiyên mirovî, civakî esas digrin, xuluqkar û lêgerînvanên ya rast, ya nû ne. Evin yê ku cihê xwe di dil û aqilê mirovatiyê de digrin. Ne dîktatorên ku xwe li ser gelê xwe jî ferz dike, bi rêbazên xwe mala xwe, ya welatên xwe û yê gelê xwe jî xera dikin. Ew tu car nabin Rêber, tenê dibin diktator!…
Dîktatorên ku di her demekê de derdikevin, xwe pir bi aqil dibînin û wer dihesibînin ku ewê bikaribin otorîteya xwe mayinde bikin ma qet vê rastiyê faam nakin!.. kes nikare bi zilmê temenê xwe dirêj bike. Ger carê bêne bibîr xistin jî ewê her bi lenet û nifirên gelan ve werin qal kirin. Jiber kesên zalim nayên hezkirin, tehmûlkirina wan jî heya demekê ye, piştre dem tê ku li hemberî wan hêza ku biruxîne – hêza civakî disekine.
Li ser qalkirina dîktatoran em qala yê ku niha heye bikin. Yanî ez bawerim di serdema me ya niha de dîktatorê ku deng vedaye Erdogan e. Ev dîktatorê ku bi zilmê, bi qirkirinê, bi tehdîdan, bi dîlgirtina mirovan û avêtina wan ya zindanan û hwd bi hezaran kiryarên ku di encama hêrsa wî ya desthilatdariyê de pêş dikeve, dihizire ewê bi vî rengî bikaribe serweriya xwe bi van rêbazan ferz bike û sistema ku dixwaze mayinde bike. Lê ma Erdogan qet ji rastiya dîrok û dîktatorên beriya xwe dersan dernaxîne.
Qal bikî dîktatorên beriya wî hineke din polîtîk bûn û di rêbazên xwe de dijberiya hemû aliyên civakî gur nedikirin, lê ruxmî vê yekê ew jî iflah nebûn. Lê Erdoxan qe nafikire ku ewê bi rêbazên xwe yê ewqes çors ku tevayî beşên civakî tîne beremberî xwe wê heya kuderê biçe!…
Beşên civakê yê weke jin, siyasetmedar, rojnamevan, ev ji bilî pêkhateyên ku siyaseta nijadperestiyê bi qilifeke dînî li ser wan dide meşandin, ev tev li hemberî siyaseta Erdogan ya şofînîst bê zar bûne.
Mirov cara matmayî dimîne, dîktator xwedî hişeke çawane!… ma ewqes korbûyîna hiş dibe, ewqes ne pêşdîtina çarenûsa xwe di neynika kiryarên xwe de dibe!… ewqes dînayetî dibe…
Rêber Ocalan berê jî ji bo çareseriya aloziyên di herêmê de û bi taybet jî di hundirê tirkiye de ewqes nerînên maqulane pêşkêş kiriye, lê kompleksa desthilatdariyê nahêle ku van nerînan rast dest bigre û di xizmeta welatê xwe de jî nikarin bidin bikaranîn. Jiber eqlê heyî li gorî navendîbûyîn û desthilatdariyê teşe girtiye, zêdetirî ya ku fêr bûye, tişteke nû nikare qebûl bike. Ji lewma bi aqileke ewqes hişk ku dîktatorîze bûye re dana qebûl kirin ne rehete. Lê ya giring vîna gel û eqlê civakî ya ku têkilî vê desthilatdariyê nebûye, tenê ew dikare di oxira azadiyê de têbikoşe û bi serkeve.





