Idrîs HENAN
Ji berê de bapîran gotiye; welatê ku parêzvanên wê rovî bin, şêrên xwe jî kurkfiroş in. Neh salin welatê Sûriyê nava vê rewşê de ye. Ango neh sal in di encama şerê desthilatdariyê yê navbera herdu aliyên xwe sûrî û “şêr” dihesibînin de, welat û xelkên Sûriyê têne kirîn û firotin. Wisa lê hatiye ku herdu alî jî “ çi muxalefeta ixwan û çi jî rejîma Baas dibe” veguherîne roviyên biyaniyan. Her aliyek jî xwe xwedî heq û hiqûq dibîne. Qey mirov dibêje li vê xakê ne çand hatine û ne jî civakbûyînek çêbûye! Dikirin û difroşin û haya vî gelî jê nîne! Mirov dibêje qey ev xak li ser navê herduyan tabokirî ye û hemû çand û hebûnên li vî welatî koleyên vê paradîgmaya tunehesibandinê ne! Ta ku vê rovîtiya xwe ji ecîndeyên derve re bibeçinin jî navên cuda cuda li kesên ku xaka vî welatî ji parçebûnê dibarêzin dikin. Xwedê giravî ew parêzvanên xaka Sûriyê ne û têkoşerên yekparebûna xaka vî welatî jî cudaxwaz in!
Ger em bi salan paş ve venegerin û tenê di nava helwest û bertekên vê mehê de bimînin, em ê naveroka rastiya van herdu hevrikên ber bi koletiya global ve bibînin. Dema ku li În Îsayê di 3 vê mehê de êl, eşîr û çandên resen ên Sûriyeyê kom bibûn, rejîma dîktator a ku muhra wê di bin hemû belgeyên firotin û dagirkirina xaka Sûriyê de heye, xwe diqeland û ew komcivîna welatperwer weke ajan û kurtêlxwar bi nav dikir. Nola “ezbeniyan” ji bavaniya mafyos a Rûsyayê re “qewaq dihezandin”. Beriya lidarketina vê komcivîna bi heybet a ku dilê her kesê li dijî îradeya gelê Sûriyê şer dike lerizandiye, li dora Efrîna ku bi destê heman “ezbeniyan” hatiye firotin, dagirkeriya Tirk dest bi lêkirina dîwarê parçebûnê dikir. Li aliyê dîtir ê vî dîwarî gelek xal û bargehên leşkerî yên Rûsya û rejîma Baas hene. Li hemberî vê hewldana faşîzma Tirk a parçekirina Sûriyê bi qasî berteka li hemberî komcivîna În Îsayê me ti berteka van aliyan li hemberî dîwarê parçekirinê nedît! Ma gelo eger sekn welatparêz be, kî û çi hewceyî vê berteka tund e? Rûsyaya ku ji xeta Cerablus heya Idlibê radestî Tirkiyê kiriye şûjina xwe nedît û çavên xwe ji derziya gelan a yekparebûna axa Sûriyê dirêsîne beloq kir. Wezîrê wê yê karê derve Lavrov bê şerm û fedî derdikeve ser ekranan û dibêje; Me ti dîwar nedîtiye. Heman wezîrê bêbext dibêje; civîna li În Îsayê pêvajoya lihevkirin û lihevhatinên platforma Astanayê asteng dike. Hevrikê dîtir yê rûyê vê aloziya Sûriyê jî xwedî heman helwestê bû.
Dibe ku li gorî rêgezên têkoşîna gelan li dunyayê sekna herdu aliyan sosret be, lê mixabin ev cureya mirovan jî heye. Dema ku zindiyek aliyê xwe yê razber ji dest bide, tu maneya şênberiya wî jî namîne. Bi fêlbaziya çors a ku xwe dispêre zihniyeta nêçîrvaniyê jiyana xwe didomîne û hevgirtina civakî xira dike. Hovîtiya xwe zêde dibe û her tiştî kavil dike. Tişta ku li Sûriyê û niha li Idlib, Hema, Efrîn û deverên dîtir ên di bin hegemoniya vê zihniyeta talankeriyê de ne diqewime rastiya şênber a rovîtiya kurkfiroş a herdu rûyên aloziya Sûriyê ne.





