Evîn HESEN
Di helbestên Cegerxwîn de weke pergalekê, mijara dîn û nûnerên dîn ku şêx, mele, sofî û derwêş in, yek ji wan waran e ku tê de têkiliyên desthiladariyê rû dane û rengvedana wê li gelek helbestên wî çêbûne. Piştî ku fikrên neteweperwerî di Cegerxwîn de peyda bûne û dest bi xebatê kiriye ku ev xebat di heman demê de weke hemû tevgerên neteweyî, ji bo kurdan xebata avakirina nasnameyeke kolektîf e, şêx, mele û derwêşan bi beşdarnebûna têkoşînê sûcdar dike.
Ev beşdarnebûn jî ji bo wî, beşdarnebûna avakirina desthilata kurd e. Loma jî wî di gelek helbestan de êrîşî desthilata wan kiriye û ew bi xizmeta dijmin re sûcdar kirine. Ev êrîş gelek caran di gelek helbestan de bi awayê êrîşa sembol û hêmayên vê desthilata teokratîk pêk tê. Ji ber ku “Weke hemû îdeolojiyan, dîn jî ne bi rêya têgehên vekirî û firkerên formûlekirî, bi hêma, sembol, elimîn û mîtolojiyan dixebite.” “Tizbî”, “xişt”, “şaşik”, “erbane” hinek ji van sembolan in ku helbestên Cegerxwîn, gelek caran êrîşa dînî bi rêya wan pêk anîye. Yek ji van mînakan e ku êrîş bi rêya sembolên weke “tizbî” û “xişt”ê hatiye kirin. Ji van rêzikan jî xuya ye Cegerxwîn sedama “şikandina piştê” olperestî anku dîndariyê dibîne.
Ji bo Cegerxwîn pîvana gelek tiştan ji ber ku welatparêzî ye, welatparêzî navendeke bingehîn ji bo wî pêk tîne. Di helbesteke xwe de ji bo “welat” wiha dibêje:
“Zanim ko qelen gelek giran e / Hindik ev e, xwîn û dîn û can e.” Anku di ber welat de çawa ku kuştin şertek e, bi awayekî îronîk ku nedîndarî wî diyar dike, wendakirina “dîn” jî şertek e.
Cegerxwîn di helbestên xwe de hêviyan jî ji melayan dike û belkî ev yek ji ber temasa meleyan a bi zanînê re be. Ev jî kategorîkirina rewşenbîran ya Antonîo Gramscî tîne bîra mirov ku rewşenbîr dikirin du beş; rewşenbîrên kevneşoper ku ji mamoste, keşe û rêvebiran pêk tê û rewşenbîrên ku ji pisporên aborî û hwd. pêk tên. Anku dikare bê gotin ku mele anku şêx bi awayekî xwezayî rewşenbîrên kevneşoper in û Cegerxwîn ji ber wê taybetiya wan, hêviyan ji wan dike. Di helbesta “Derwêş Xwe Nadî Pêş” de piştî ku ewqas bi gotinên giran êrîşî derwêş û şêx dike, di çarîna dawî de diyar dike ku eger erka xwe pêk bînin dê hevaltiya wan bipejirîne:
“Ew diz e, yan derwêş e ew
Derd û bela û êş e ew
Serpoşê cejna kerneval
Erbane bavê wer bixwîn!
Jehre we xiste ol û dîn
Heta ceger min bûye xwîn
Welat bixwazin, em heval”
Di helbesta jor de dixuye ku rewşa pasîfbûnê ji bo desthilata serdestan li ser piyan bimîne şertek e. Anku dikare bê gotin ku li gorî Cegerxwîn “nimêj, rojî, tizbî, sîwak” alavên vê xewa ku weke efyonê ye.





