Ezîz KOYLUOGLÛ
Di 6’ê gulanê de li ser navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyekî ji aliyê parêzerên wî ve hate dayîn. Ev duxuyanî ji sê aliyan ve pir girîng bû. Yek ji bo grevên birçîbûnê, dido ji bo Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û giştî çareserî ji bo Sûriyê, sê jî, ji bo rêyek aştiyê ji bo bakûrê Kurdistan û Tirkiyê. Lê li beramberî ev daxuyaniyên girînd yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Erdogan yekser daxuyanî da û got “tu planên me yê çareserî tineye.” Aliyê balkêş ew bû ku dewleta Tirk, biryara ji nûve hilbijartinên Stenbolê xiste roja daxuyaniya Rêber Ocalan. Ev ji aliyê dewleta desthilatiya AKP’ê pir bizanebûn hate kirin. Him xwestin bandoriya daxuyaniyê lewaz bikin, him jî bi rêya daxuyaniyê li ser dengdêrên Kurd bandoriya xwe bikin. Lê êdî diyar dibe ku ev siyaseta xapandinê ya dewleta Tirk li ser gelê Kurd bandoriya wê nemaye.
Eşkereye ku di siyaseta êrîşkariyê ya dewleta Tirk de tu guhertin tineye. Dema ku dewleta Tirk li navxwe û cîhanê tengav dibe, ji bo xwe ji tengaviyan xelas bike, hin gavan davêje. Ev nayê wateya ku, nêzîkatiyeke rast ji pirsgirêkan re ye.
Divê em bizanibin ku, heta niha gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo hebûna gelê Tirkiyê nebûye metirsiyekî. Berovajî vê gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ji her demê zêdetir dixwazin bi gelên cîran re di nava hevkariyê û aramiyê de bijîn. Lê siyaseta dewleta Tirk ya dagirker ya dibin dîktatoriya Erdogan deye hebûna xwe li dijî tinebûna gelên Kurd avakiriye, naxwaze bi Kurdan re têkiliyekî stratejîk bide avakirin.
Gel û hêzên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka şerê navxwe yê Sûriyê bangawazî dikin ku hemû pirsgirêkên heyî bi rêyên aşîtî çareser bikin. ji bo wê ji 2013 heta payîza 2014’an hewldan ku bi dewleta Tirk re rêyek aştî peyde bikin. Lê dewleta Tirk ya dagirker ev hewldanê aştî û aramiyê, bi destek dayîna çeteyên DAIŞ/Cephet El Nusra bersiva niyeta kurdan ya baş-aşîtiyê dane.
Ev 27 sale Kurd li bakûrê Kurdistan bangawaziya aştî dikin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroz a 1993’an ji bo aştî li Kurdistan û Tirkiyê pêk were agirbestek ragihand û ji wê demê ve heta niha banga aştiyê ya tevgera azadiya gelê Kurd hebû. Niha jî bangek wiha tê kirin. Lê ev bang yekser hate red kirin.
Desthilatiya di bin dîktatoriya Erdogan berî hilbijartinên xwecehî yên Tirkiyê û bakurê Kurdistan, ji Kurdan re digotin “kî qala Kurdistanê bike, bila biçe bakûrê Iraq ê.” Kêm mabû bigotina Kurd nînin. Ji xwe hevkarê Erdogan, Bahçelî vê digot. Pişt re dîtin ev biwan dide wendakirin, “gotina birayê me Kurd” bikaranîn. Di demek ku hilbijartinê xwecehî yên bajarê Stenbolê ji nûve bêkirin, piştî 8 salan hiştina Rêberê Gelê Kurd bi parazvanê xwe re hevdîtin bike, bihna siyasetekî demkî yên ji bo hilbajartinê Stenbolê jê tê. Ger wiha be ji xwe ji niha ve Kurd li bakûrê Kurdistan û Tirkiyê siyaseta xwe li beramberî desthilatiyê diyar kirine. Wê neyên lîstikên Erdogan.
Bi rastî dewleta Tirk ya dagirker ger wê di siyaseta xwe de guhertinek cidî çêbike, divê ev nehêle piştî hilbijartinên li Stenbolê û ji niha ve eşkere bike. Na ev eşkere neke, diyar dibe ku hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd taktîk nêzîkatiyeke. Dewleta Tirk ya dagirker heta siyaseta xwe li bakurê Kurdistanê neguherîne, siyaseta xwe ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê naguherîne.
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî tu hêzan helwestek êrîşkar nîşan nedaye, nade jî. Hemû siyaseta xwe li ser diyalog û aştî avakiriye. Lê ev nayê wateya ku xwe naparêze. Ji bo wê ji her demê zêdetir divê gelên herêmê li ser parastina xwe xebat bikin. Ev wê rêya çareseriyê veke.





