Farûk SAKIK
Salên reş û rojên reş bû…
Darbeya leşkerî û cûnteya faşîst bû..
Di van salan de demsal wek hev û hemû sar bûn.
Zarokên wan li zîndanan û ew jî di nav şînê de bûn.
Ew dayik bûn…
Piştî darbeya 12 Îlonê, li Tirkiyê di girtîgehan de pêvajoyek nû dest pê kir.
Girtîgeh bûn wek kampên mirinê.
Siyasetek taybet jî hebû; diviya malbat û dîlên azadiyê ji hev bihatina dûrxistin.
Diviya çûyin û hatina wan bihata astengkirin.
Diviya li ber deriyê zîndana eniyek berxwedanê çûnebûya…
Û zarokên wan li devereke sabît nehiştin, zindan bi zindan gerandin.
Roja ku “Rînga zindanê” derdiket rê, dayik jî li pey wan bûn.
Ji cîh û warên dûr hatin, li ber deriyê zîndanan kom bûn û hev naskirin.
Got; ez Kebîre dayika Mazlûm Doganim…
Got ez Zeyneb, dayika Elî û Huseyîn Poyraz im…
Got ez Hatîce, dayika Riza Altun im…
Got ez Şadiye dayika Nîmet Sevim im…
Got ez Sarê dayika Senan Sakinç im….
Gotin û hev naskirin.
Dîsa li ber deriyê wan zindanan soz dane hev; ew ê zarokên xwe bi tenê nehiştina, wê destûr nedana ku zarokên wan di nav lepên dijmin de bimana.
Wê destûr nedana ku dawî li hedef û armancên zarokên wan bihata û dîsa wê roj bihata ala azadiyê hilgirtina û bi meşijyana.
Ev soza wan bû.
Ew roj hat, meşiyan.
Di salên 80’êyî de êdî li zindanan êşkence derketibû asta herî jor.
Zexta kincên “yek tîp” li girtiyên dîl dixwarin.
Li dijî van kiryaran dîlên azadiyê dest bi berxwedanê kirin.
Li hin zindanan çalakiyê grevê biçîbûnê û li hin deveran jî çalakiya rojiya mirinê dest pê kiribû.
Dema ku dengê dirûşmên wan li zindanan bilind dibû, dayik jî ketin nav liv û tevgerê û bi rêketin.
Li ber deriyê zîndanan kom bûn.
Êdî eniya wan a berxwedanê ev derî bûn.
Bi rojan deriyê van zîndanan terk nekirin.
Wan jî dixwest, li derve bibin dengê zarokên xwe.
Ew jî derbasî saziyên mafên mirovan bûn, çalakiyê rûniştinê û li van navendan dest bi çalakiyên grevên birçîbûnê kirin.
Ji bo bi cîhanê bidin hesandin ku li Tirkiyê faşîzmek bi çi rengî heye..
Meşiyan!..
Berbi saziyên pêwendîdar ve meşiyan.
Bi daxwaznameyan serî li rayedarên dewletetê dan.
Bersiv negirtin, dîsa meşiyan û biserketin.
Û sal derbas bûn gelek ji van dayikan koç kirin deverên din.
Gelek ji wan bi salan li benda ku xeberek ji zarokên xwe bigirin man.
Hin ji wan jî bi hesreta zarokê xwe, koça dawî kirin.
Sal 2019 bû, ew dayik çûbûn û êdî nifşek nû ya dayika derketibû qada têkoşînê.
Piştî ku li Îmraliyê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan hat şidandin, dayikek bi navê Leyla Guven ji bo şikandina vê tecrîdê, roja 7ê Mijdara 2018’an pengavek da destpêkirin.
Ev pêngav çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger bû.
Li gelek deveran û li zîndanan ev pêla berxwedanê berbelav bû.
Di 30’yê Nîsanê de 15 dîlên azadiyê, dest bi berxwedana rojiya mirinê kirin.
Her çiqas vê berxwedanê gelek tişt bidestxistibû û bêdengî şakandibe jî, lê Tecrîd hêjî dewam dikir.
Di demek waha de careke din dayik li ber deriyê zîndanan, di şopa dayikên xwe de, di nobeta berxwedana zarokê xwe de bûn.
Di destpêkê de dîmenek ji ber deriyê zîndana Gebzeyê hat.
Dîmenên 3 dayikên di milê hev de û li hember wan jî hin kesên ji mirovahiyê dûr û çavsorî hebûn.
Şerê reş û sipî bû.
Dayik ji bo rojên xweş û azadiyê sipî, û hin kes jî ji bo ewlekariya faşîzmê reş bûn.
Dayikên laçikspî êdî rojeva cîhanê bûn.
Dest bi meşa laçikspiyan kiribûn.
Rengê ku bi salan zarokên wan parastibû heldabûn.
Faşîzm ji wan ditirsiya.
Li dijî faşîzmê, bi tenê hin dayikên laçikspî hebûn û vîn didan derdora xwe.
Ditirsiyan û digotin: Ev dayikên laçikspî wê bibin sedemê bahoza berxwedanê.
Dîtin û nexwestin.
Ev yek dîtin û erîş kirin.
Lê bi serneketin.
Dayikên ku bi awayek hovane ji ber deriyê zîndanan dûr hatin xistin, çûn malê, ji bo dijmin kêyfxweş nebe xwîna ser çavên xwe şûştin û vegeriyan.
Evcar bi hêrseke mezin û bi biryar bûn.
Heta tecrîd ranebûya, heta faşîzm têkneçûya, heta Kurdistan azad nebûya, wê ev laçikên spî ji serê wan nehata xwarê.
Ev meş meşa laçikspiyan bû.





