Mihemed ŞAHÎN
Leyla Guven 183, Nasir Yagiz 170, Zindan 145, Îmam Şîş û siyasetmedarên Strasbûrgê 144, sê wekîl 62 û ji 1’ê adarê vir ve ji heft hezarî zêdetir girtiyên zîndanan 40 roje di çalakiya greva birçîbûnê de ne. 15 girtiyên zîndanan 10 roje ji bo rabûna tecrîda ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan dest bi rojiya mirinê kirine.
Berxwedana ku şeş meh berê di bin pêşengiya Leyla Guven de destpêkir berxwedana rûmetê ya bi hezaran kesî. Her ku diçe bi tevlîbûna komên nû rojbiroj hêjmara hezaran zêde dibe.
Berxwedana Leyla û rêhevalên wê di cîhanê de deng daye. Di qada navneteweyî de, di gelek sendîqayên kedkaran yên bi nav û deng de, di gelek sazî û rêxistinên heq, hiqûq û maf parêz de, di pênûsa gelek zanyar û rewşenbîrên bi navûdeng de û di gelek meclîsên Ewropayê de bûye rojev. Lê ji bo ku li Tirkiyê nebe rojev çi ji destê hikumeta AKP’ê û çapemeniya wê ya hewizê tê dikin. Carinan dibin ker, kor û lal, carinan rojevê diguherînin, carinan jî bi dek û dolabên xwe yên osmanî dixwazin berxwedanê bişikînin û bê encam bihêlin.
Hewildana AKP’ê ya yekemîn a şikandina berxwedanê di 12’ê çileyê de pêk hat. Di roja 66 emîn a çalakiya berxwedana rûmetê de ji nişkêve Mihemedê birayê Ocalan birin girava Îmralî û bi qasî 15 deqeyan pê hevdîtin dan kirin û xwestin civaka Kurd jî qîma xwe bi wê hevdîtinê bîne û dawî li çalakiya xwe bînin. Kurdên xwediyê cerebeyên berxwedana 40 salî ji dek û dolabên AKP’ê haydar bûn. Bi bîryardariya xwe ya berxwedêr lîstoka AKP’ê vala derxistin.
Piştî wê hewldanê bi hezaran kes tevilê berxwedana Leyla Guven û hevalên wê bûn. Her çiqasî rayedarên AKP’ê û çapemeniya wê xwe li ker, kor û laliyê danin jî berxwedan pêl bi pêl bilind bû û ket rojeva cîhanê. Faşîzma AKP-MHP’ê di qada navneteweyî de teşhîr bû. Li derve û di hundir de tengav bû. Bi ser têkçûyina aboriyê re têkçûna hilbijartinên xwecihi yên 31’ê adarê weke kabûs li ser hikumeta AKP-MHP’ê rûnişt.
AKP neçar ma ku careke din bikeve nava hewldanên şikandina berxwedanê. 2’yê gulanê, di roja 176 emîn a berxwadanê de, hewldana duyemîn a şikandin û bêencam hiştina berxwedanê pêk hat. Hikumeta AKP’ê piştî heyşt salan cara yekemîn destûr da ku du parêzer bi qasî saetek bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtinê pêk bînin. Di xefleteke mezin de li bendê bû ku civaka kurd qîma xwe bi vê hevdîtina ya tenê bi saetekî sînorkirî bîne û dev ji berxwedana xwe ya rûmetê berde.
Şert û mercên hevdîtinê û geşedanên piştî hevdîtinê bi awayeke zelal nîşan didan ku niyeta AKP’ê ya rakirina tecrîdê tun ye. Armanca şikandin ê bêencam hiştina berxwedanê ye.
Mînak; Çar parêzer daxwaza hevdîtinê dikin lê tenê destûr didin du parêzeran, parêzer dixwazin bi girtiyên Îmraliyê yên din re jî hevdîtinê pêk bînin destûr nadin, di hevdîtinê de dan û stendina nîşeyan qedexe dikin, peyama ku Rêberê Gelê Kurd dixwaze ji gelê xwe re bişîne piştî 3-4 rojan encax didin parêzerên wî, daxwaza malbatê ya hevdîtinê red dikin.
Bêguman ev hewldana AKP’ê ji hêla berxwedêran ve jî hatibû dîtin. Çend saet piştî daxuyaniya parêzeran bi daxuyaniya xwe ya çapemeniyê biryardariya xwe ya berdewama çalakiyê îlan kirin û piştgirî û baldarî ji civakê xwestin. Hewldana AKP’ê ya şikandina berxwedanê careke din ji vîna kurdê berxwedêr vegeriya.
Belê, bi daxuyaniya zîndanan diyar bû ku wê berxwedana rûmetê berdewam bike. Lê hewceye em jibîrnekin ku di pêvajoyeke gelek xeternak de berdewam dike. Çalakiyên greva birçîbûnê ji bo çarserkirina pirsgirêkan bang li wijdana civakî dikin. Dema ku wijdan ker, kor û lal bin çalakiyên greva birçîbûnê vedigerin rojiya mirinê. Çalakiyên rojiyên mirinê çalakiyên fedaî ne. Bê şik û bê guman in. Xeynê serketinê tişteke din nafikirin.
10 roje 15 girtiyên zîndanan di rojiya mirinê de ne. Ji bo serketina hezaran vîn û bedena xwe kirine pola û li berxwe didin. Bê guman berdêl çiqasî giran be jî di encam de wê serketin ya wan be. Lê em dikarin berdêla serketina wan siviktir bikin.
Heke em erka xwe ya civakî bînin cih emê karibin beriya ku berdêlên giran bên dayin daxwazên wan bi desthilatdariya AKP-MHP’ê bidin qebûlkirin. Heke em erka xwe neynin cih emê jî bibin şirîkê gunehên berdêlên wanên giran ên ku bên dayin.
Li gel hemû neerêniyan hevdîtina ku parêzeran pêk aniye gelek girîng û watedar e. Serketina berxwedana rûmetê ye. Destketiyeke gelek girîng û nîşaneya nêzikbûyina serketinê ye.
Berxwedana ku du care derî li Îmraliyê vedike bêguman wê tecrîdê jî bişikîne.





