Medenî FERHO
Nivîskarên Kurd, gelek caran lehengên cîhanê ku li dijî faşîzmê têkoşîn kirine mînak didin. Helwestek rast e, lê desthilatdarên ku zembereka demê, di destên xwe de digirin û entelektueliya cîhanê, van mînakan baş zanin, faşîzmê jî baş nas dikin. Lê naxwazin ratsiya îro bibînin.
Kurdistan Stalingrad e, û em, gotina “piştî Auschwîtze, nivîsandina helbestê barbarî ye”, ji bo zindanan bikar bînin baştir e!.. Ji têkçûna faşîzma Hîtler li Stalîngradê, heta têkçûna faşîzma reş DAIŞê, gelek dem derbas bûye. Di vê dema dirêj de, faşîzmê rengê xwe û amurên bi kar tine guhertine. Sîstema dewletan jî, di rengê komargeriya bazirgan û parlamenterîzma faşîzan de hatine guhertin…
Lê cûdatiyek heye; dema ku hêzên Hîtler li Stalîngradê têk çûn, rastiya kampên komkujiyan jî eşkere bûn. Di pêşketina enetelektueliya cîhanê de jî erdhejek çêbû. Slogana ku wek ayetek pîroz û qanuna nayê guhertin derkete holê; “li kudera cîhanê faşîzm hebe, aqlê entelektuelî mecbur e li dijî şer bike.”
Mixabin, di pratîkê de wisa çênabû: Bi têkçûna faşîzma reş ya DAIŞê, biqasî têkçûna hêzên nazî, cîhan nekitibe nava tevegerê jî, biqasî wê serdemê, bi taybetî dilê Ewropa xweş bû. Hêzên ku zembereka demê di destên xwe de digirin, li ser navê mirovahiyê daxuyanî dan. Balkêş e, daxuyanî, ji dilsozî û germahiyê himbez kirina mirovahiyê, ji “parastina nirx û pîroziyan” dûr bûn.
DAIŞ têk çû, pê re pê re, dewşîrmeyên Turk-î Îslam derketin holê, qas çeteyên bermayiyên DAIŞê jî kom kirin, bi seferberiya kina faşîzan êrîşî Kurdan û gelan kirin. Erdogan jî, çete, wek “kuwayî milliye-hêzên neteweyî” bi nav kirin. Hêzên Hîtler, bi dagirkirina Stalîngradê, hêvî dikirin ku ew ê emperetoriya xwe ava bikin. Faşîzma dewşîrmeyên Turk-î Îslam jî, bi zihniyeta Osmanî êrîşî Kurdan û gelan dikin. Ne tenê Kurd, aqli- selîmên ereb jî, xeyalên Erdogan yên Osmanî dubare dubare dinivîsin.
Kurdistan Stalîngrad e!… Faşîzma Erdogan jî, kampên tunekirinê ava kirine; dehşetengîz wahşeta “jêrzemîn”an, wek firinên tunekirinê bikaranîn, girtîgeh kirine arena tunekirinê, kolan kirine holka qirkirina siyasî… Ne tenê çend kamp; tevahiya Bakurê Kurdistanê, Efrîn û beşek ji Başûr jî kirine kampên tunekirinê.
Li Erdoganland, her roj, herî kêm 10 Kurd têne girtin, 7 hezar girtiyên Kurd, di greva birçîbûnê de ne, rewşa wan jî tixubê krîtîk derbas kiriye, 15 lehengên Kurd, dest bi rojiya mirinê kirine, dayikên Kurd ratsî êîşên hovane tên… U, tecrîda li ser Rêber Ocalan, li girtiyan, li ser tevahiya gelê Kurd heye û ne tenê îzolekirin e, bingeha qirkirin şimuliya Kurdan e…
Ewropa û Emerîka, qet behsa faşîzma Turk-îslamî nakin..Rusya hegemonik jî, biqasî serdama “çarîti”yê, rolek xerab dilîze. Di rojava wan de, S-400, balafirên şer û petrol heye…Hawara gelan, êdî gel bi xwe ne!..
Faşîzma ku di sala 1923an de, bi “Qanuna Takrîrî Sikûn” dest pê kir, bi “Şarq Islahat Planî” giha kopirê herî jor û heta îro dewam dike; îro jî, Kurdistan bûye Stalîngirad !… Erdoganland jî, bûye hêlîna çeteyên DAIŞ û kontra. Aqlê Erdogan, aqlê dewşirmetiyê ye û xerabe ye, diyalektîka kultur û barbariyê bi hev re dike pratîkê. Ev jî negatîf diyalektîk e!…Cîhan vê rastiyê nabîne.
Di negatif diyalektîkê de, Kurdan jî, piştî “wahşeta jêrzemînan” helbest ne nivîsîn. Lê dibêjin: Faşîzma Hîtler û Erdogan, bi nuasan ji hev cûda ne. Zindanên Erdoganland, biqasî kampên Naziyan metirsînî ne. Cîhan bêdeng e û bêdengî jî hevkariya bi faşîzmê re ye.
Cîhana ku xwedê giravî, bi rêbazên demokratîk haraket dike, naxwaze gelê Kurd di dîrokê de bibîne. Lê Kurdan, zembereka can (rihê) mirovahiyê derxiste hole. Ev zemberek, rihê dîroka rast e, teqeze wê serbikeve.,





