Qasim ENGÎN
Dewleta tirk bi sultanê xwe yê nû li ser şopa osmaniyan dimeşe. Osmaniyên ku qaşo carek bi tesadûfî li Surî bapîrek wan mirîbû, ya xwe dihasibandin. Bi gotinên wan, li ku derê nalê hespê wan lê ketibe û li ku derê mezinekî wan mirî be ya wan e. Ji ber wê jî dema ku bûn hêz ewil beriya xwe dan cihê bavê wan yê li Surî mirî. Her wiha tam 400 sal li wan deran hukum kirin. Ruxmî ku bi zorê ew derana dagirkirîbûn ya xwe dîtin û wiha jî nêz dibûn.
Em bala xwe didinê îro jî neviyên wan bi heman ferasatê Surî û her wiha Kurdistan heta giştî erdnîgariya ereban li ser xwe dihasîbînin.
Ger wiha nebe çima her tim behsa 22 mîlyon kîlometre çarkoşa axa qaşo bav û kalên xwe yên Osmanî dikin?
Ger wiha nebe çima li ser axa Surî him ala tirkan hildidin û him jî gav bi gav di wan erdîngariyan de çanda tirkan û zimanê tirkan pêş dixin?
Ger wiha nebe çima gav bi gav pergala xwe ya îdarî derbasî axa Surî dikin û wan deran wek koloniyek xwe rêvedibin?
Ger wiha nebe çima îro di nava axa Afrîn de dîwaran lê dikin?
Bêguman pirsên ku em bikin zêdene û pir girîng in. Lê mixabin ne rayedarên Surî ne jî Lîga ereban nerazîbûna xwe naynin ziman.
Lê pêwîste ku herkes bizane, ji bo kesên xwedan hişmendiya Osmaniyan; erebê baş erebê mirî û darvekiriye.
Hêna salên 1912’an, di belgeyek tirkan de; “Ereban di bin gulebaranê de bihêlin û hewil bidin ji wan xelas bibin; ji ber ku kuştina wan qenciya me ye” dihate gotin.
Bila were bîra me ku di dema xwe de Osmaniyan tenê Ermen, Yewnan, Suryan-Keldan-Aşûr, Çerkez û her wiha Kurd di qirkirinan re derbas nekirin e. Heman demê Osmanî gelê ereb û Rewşenbîrên wan jî di sêdaran re derbas kirin e.
Dema ku rewşenbîr û şoreşgerên ereb di wan salan de hewldanên azadî raber kirîbûn tirkan bi êrîşên pir dijwar bersiv dabûn. Ji ber wê gelek şoreşger û rewşenbîr girtibûn. Paşê jî ew birin sêdarê. Ewil di 20’ê Tebaxa 1915’an berve sibehê wan li meydana mezin a Beyrûdê, El-Bûrcê daliqandin. Pêre bi giştî 21 kes, 17 Misilman û 4 jî Xirîstiyan di 6’ê Gulana 1916’an bi berbangê îdamkirin. Dîsa 14 li El-Bûrcê, 7’ên din jî li Şamê, meydana al-Marjen hatin înfazkirin.
Çima? Ji ber ku Tirkên Osmanî ereban wek xulamên xwe didîtin.
Çima îro tirk li Cerablûs, li Bab, li Efrîn û li Idlib ewqase çete û leşkerên xwe bi cîh kirine û cîh dikin?
Bersiv vekiriye; dewleta tirk ji ber ku Surî mulkê bavê xwe dibînin.
Lê pêwîste ku were zanîn ger tirkên Osmaniyan neyên sekinandin yê tenê li wan deran nesekinin. Yê berê xwe bidin Haleb û pê re jî li ku derê bisekine ne diyare. Em hîç behsa Mûsûl, Kerkûk nekin.
Mijara wan mijara nalê hespê bavên wan e.
Bi vê zanîstiyê pêwîste ku di rojek nû ya 6’ê gulanê de li hember dagirkeriya tirk a faşîst de li hemû eniyan em bi hevre, serî de ji gelê me yê ereb re bersiv bidin.





