Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Efrîn û Dîwarê Tirkiyê

06/05/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Rihê 8’ê Adarê, rihê Leylayan û Avesta ne
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî BEDRAN

Hêzên dagîrkeriya Tirkî bi avakirina dîwar, Efrîn ji Sûriyê parçe dike. Ev zêdeyî salekê li ser dagirkeriyê ve derbas bûye. Her tim Tirkiyê hevdîtinan bi Rûsya, Astana û Sotşî re çêdike. Her ku rayedarên Rûsî devê xwe vedikin, agir bi tevhiya xaka Sûriyê dixin. Rayedarên Tirkiyê jî heman axaftinên dogmatîk dibêjin. Lê belê, di pratîkê de, dagirkeriya faşîzmê ya Tirkiye di Sûriyeyê de kûr û dirêjtir e. Rûsya jî her di pêşkêş kirina xaka Sûriyê ji Tirkî re dewam dike. Rûsya bi Tirkan re li ser Efrînê tam çi bazar kiriye! hîn tam ne zelale. Rûsya jî derbarê vê mijarê de ji gelê Sûriyê re tu daxuyanî jî nedaye.Çima artêşa Tirk a dagîrker dîwaran li derdora Efrînê lê dike? Dagîrkeriya Tirkî li pêş çevê cîhanê dagîkerî û paqijkirina etnîkî kir. Ew nahêlin ku welatiyên Efrînê vegerin cih û warên xwe. Weke ku ev nebes, niha jî dîwarê parçekirinê lê dike. Ya balkêş jî ku hikûmeta Sûriyê li beramberî vê dagîrkeriyê û lê kirina dîwarê parçekirinê bêdeng maye. Pirsgirêk ne ku ew hêzên şerin an na. Sûriyê diher derfetê de li ser yekîtiya Sûriyê soz dide. Lê li berambrî hêzekî dagîrker ku di hindirê xaka wî dîwar lê têkirin di bêdengiya xwe de fetisye. Rûsya di vekşîna Esed bi pêşkêşkirina Efrînê re dike hevkarî? Bi xwaze ne xweze mîna van pirsan di aqil de çêdike.
Dibe ku ev pisgirêkên hikumeta Sûriyê biçe saziyên Navnetewî. Herî kêm ew dikare êrîş û dagîrekriyê şermezar bike. Da ku tevger anjî çalakiyekê bike tiştek nake, ew ne nerîna gelê xwe û nejî ya cîhanê digre. Ev girêdayî qelsî û zehmetiyên Sûriyê ye. Beriya demkê dema ku Trump di daxuyaniyê de got ku Colan ya Îsrayîlê ye, li wir Sûriyê bêdeng nema. Tevî ku tê zanîn ev bi dehên salane Colan dibin dagîrkeriya Îsrayîlê deye. Lê Efîn nû hatiye dagîrkirin. Ji bo wê jî pêwîst dikir ku Sûriyê ji wiha zêdetir çalak ba. Cîhana Ereban jî, ku xaka Sûriyê ji hêla Tikrkiyê ve hatiye dagîrkirin, bi germî nêz nabin. Tirkiyê, di her derfetê de, dijminahiya xwe ya li himberî Kudan dide êşkerekirin. Çetet li Efrînê hene û binpêkirina dij mirovî pêk anîn. Niha kurd li Efrînê nehiştin e. Niha jî da ku hemû têkîliyên niştecihên Efrîniyan ji Efrînê qutbikin, dîwarê perçebûnê lêdike. Hin kurd hene, ku hîn hêviyên xwe ji dagîrkeriya Tirkî qutnekirine! Dagîrkriya Tirkî zext û pelçiqandin li ser PKK û YPG’ê dike, lê ew kurdên rihê wan xayîn, hêvîdikin ku tişetkî bidê wan! ne ku ew nizanin, dagîrkeriya Tirkî tişetkî nade û dê hemû polîtîkeyên qirkirinê li ser Kurdan bide meşandin. Lê ji ber ku wan hest û wijdana xwe hiştin, ew bi kesek girêdayî bûn û ew li erdê dixijiqin da ku berjewendiyên xwe bigirin. Tişta ku dagîrkeriya Tirkî li Kurdan kir Osmaniyan bîlê nekir. Osmaniyan her dem kurdan nêzî xwe digirtin. Wan ji bo kurdan qirbikin piştgirya gelên din ne girtin. Lê belê Erdogan û Bahçeli jî, dixwazin ku kurdan bi destê hin erebên çekdar ku alîgirê çeta ne qirbikin. Dewleta Tirk a dagîrker van komên çete li hawîrdorê xwe kom dike û bi çek dike, da ku êrîşî kurdan bikin û wana ji bo paqijkirina etnîkî bikar tîne. Erdogan hewl dide ku tevahiya cîhanê li dijî Kurdan tevger bike. Cînosayda ku di sedsala 20’an de pêk ne het dixweze de sedsala 21’ê de pêk bîne. Stratejiya ku Erdogan û Bahceli dikin bêgûman li ser hilweşandina kurdan e. Ne wisa be dagîrkeriya Tirkî, ewqas bazar nake û di çirava şer de nedima. Kurdên li Sûriyê tenê li himberî çeteyên DAIŞ’ê şerkirin û xwe parastin. Şerê li himberî çeteyên DAIŞ’ê ji bo ewlehiya tevahiya cîhanê jî alîkariyek mezin bû. Ew ne li himberî dewketa Tirk şerkirine û ne jî hêzekî wisa heye. Aretêşa dewleta Tirk a dagîrker herikîne li serê kurdan bûne bela. Wek ku dagîrkeriya Efrînê ne bese, her roj gefan li Rojava dixwe û dibêje: “ezê dagîr û tarûmar bikim.” Ew bi xwe dagîrker û êrîşkare. Lê weke ku mexdur bû ye dikeve nava fêlbazî û hîleyên erzan de. Rewş û halê heyî kes nemaye û nedîtiye û nizane heya cîhan dizane. Rûsya dikare Efrînê bide Tirkiyê, jixwe halî hazir daye jî. Dibe ku Esed li himberî vê bêdeng bimîne, lê gelê Sûriyê dê li xak û rûmeta xwe xwedî drekevin. Çawa ku yên desthilatdar dibînin ku bi hêz û hovîtiya xwe gelê herêmê ji cihên wan derdixin û dagîrdikin, mafekî rewa ye ku ew gel jî li berxwe bidin û xaka xwe ji dagîrkeriyê rizgar bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.