Hozan SEYIDXAN
Rewşa strana kurdî û rûdana li hemberê asîmilasyonê, bi taybetî jî beriya darbeya 12,ê êlûna sala 1980,de
yanî di salên 1970,de hinga di wê demê de stranbêjiya kurdî mîna gumlekekî ji agirbû ji ber
qedexekirin û zordariya dewleta tirk a dagîrker li ser gelê kurd rewşa çand û hunera gelê kurd -ziman, stran, û wêjeya kurdî di rewşeke pirî
giran re derbas dibû, ji ber vê rewşa qedexe kîjan strabêjî bi gelemperî strana kurdî bigota divabû ku bedela wêjî bida, mîna binçavkirin, îşkence û lêdanê. Di van salan de liv û tevgera rêxistinên kurd yên siyasî jî bi pêş dikeve ,
Ji ber sedema mercên dijwar û asteng de, ger çiqas hijmareke tekane bejî dîsan strana kurdî a siyasî her ku çû xwe bi bandor kir, yek ji wan stranbêjan jî ku strana şoreşgerî , siyasî , azadiyê digo
Şiyarê Farqînî bû.
( Evîna min ez bi hesreta te mam, çend sal û zeman
lê bi sond û peyman, ev zar û ziman ji xeynî li ser te,
ne got helbest û stran, lê îro ji bo te hat ziman, ey rih û can.)
Şiyarê farqînî di sala 1953,de li navçeya farqînê ku girêdayi amedê ji dayik bûye, demekê weke karker di febrîqe ya tekelê de kar dike di heman demê xebatên xwe yên stranbêjî jî berdewam dikir.
Piştî bi çend salan û şûnde ew weke mamûrekî dewletê, di şûbeyeke leşkerî de ku li farqînê ye kar dike. Û pêrejî komeke mûzîkê ava dike û li seran serê herêmê dest bi sazkirina dawet û şahiyên civakê dike.Li gor hin çavkaniyan di salên 1979,an û 1981,de danasîna wî bi Kemal pîr û Mahsûm korkmaz- Egît – re çê dibe û pêre hezkirina wî ji têkoşîna azadî û şoreşgerî re her ku diçe bi hêz û xurt dibe û pêre pêrejî hest û ramanê stranê şiyar farqînî her ku diçe gur û geş dibe.
şiyar bi hatina darbeya leşkerî a di sala 1980 de ji ber stranên xwe yên şoreşgerî û kurdperwerî tê girtin. wekî du sal di zindana Amedê de dimîne. şiyar weke hemî girtiyên siyasî para xwe ji îşkence û lêdanê digre.
Piştî ku cezayê wî bi dawî dibe dîsan karê xwe yê stran bêjiyê berdewam dike. Di navbera salên 1979 û 1984,de çend berhem weke kasêt diweşîne, lê bila hilweşe kelha zilmê ji ber weşndina kasêt û stranbêjiya xwe şiyar careke din di sala 1984 de, tê girtin vê carêjî dîsa du salan di zindana amedê de radizê. Piştî ku ji zindanê dertê her ku diçe şiyar dikeve bin çavdêrî û zextên dewletê .ji ber van sedeman neçar dimîne ku ji welat derkeve.
şiyar di sala 1992 de ji welat derbasî stockholm paytexta swêdê dibe û li wir weke penaber bicîh û war dibe .
şiyar hesret û vîna xwe a welat û şoreşê wiha anîye ziman.
( heyla dayê heyla dayê,
çima te reş girêdayê
Ji bo welat ez şehîd bûm
serfirazbe li vê dunyayê)
şiyar di jiyana xwe ya penahindatiyê jî ti caran hêviyên wî ji doza azadiyê re lewaz nebû û her wihajî qet dest ji xebatên hunerê û strana şoreşgerî berneda û her ku çû dan û standinên xwe bi saziyên çand û hunerê re xurtir dike.şiyar gelek starnên şoreşgerî û gelêrî ku ta vê rojê jî têne heskirin, ji wan , Gerîla hat meydanê, şêrîna min , Evîndarim, lê can lê can, û her wiha bi dahan stran afirandine û gotine.
Lê bera mala nexweşiya penceşêrê wêran bibe, şiyar di temenekî gihayide, ku bi hêvî, baweriya xwe a serkefitina kurdstaneke azade bijiya.
lê mixabin evê nexweşiya mal wêran derfet neda û di 22. nîsana 2001,de hunermendê hezkirî koça xwe ji nav me barkir. şiyar farqînî dê ti caran neyê ji bîr kirin û ewê her û her bi ked û stranên xwe di dilê gelê kurde de bi rêz girtin bijî û bête bi bîranîn..





