Derwêş M. Ferho
Berî 15 salan yek ji civînên Koma Xebatê ya Parlementeran ji bo Kurdan û Koordînasyona di hember şerrê Kurdan de di senatoya Beljîka de li ser mafên merovan û gelan derbas dibû. Bûyer li Rojava û Suriyê roj bi roj zêdetir û dijwartir dibûn.
Li Başûrê Kurdistan hêviyên netewebûna Kurdistan bi hêvî bûn. Partiyên Başûr jib o pêkanîna hikûmeteke herêmê li dor masê diciviyan. Pirsgirêk bi temamî çareser nebûbûn jî çirîskek diket pêş me.
Li Bakur têkoşîn bi hemû aliyên xwe xurttir dibû. Siyasî, kultûrî, civakî, leşekerî bi hemû dijawriyên xwe re didomand. Rojhilat di amadekariya destpêka têkoşîneke nûjen de ye. Hêzên her dû dewletan jî her awayê fêl û xapan bi kar tînin ku adrbe li tevgera azadiyê bidin.
Dema têkoşîn li welêt pirr alî bi rêve diçe li dervayê welêt piştgirî dibe şertê herî giring. Loma, têkoşîna esasî li welêt e. Serketin û binketina me Kurdistaniyan girêdayî wê têkoşînê ye.
Rejîma Suriyê bi hemû hêza xwe ve êrîş dibir ser her awayê çalakiyan li Rojava. Rejîma dictator li temamiya Suriyê, bi hevkariya Rusya, Îran û Turkiyê niyeta civakeke demokratîk nîşan nedida. Bo wê jî Kurdên Rojava xebata xwe ya pirralî xurt kirin.
Di îlona 2003 de PYD-Partiya Yekîtiya Demokratan hate avakirin. YPG-Yekîneyên Parastina Gel di 2004 de ava dibe, peywîreke giran didin ser mile xwe. Heşt salpaşê, di 2012 de YPJ-Yekîneyên Parastina Jin, ava dibe û mile didin hev ku jiyaneke demokratîk li Rojava ava bikin.
Ji bo em dengê Rojava di nava raya giştî de li Ewropa belav bikin, me bi dost û hevalbendên xwe re civînek di senatoya Beljîka de pêk anî. Mijar “Rewşa aktuel li Suriyê: mafên merovan û gelan”.
Senotor Lionale Vandenberghe, ku di heman demê de serokê rêxistina aştiyê bû, û bi salan serokatiya Koma Xebatê ya Parlemeteran ji bo Kurdan bi rê ve bir, serokatiya vê konferansê kir. Marwan Osman, endamê Partiya Yekîtî û ez jî beşdar bûn.
Destpêka civînê bi van gotinan dest pê kir. Ji du milyon Kurd zêdetir li Suriyê bi xewnên ku mîna Kurdan li Iraqê ji 1991 ve otonomiyek bidestxistine dijîn. JI 2002 ve Kurd bi girseyî li kolanên bajaran xwepêşandanan dikin, rêya diyalogê bi rejîmê re digerin, lê mixabin rejîm bi tundî bersiv dide û zor û zilma xwe didome. Bi tu awayî nêteke erênî nade xuya û dibe sedema aloziyên hê dijwartir.
Mîna her dem, ne bes konsolosxane û ambasadeya Suriyê, lê ya Turkiyê û Îran jî xwestin mudaxele bikin. Çendîn car peywendî bi senator Lionel Vandenberghe re, bi serokê senatoya Beljîka û wezîrê kerên derve re danîn ku vê civînê bidin rawestandin. Lê hemû caran jî sertewandî vegeriyan meqamên xwe. Di çapemeniya xwe de jî ev qirêja xwe bi heftiyan domandin. Bi taybetî dilê Turkiyê diêşa.
Berî wê rojê û paşê jî çendîn civîn, semîner, konferans hatin amadekirin ku rewşa Rojava û Suriyê bi raya giştî re were parve kirin. Encamên xebatên bi vî awayî di demek kin de nayên dîtin. Encam hêdî hêdî û bi kûrayî ve xuya dibe. Ev xuyabûn jî qewîn û bi hêz e.
Ji bo vê yekê divê em vî awayê xebata xwe li dervayê welêt bidomînin. Çalakiyên rojane li aliyekî, xebatên ragihandin, siyasî, kultûrî li aliyê din pêdiviyek mezin in. Û em ji bîr nekin, şandeyên rojnamevan, akademisyen, nivîskar, siyesetmedar û civaknas her tim di rojeva me de be ku ew bi çavên xwe rewşê li cî bibînin û têr agahdarî vegerin.
Piştgiriya bi Rojava re ji her demê zêdetir e. Wekî din hêzên dagirkerên Turk li herêma Efrînê, û serhişkiya rejîma Suriyê li herêmên din hê dijwartir dibe.





