Sîpan ŞÎNDA
Hey lo delal hey lo delal… lawkê delal
Sibe ye tavê li fêrisê gundê me zeriqand
Evê zalima qîza zalimî, kil û neynikê xwe danî li ber kulek û penceran, were dayê rebenê xwe xemiland
Hey agirê Xwidê li mala bavê te ketiyê, tu wê çûyî te bi keyfa dilê xwe mêrê xwe kir,
Wile te dil û ceger û mêlaka Salihê Emer peritand
Gelo evînê dilê kîjan dengbêjî ne peritandiye? Agir bi dilê kîj hozanî nexistiye? Mirovekî dildar û nevs kiçik, dengbêjekî deng zirav û hostayê strana Kurdî, ruhekî netewî, bilbilê dengbêjiyê Salihê Emerê Cangîr. Ew evîndarekî, xizmetkarekî strana Kurdî bû. Salihê Emerê Cangîr, ji Şirnexe. Hêj di ciwaniya xwe de dest bi stran gotinê kiriye. Dengbêjiya wî ji malbatê tê. Bav û bapîrê wî, birayên wî jî dengbêjin. Ewî ji xwe re digot Salihê Şirnexî. Ew di sala 1968 an de diçe Stenbol plaka xwe ya yekem dadigire. Dengê wî yê zirav û melûl, bîna wî ya neçik stranê dilîlîne. Dema wî qîr dikirê, te digot qey stran ji nava dilê wî derdikeve. Stran li ser zimanê wî bû, lê ji dilê wî diherikî. Ewî gelik stranên gelêrî bi miqamên nû gotine. Strana Mîranê, Were Xayîn ewî bi miqamên niha têne strandin gotine. Strana Lê Siltanê, Hoy Hoy Memo, Qulingo, Lêlê Dînê, Sînemxan, Şebabê, Narîn û gelik stranên din ewî ji ciwaniya xwe û pêde gotine û bi dengê xwe yê zelal tomar kirine. Di sala 1975 an de dikeve girtîgehê de. Ewî bi gelek dengbêjan re stran gotine. Di gelek kûçke û civatan de hunera xwe pêşkêş kiriye. Seydatiya gelik dengbêjan jîq kiriye. Cemalê Mihê dibê seydayê min ê stranan bi teybetî ji strana Mîranê Salihê Şirnexî ye. Ewî gelik cureyên stranan weke lawikên evînê, bêlîte, payîzok û hwd gotine. Gelik lawikên evînê li ser xwe û evîndariya xwe gotine. Di sala 1992 an de keçeka Kurd ya ciwan 17 salî bi navê Bîşeng, li Şirnex di êşkencê de tê qetil kirin. Piştî wê ji Salih Şirnexî strana Bîşengê li ser dibêje. Gotinên stranê Evdilayê Bêjdar nivîsiye. Lê miqam Salihê Şirnexî gotiye. Ewî welatparêziya xwe tu caran nediveşart. Di banda xwe ya di sala 1992 an de tomar kirî de, stranekê bi navê ‘Tu Vegere’ li ser cerdevanan ji dibêje. Di stranê de dibêje:
Tu vegere, tu vegere çavreşê min tu vegere
Rêka tu li ser rêkek xwehre
Salihê Şirnexî gelik kaset dagirtîne. arşîveka wî ya giranbiha heye. Ewî di gelek festîwal û bernaman de stranên Kurdî yên gelêrî gotine. Di van salên dawî de li ser xwe ji stranek bi navê Hay lo Hay lo dibêje. Dîsa strana Delîlêy li ser trajediye jiyana xwe ya malbatî dibêje:
Delîlêy, delîlêy, de herê felekê mala te xirabê te wê çima li min we kir,
Te wê serigê xwe li min hilanî, çeng û mil û baskê xwe li min ba kir,
Hey qedera xirab, mala te xira be, tu wê bûyî serê sebebê, te wê vê sale çavên belek, dêmên gulî, ax felek xirabe, te li ber çavên min winda kir
De rabe zerî kubara min tû yî, berxa min nediyare.
Ew her tim mereqdarê yekitiya netewî bû. Ji ber wê di got ez her tim bi dengê xwe ve, di bin xizmeta gelê xwe de me. Salihê Şirnexî, Mam Salihê dengbêjan bû. Ew di 27.12.2015 an de, dema qedexe li ser Silopiya, di mala xwe de diêşe û ji ber kû nekarî biçe dixtor, diçe li ser dilovaniya xwe.





