Rojnameya Ronahî

Karker çînkî kedkar e û xwediyê mafên civakê ne

Semîra MISTEFA

Bi boneya cejna Karkerên Cîhanê, Hevseroka Komîteya kedkaran a Qamişlo Leyla Mio diyar kir ku Karker çînêkî kedkar e û xwediyê mafên civakê ne û roleke wan ya sereke û binyatner bo geşepêdana aborî û pêşketin û avakirina welêt heye.
Salane di roja 1’ê Gulanê de “Roja Karkerên Cîhanê” de li Kurdistanê û li cîhanê çalakî û xwepêşandan tê kirin. Tevî hemû nêrînên li ser çawaniya peydabûna vê rojê, lê 1ê Gulanê wek sembola xebata karkeran take roja cîhanî ye ji karkeran re.
Têkildarî mijarê Hevseroka Komîteya kedkaran a Qamişlo Leyla Mio diyar kir ku her welatek ku dixwaze di warê aborî de bipêş bikeve, divê karkerên jiyaneke ewle û baş bijîn bo xizmeta welatê xwe bike, bêyî mafên wan were binpêkirin. Herwiha dive sendîke û rêxistinên ku nûnertiya wan dikin jî, bihêz berevaniya wan bikin û wiha dewma kir kirin , xebat û têkoşîna karkeran xebateke dadwer e, erkê hemûyan e jî, piştevaniya maf û daxwazên wan taybet û giştî bikin.
Lelyla Mio di dawiyê de wiha ‘’got pîwiste spasiya erk û keda karkerên Ezîz bikim, ku herdem tehemulê qeyrana darayî û rewşên dijwar kirine û li xizmetkirina welatê xwe de berdewam in.’’
Li ser heman mijarê jina karker ya bi navê Intsar Xizên 1’ê Gulanê roja karkerên Cîhanê pîroz kir û wiha got’’ Di roja karker û kedkaran de yên ku xwedî kar in, dixwazin şertên wan bên başkirin, ên bê kar in jî dixwazin aloziyên wan bi dawî bibin da ku bi hatina razemend û zêdebûna razemeniyan derfetên kar jî zêde bibin.’’
Jina bi navê Necah Xilêf jî Roja Cejna karkerên Cîhanê di serî de li Rêber Apo piroz kir û wiha dewam kir, ‘’bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jinan xwe ji zilmê rizgar kir û naskir’’. Her wiha daxwaza derfetên şert û mercên xwe yên xebatê berfirehtir dikin.