Rojnameya Ronahî

Şoreşa Rojava bû ye şoreşeke gelan

Melek DEMÎRTAŞ

Şoreşa Rojava ku bûye şoreşeke gelan, ji her deverê mirov tên û tevlî xebatên ku li rojava û bakurê sûriye yê dibin. Bi hezaran mirov di şerê li hemberî DAIŞ’ê de tevlî têkoşînê bûn û bi hezaran jî bi qehremanî şehîd bûn. Şervanên MLKP jî bi hezaran ji bo parstina şoreş û nirxên rûmeta mirovahiyê beşdarî şoreşê bûn.

Di şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bi deh hezaran keç û xortên Rojava û Bakurê Sûriyê, bi ermanca parstina rewa beşdarî nav refên parastinê bûn, her wiha bi hezaran şervanên Enternasyonal jî ji bo parstina şoreş û nirxên rûmeta mirovahiyê beşdarî şoreşê bûn. Bi saya ked û berxwedana şehîd, gazî û gel şervanên QSD’ê çeteyên DAIŞ’ê li Baxozê têk birin. Ku Hîna dosyaya nêzî 11 hezar çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî ku li gel QSD’ê girtî ne û malbatên wan, ne diyar e. Piştî ku dewletên biyanî wergirtina hemwelatiyên xwe yên endamên çeteyên DAIŞ’ê red kirin, ji ber vê yekê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li civaka navdewletî kir ku ji bo darizandina çeteyan dadgeheke navdewletî li Herêmê were avakirin.
Girêdayî mijarê Endama Rêvebira SYPG’ê Bêrîtan Asya, diyar kir ku şervanên enternsayonal, li ser rastiya YPG’ê, YPJ û QSD’ê tevlî şoreşê bûn û li dijî çeteyên DAIŞ şerkirin.”


Rêvebira SYPG’ê Bêrîtan Asya daxuyakirin ku ji destpêka şoreşa Roiava û heya niha ji gelek welatên cîhanê yên cûda şervanên enternasyonal bi ermanca parastina şoreşê û azadiya gelan berê xwe dan şoreşa Rojava. Bêrtîan wiha axaftina xwe dewam kir: “Ev şoreş di sedsala 21’emîn wek meşaleyeke sor ronahî nîşanî hemû gelên bindest ên cîhanê da, her wiha şoreşa Rojava deriyekî mezin a ji bo şoreşên Rojhilata Navîn ên herêmî ye. Şervanên Enternasyonal ligel piştgiriya şoreşa Rojava di heman demê de ji bo şoreşa dinyayê giştî parastin û avakirina Rojava berê xwe didin Rojava yê kurdistanê. Ya dîtir û girînk jî, Rojava di heman demê de îradeya jinê ye. Ku Ş.Îvana Hoffmann, Ş.Robîn, Ş.Lêgerîn, Ş.Hêlîn û Ş.Paramaz ji Afrîqayê heta Latîn Emerîka yê berê xwe dan Rojava.”
Jİ TİL TEMİR HEYA REQAYÊ BEŞDAR BÛN
Bêrîtan Asya anî ziman ku şervanên enternasyonal ji Til Temirê heta Reqayê parastina vê şoreşê kirin û wiha got: “Mînak Şehîdên MLKP’ê yên Enternasyonal Şehîd Îvana, Destan, Raperîn, Paramaz li ser bernamey MLKP’ê ya Kurdistanê berê xwe dan vê şoreşê. Ş.Baran Serhed ji bo avakirina tabûra enternasyonal a azadiyê li Rojava kedeke pir mezin da û yek ji pêşengên wê bû. Partiya MLKP’ê û şervanên wê hebûna DAIŞ’ê, di Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê de wek xetereyeke mezin li ser şoreş û gelan dîtin. Ji ber ku çeteyên DAIŞ’ê bi destên hêzên resmaliyetê û emperyaliyê bi bernameyeke taybet dihatin xwedîkirin û avakirin, ku ermanca wan ya sereke ji bo tunekirina şoreşa Rojava bû. MLKP’ê û şervanên Enternasyonal biqasî mezinkirina şoreşa Rojava ew qas jî ji bo belavkirina agirê şoreşa Rojava li hemû Rojhilata Navîn û cîhanê di nav vê şoreşê de cihê xwe girtin.”
ŞERVANÊN BİYANÎ DİBİN SÎWNA YPG,YPJ Û QSD’Ê DE ŞER DİKİRİN
Bêrîtan dest nîşan kir ku hêzên şoreşger û şervanên enternasyonal bi taybetî li ser rastiya YPG’ê, YPJ’ê, QSD’ê ya ji dil de avakirin û parastina şoreşê dibin sîwana van hêzan de şerkirin û wiha axaftina xwe dewma kir: “QSD’ê, YPG’ê, YPJ’ê bi berdelên mezin, bi xwîna deh hezaran şehîdan parastina ax û rûmeta gelan kirin û dikin. Ku şervanên enternasyol jî bi heman ermanc û ji bo azadî, rûmet û pêşaroja gelê xwe hatin tevlî şoreşa Rojava bûn. Di heman demê de, ji gelek welatên cûda gelek kes jî tevlî nav refên çeteyên DAIŞ’ê bûn. Em dikarin bêjin ku YPG’ê, YPJ’ê û QSD’ê çawa ku îro ronahiya mirovatiyê temsîl dikin, çeteyên DAIŞ û komên din jî wek DAIŞ’ê jî li hember mirovatiyê temsîla taritiyê dikin. Şervanên enternasyonal yên şoreşger jî temsîla mirovatiya hemû cîhanê dikin. Ew kesên ku tevlî nav refên DAIŞ’ê bûn jî temsîla hovitiyê li dijî mirovatiyê dikin.”
Bêrîtan Asya bal kişand ser nameya wan ji bo şervanên enternasyonal û wiha got: “Şervanên enternasyonal ji bo şoreşa me ked û bedelên mezin dan, pêwîste xwedî li vê mîrastê derkevin. Xwesteka wan a herî mezin ew bû ku dengê şoreşa me ya Rojava bigîhînin welatên xwe û tevahî cîhanê. Em jî dibêjin wek pêkhateyên vê şoreşê yên Komûnîst em ê nirx û ala rûmetê ya ku wan di nav şoreşa me de bilind kirin em ê tu carî nexînin erdê û em ê di serî de li hember hemû êrîşên dewleta Tirk a dagîrker û çeteyên wê û li hember hemû hêzên paşvarû û navnetewî biparêzin. Ya dîtir gotina me ji bo ew çeteyên biyanî yên ku tevlî nav refên çeteyên DAIŞ’ê bûn û li hember hemû mirovatiyê sûcên mezin û dij exlaqî pêkanîn, divê welatên wan; wan bigirin û li hember mirovatiyê dadgeh bikin.”
DARZANDİNA DAIŞ MESELYEKE CÎHANÎ YE
Endama Rêvebira SYPG’ê Bêrîtan Asya di dawî got: “Îro bi hezaran çete di destê hêzên me yên leşgerî GSD’ê de ne. Ev hem ji bo şoreşa me, hem jî ji bo gelên Sûrî û hemû herêmê xetereyeke gelekî mezin e. Ji b o wê jî pêwîste dadgeheke navnetewî li Rojava bê avakirin û çeteyên DAIŞ’ê bi beşdarbûn parêzer, hiquqnas, dewletên biyanî yên endamên çeteyên DAIŞ’ê bên darizandin. divê ev mesele tenê wek meseleyek Rojava nayê dîtin, ev meseleyak cîhanî ye.”