Rojnameya Ronahî

‘Çapemeniya Azad yek ji gavên girîng yê şoreşê ye’

Melek DEMÎRTŞ

Endamê Rojnameya Ronahî Idrîs Henan ku ji destpêka şoreşa Rojava di xebatên çapemeniya azad de çalak bûye û di salvegera 121.Ya Rojnamegeriya Kurdî de xelata Kedê wergirtibû diyar kir ku rojnamegeriya kurdî weke gelê kurd her di nava rihê berxwedaniyê de pêş ket û got: “Avabûna Çapemeniya Azad yek ji gavên girîng di şorşa Rojava de bû ye”

Rojnamegeriya kurdî 121 sal kir, tevî hemû zext, şerê li ser çapemeniya kurdî heya niha xwe li ser piyan girtiye. Endamê Rojnameya Ronahî Idrîs Henan ku ji destpêka şoreşa Rojava wekî ferdekî ji civakê bi şorşê bandor bû, da ku bibe parçeyek ji vê veguherînê û dengê rastiya şoeşê, tevlî qada çapemaniyê bû û di salvegera 121.Ya Rojnamegeriya Kurdî de xelata Kedê wergirt.
Rojnama ronahî bi rojnemevan Idrîs Henan re hevpeyvîneke taybet pêkanî, Idrîs di nava axaftinên xwe de diyar kir ku çawa şoreşa Rojava ji bo doza kurdî mijarek guhertin û veguherînê bû, Rojnamegriya Kurdî jî heman tişt bû.
ROJNAMEVENA BERDEVKÊ CİVAKÊ YE
Idrîs daxuyakirin ku tevî hemû êrîş, zext, qirkirina çandî û bedenî jî lê sedsal û ribek li ser rojnamegriya kurdî re derbas bû, ev bi serê xwe serketine û wiha got: “Bi her gihertin û zextê re rojnamegriya Kurdî her bi hêztir deriyên din yên wekî rojname, kenal, malper û radyo vedikirin. Ev ji wan polîtîkeyên qirkirin, asîmlasyon û şerê taybet re bû bersiv, wiha jî rojname bû eynika civakê.”
ROJNAMEGERİYA KURDÎ Dİ SÊ QONAXAN RE DERBAS BÛ
Idrîs îşaret kir ku Rojnamegriya kurdê di sê qonaxan re derbas bû û wiha dirêjî da axftina xwe: “Qonaxa yekmîn, Rojanmeya Kurdistan di qadên çapemeniyê de piranî milê çandî rewşenbîrtî girtibû dest. Qonaxa duyemîn di salên 1950’î de jî merheleya damezrandina Tevgera Siyasî ya kurdî de, ew ragihandina amûrek ji bo êş, hêvî û azarên civakê ji raya giştî re parve bike, bû amûrek tenê di çarçoveya belavkirina belavok û daxuyaniyên partiyan de sînor dar ma. Yanî rojnamegriya wê demê li gorî berjewendiyê partiyan dihate bi kar anîn. Erê wekî naveroka bibe dengê civakê lawaz bû, lê dîsa wekî xebatekî dewam kir. Rojnamegeriya kurdî di pêvajoya xwe ya sêyemîn di salên 80’êyî de bi damezrandina Tevgera Azadiyê re êdî rastî û wateya rojnemageriya kurdî ya rasteqîn hate pêşxistin. Ragihandina Kurdî bi tevgera azadiyê re bi sazî û dezgeh bû, ber bi azadiyê ve çû. Piştî ku rojnamegeriya Kurdî ya di qalibê partîyê de mabû bi rojenameya “Serxwebûn” deng û rengê civakê derket holê. Ku ev 40 salin tevî hemû şerê taybet, girtina rojnamevan û navendên çapemeniyê û asîmlasyona çandî jî lê heya roja îro dewam dike. Êdî gewdê rojnamegeriya Kurdî bi naverokên wekî azadiya gelê kurdistan, rastiya dijminê hovane û dagîrkeriya xaka kudistanê, her wiha têkoşîna ji bo azadiyê di kovar, nivîs, rojmane, kenal û radyo dagirtî ne; wiha dîsa ragihandin vediger malê civakê.”
ÇAPEMENİYA KURDÎ KARÎBÛ BİBE DENGÊ AZADİYÊ
Idrîs Henan bal kişand ser rola ragihandinê di şorşê de û wiha dewam kir: “Avabûna Çapemeniya Azad yek ji gavên girîng di şorşê de bû, çiqas karîbûye bibe dengê rastiya civakê. Wiha axaftina xwe dewam kir: “Ragihandina ku di nav şertên şer, dagîrkerî, şerê taybet û qedexekirina zimanê netewî ku em van bînin ber çav tevî wê jî, rojnamegriya kurdî karîbû bibe dengê civakê. Ew hewldanên dijimê dixwest ku şoreşa Rojava vala derxînin; ragihandina azad bi nûçe, analîz û dîmenên xwe hemû vala derxistin. Erê dibe ku rojnamegriya kurdî, li gorî destketiyên şorşê kêm mabe, lê di lotkeyê de mabûn jî kedek pêwîste dike.”
NEXWŞİAY KESAYETÎ SEDEMA LAWAZİYA
RAGİHANDİNA KURDÎ YE
Idrîs di axftinên xwe de aliyên ku çapemeniya kurdî tê de kêm mayî anî ziman û wiha raber kir: “Da ku ragihandin û şoreş di heman sazî û astê de bê meşandin, pêwîste destpêkê wekî pîvanên rojnamegriyê tev bigerin û tiştê ku çapemeniya kurdî tê de lawaz ma jî evin “Ezezîtî, xwe têr anjî bes dîtin, kesayet derxistina pêş û ehbab çawîştî ya girîn jî ku şûna xebat û ragihandina xwe derxîne pêş kesayeta xwe derdixînin pêş” li gorî min ev kesayet wekî nexweşikyê sedema lawaziya pêşxistina rojnamgeriya kurdî bû. Jiber berê me digot, derfet, endam, şer, zext û qirkirin heye, lê bi şoreşa Rojava gelek desketî û derfet avabû, lê nexweşiya kesayet li pêş bû.”
Idrîs Henan dest nîşan kir ku Rojnameya Ronahî ji destpêka şoreşa Rojava di rewşek hesa de derkete holê ji wê demê heya roja îro bû cihê rastî û jêderkî baweriyê. Rojnameya Ronahî tevî kêm derfet, endamên û tecrûbe jî, lê jiber ku em xwedî name û erkekî perweriya şoreşgeriyê ne, civakê esas diger heya nih axwe li ser poiyan girt û dê bigre jî, herwiha ya girîng hiştiye rojmaney Ronahî serkeftî be, xebitandina bi rihê êkîbe bû. Ku niha Navendên Rojneameya Ronahî li hemû herêmên Bakurê Sûriyê hene.”
XELATA MEZLÛM BAGOK YA KEDÊ
Di salvegera 121’êmîn a Rojnamegeriya Kurdî de Idrîs Henna ji hêla Yekîtiya Ragihandina Azad ve, layîqî xelat Kedê ya Mezlûm Bagok hate dîtin; li ser vê mijarê Endamê Rojnameya Ronahî Idrîs Henan destpêkê YRD’ê sipas kir û axaftina xwe wiha qedand: “Yekîtiya Ragihandina Azad bi boneya salvegera rojnamegeriya Kurdî, rojnamevanên xwedî kedê, xelata kedê ya Mezlûm Bagok werdigrin. Ev xelat xwedî wateya ku ji rojnamevan re him cihê hêzdayîn, nirxandina keda rojnamevan û sipasiya keda wî tê kirin. Di heman demê hemû sazî û dezgehên çapemeniyê di bin siyekê anîna gel hev pir girînge. Bi riya vê xelatê munafeseya demokrasî di navbera rojnamevanan de çêdibe. Ya ku vê xelatê wate dike jî navê wê xelata kedê ye, netenê ya namek, anjî foto.”