Rojnameya Ronahî

Weqfa Jina Azad alîkariyê pêşkêşî zarokên sêwî dike

Weqfa Jina Azad di aliyê civakî, derûnî û çandî de alîkariyê pêşkêşî zarokên sêwî yên ku malbatên xwe di şeran de winda kirine, dikin.
Weqfa Jina Azad 31’ê Tîrmeha sala borî yekemîn mala sêwiyan a bi navê Keskesora Alan vekir. Weqfê bi armanca hemêzkirina zarokên ku malbatên xwe di şer de winda kirine mal vekir. Di malê de 30 zarok ji tevahiya bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimînin.
Ji bo peydakirina hawîrdora guncaw ji zarokan re 8 jinên pispor hatine erkdarkirin. Jin 24 saetan li malê dixebitin. Ji bo tenduristiya zarokan hejmarek ji kesên pispor di warê zanyariyên derûnî, civakî û perwerdehî de hatine diyarkirin.
Di malê de baxçeyek zarokan heye û çalakiyên curbicur ji zarokan re tê pêkêşkirin. Her wiha zarok jî di baxçeyê de fêrî ziman û waneyan dibin.
Girêdayî mijarê endama rêveber a Weqfa Jina Azad a Herêma Firatê ya ku çavdêriya beşa derûnî dike, Emîne Mihemed got: “Şerên li Sûriyê rû dane bi awayekî neyînî bandor li zarokan kirine. Em hewl didin desteka derûnî pêşkêşî wan bikin. Da ku em pirsgirêkên zarokan nas bikin û çareser bikin.”
Emîne diyar kir ku ew hewl didin bi riya wêneyên ku zarok xêz dikin, pirsgirêkên zarokan nas bikin. Zarok bi riya wêneyan tiştên di hundirê xwe de li ser kaxizê rave dikin. Tevî wê jî bi wan re rûdinin, suhbet dikin û heftê du caran waneyên derûnî didin zarokan.
Emîne tekez kir ku derûniya zarokan bi awayekî balkêş pêşde çûye lê dîsa jî ew bi hewcedariya desteka derûnî ne.
Mamosteya ku di baxçeya zarokan de li malê dixebite Emîne Erbûş diyar kir ku di destpêkê de gelek astengî di fêrkirina zarokan de dîtine, ji ber ku cara yekemîn e di vî warî de dixebitin.
Emîne wiha got: “Em hewl didin zarokên di bin temenê 6 saliyê de fêrî tîpên Erebî û Kurdî bikin, tevî bernameyên din.”
Emîne destnîşan kir ku 12 zarokên ku 7 sal derbas kirine diçin dibistanên seretayî yên derveyî Mala Sêwiyan.….ANHA