Rojnameya Ronahî

‘Tiştek bi zarokên me bê wê kes rehet ranezê’

Jinên ku li dijî tecrîda li Îmraliyê bi zarokên xwe re berxwe didin, diyar kirin ku ‘bila tu kes nebêje zarokê min nîne’, ji ber ger tiştek bi zarokên me bê wê kes rehet ranezê. Her wiha bang kirin ku divê her kes berpirsyariya xwe bîne cih.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya hevseroka Kongera Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin, hat destpêkirin û bi hezaran girtî tevlî bûye didome. Ji bo daxwazan hîna pêngav nehatiye avêtin û ji ber bêdengiya rayagiştî û daxwaz nayên dîtin li girtîgeha Wan, Amed, Gebze û Bakirkoyê 15 girtiyî çalakiya xwe vugehertin rojiya mirinê.
Bi pêşengiya malbatên girtiyan li HDP’a Wanê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger hatibû destpêkirin û koma 9’emîn çalakî dewr girt. Malbatên ku zarokên wan li girtîgeha Ewlehiya Bilind û Tîpa T ya Wanê dimînin, piştî ji hevdîtina zarokên xwe hatin tevlî çalakiyê bûn.
‘DEMA KURÊ MIN BIRÇÎBE EZ ÇAWA XWARINÊ BIXWIM’
Halîme Koç ya ji Colemêrgê hat Wanê û çû hevdîtina kurê xwe yê li girtîgeha Tîpa T ya Wanê, hat avahiya HDP’ê û tevlî koma grevê bû. Halîmeyê diyar kir ku kurê wê di roja 64’emîn a çalakiyê de ye û gelek kîlo daye, lê moralê wî gelek baş e û got dema kurê wê birçîbe ew nikarin xwarinê bixwin.
‘EM CENAZEYAN NAXWAZIN’
Halîmeyê bi lêv kir ku ew ne tenê dayika kurê xwe dayika 7 hezar girtiyane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zarokên me dema me dibînin dibêjin ‘em başin’ û bi moralin. Em ji girtîgehê vedigerin em gelek xemgîn dibin. Em nikarin tiştekî bixwin. Dema ew birçîbûn em çawa tiştekî bixwin. Kezeba min dişewite. Piştî hevdîtinê em hatin tevlî çalakiyê bûn. Daxwaza me ev e ku demildest tecrîd rabe. Em naxwazin cenazeyên zarokên xwe bibînin.”
‘KA EM XWIŞK Û BIRA BÛN’
Halîmeyê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku heta niha Erdogan yek tiştek negotiye û wiha got: “Zarokên wî li derveyê welat dixwînin, yên me jî li ber çavên me dihelin. Ka em xwişk û bira bûn. Çima dengê zarokên me nabihizin. Bila tu kes nebêje ‘zarokên min nîn in’. Dema tiştek bi zarokên me bê wê hemû welat nisîbê xwe bigire. Wê kes rehet ranezê. Divê her kes peywira xwe bîne cih.”
‘DEMA HERÎ XWEŞ A KURÊ MIN DI GIRTÎGEHÊ DE DERBAS BÛ’
Behîce Abî jî destnîşan kir ku ji ber şopa destê kurê wê li ser beniştekî hebûye hatiye girtin û ev tişt anî ziman: “Kurê min niha 21 saliye. Dema wî ya herî xweş di girtîgehê de derbas bû. Niha jî di grevê de ye. Serokomar gelekî tune dihesibîne. Hebûna gel înkar dike. Em dayik in, neçarin ji bo zarokên xwe berxwe bidin. Ez bang li Emîne Erdogan dikim; dayik bi erdê re hatin kaşkirin, derbkirin. Ew jî ne dayike gelo? Ji ber heta niha pêngav nehatin avêtin, 15 kesî bedena xwe da ber mirinê. Ne tenê AKP, divê CHP û partiyên din jî deng derbixin. Li vî welatî dijîn û divê bêdeng nemînin. Di vê berxwedanê de wê Kurd biserkevin.”