Rojnameya Ronahî

‘Emê her li dijî desthilatdaran têbikoşin’

Jinên li Qamişloyê derbarê lêkirina dîwarê ku dewleta Tirk li Efrînê lê kir bertekên xwe nîşan dan û gotin: “Efrîn ya Efrîniya ye û wê ya wan bimîne.”
Piştî ku dewleta Tirk û komên girêdayî wê êrîşî Efrînê kirin şûnde gelê Efrînê li Şehbayê bi cih bûn. Niha jî dewleta Tirk sînor di navbera Efrîn û Şehbayê de ava dike. Derbarê mijarê de jinên li Qamişloyê bertekên xwe nîşan dan û lêkirina sînor şermezar kirin.
Emîna Mihemed bal kişand li ser kiriyarên dewleta Tirk ên li ser gelê Efrînê û wiha got: “Em wek gelê kurd bi yek dengî her roj bi çalakîyan van kiriyarên dewleta Tirk şermezar bikin, dagirkerî wê têk biçe, tu carî em wek jin qebûl nakin ku jinên Efrînê dûrî xaka xwe bimînin. Em ê her tiştî bikin heta jinên Efrînê vegerin ser axa xwe. Em ê ji bo axa xwe her dem têbikoşin.”
Kamila Ehmed jî ev tişt got: “Li pêşiya çavê cîhanê bi giştî Efrîn hat dagirkirin. Hemû dewlet jî xwe bêdeng kirin û kiryarên dewleta Tir li ser gel didomin. Em wek jin amade ne ku berxwedana xwe heta kêliya dawî bidomînin, heta Efrîn rizgar bibe. Sînor nikarin gelê Efrînê ji xaka wê qut bikin, em ê Efrînê rizgar bikin. Em her li dijî desthilatdaran têbikoşin.”