Rojnameya Ronahî

Heftê rojek ji bo parastinê

Ezîz KOYLUOGLU

Her roj gelek buyer diqewimin. Cîhana roja êdî ji her demê zêdetir dinava guhertinan deye. Guhertin haqas bilez pêktên ku, tiştên sibê pêktên, êvaran hevdû nagrin. Ji Wenuzela bigre heta Sûriyê li pir welatan de qeyrana heyî giştiye astek bilind. Cîhan ber bi qirîzên kûrtir ve diçin. Mirova dikare bêje, cihekî bê qirîz tineye. Ev qrîza wek Sûdan derbê leşkerî, yan wek Lîbya şerê navxwe dewam dikin. Yan jî wek Tirkiyê qeyranê cûda aborî û siyasî didome. Yek ji navenda ev qirîza cîhanê jî Kurdistan e. Heta mirov dikare bêje navenda bingehîn ji qirîza heyî re Kurdistan e. Lê mixabin Kurd hêj jî li gora ev rastiya heyî tevnagere. Carna mirov dibêje gelo wê Kurd ji xewa mirinê kengî rabin? Ez bawerim gelek Kurdên ev rastiya cîhanê dibînin, ev pirsan ji xwe dikin.
Li bakûrê Kurdistan siyaseta qirkirinê di asta herî bilind de didome. Dewleta Tirk ya dagirker li ser Kurdan bi her rengî ev siyaseta qirkirinê dide pêkanîn. Bajarê Kurdan wêran kir, bi sed hezaran Kurd neçarî koçberiyê hişt. Ev têr nekir, bi hezaran Kurd jiber daxwaza azadiyê kirin, xist zîndana. Niha jî Kurdên bedena xwe dane ber birçîbûnê ji nedîtî ve tê, bi her cûreyî êrîşî kesên ji derve jî destek dide wan dike. Girtin, îşkence, kuştin bûye tiştên rojene. Li beramberî vê bê adaletiya dewleta Tirk ya faşîst cîhan bêdenge. Gelê Kurd dibin zilma dewleta Tirk de, cihê bikaribin berxwe didin. Lê xuya dibe ku ev berxwedanî têra azadiyê nake. Lê berxwedan bicarekî bilind nabe, hêdî hêdî bilind dibe.
Dewleta Tirk ya dagirker û faşîst jibo bikaribe Kurdan li bakûrê Kurdistan lewaz bike, li başûr û rojavayê Kurdistan jî, li dijî Kurdan êrîşê xwe zêde dike. êşîrkariya li ser başûrê Kurdistan êdî gihaştiye astekî ku, mizgeftên gundan jî tên bombebaran kirin. Çiyayên başûrê Kurdistan ji dagirkerî û êrîşkariya dewleta Tirk, ji bo gelê başûr bûye wek dojehê.
Dagirkeriya liser başûrê Kurdistanê bi alîkariya Partî Demokratî Kurdistan her diçe firehtir dibe. Xuya dibe ku wê dewleta Tirk ya dagirker bixwaze ev dagirkerî hinek din jî firehtir bike.
Dagirkeriya dewleta Tirk li ser Efrîn, Ezaz, Cerablus û Bab’ê li rojavayê Kurdistan didome. Ev dagirkeriya xwe spartiye alîkariya hebûna Rûsya ya li Sûriyê, niha jî dixwaze bi riya Emerîka ve li herêmê din yên rojavayê Kurdistan xwe firehtir bike. Lê ne tenê Kurd gelên li herêmê jiyan dikin, liberamberî dagirkeriyekî binavê <herêma ewle> tu carî napejirînin. Jixwe bi hemû şêwazan vê yekê vedibêjin. Diyar dibe ku wê vebêjin jî. Lê ev têra vê êrîşkariyê nake.
Pirsgirêka Kurdan ya hebûnê ji her demê zêdetir îro dîsa dirojevê deye. Li beramberî vê jî bersiva xwe parastinê jî, divê bikeve rojeva gelê Kurd.
Dibe ku li bakûrê Kurdistan Kurd nikaribin xwe bi her awayî biparêzin. Dîsan li başûrê Kurdistan jiber siyaseta Partî Demokratî Kurdistan ya xwe bidagirkeran re tevger dike, Kurd nikaribin, asta dixwazin xwe biparêzên. Lê li rojavayê Kurdistan derfetê Kurdan heye ku xwe biher awayî biparêzin. Ne tenê xwe, bi gelên dinre di nava hevkariyê dikarin herêmê hemû biparêzên. Derfetê Kurdan û gelê din yên herêmê ji her demê zêdetir di vê demê de li rojavayê Kurdistan ava bûye.
Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê xebatek baş ji bo parastinê tê kirin. Saziyên ji bo parastinê hatine avakirin xebatek baş didin meşandin. Lê xebatê parastinê bi hin saziyên leşkerî tenê nabe. Li cihekî gel bi xwe nebe beşek ji xebatê parastinê, ev parastin wê lewaz bimîne.
Niha pirsek li vir heye ku gelo her hemwelatiyekî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê heftê rojek xwe bidildarî bide xebatê parastinê wê çewa bibe? Lê wê roja yekê xêr nexwazê vî welatî li dijî vê pêşniyarê derkevin. Lê ez bawerim xêr xwazê vî welatî wê destek bidin vê pêşniyarê.