Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Qewirandina dagirkeriyê bi dîwarên xwe

03/05/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Di avakirina şoreşê de hesta berpirsyariyê
Share on FacebookShare on Twitter

Qasim ENGÎN

AKP-MHP’ê her dem geşedanên li Rojava ji bo xwe wekî talûke dîtin û avakirina dîwarê navbera xwe û Rojava kir hinceta ewlehiyê. Li seranserî sînorê navbera xwe û Rojava dîwarê beton ava kir. Lê piştî Efrin dagir kir, niha di nava sînorê Efrinê de dîwar lê dike û axa Efrînê jî dike perçeyek axa xwe.
Li gorî zagonên NY Sûriye, Efrîn di nava sînorê Sûriye de ye. Li gorî peymanên Navdewletî Tirkiye bi ketina axa Efrînê sînorê Sûriye îhlal kiriye. Dema Tirkiye êrîşî Efrînê kir û Efrîn dagir kir, gelek hêzên nav dewletî rola 3 meymûnan; min nedît, min nebîst û min negot leystin. Bêguman di nav van hêzan de Sûrî û Rusya û beriya herkesî jî DYE ya ku digot ”Rojavayê Firatê me eleqadar nake, ewder cihê Rusane” heye. Lê dema ku mijar bû Îdlîb carekê de herkesî dît ku ev gotin çîrokin Ji ber ku parezvaniya Îdlîb herî zêde DYE kir.
Li ber çavên herkesî dewleta tirk û çeteyên xwe Efrîn vala kirin. 350 hezar Efrînî neçarman axa bav û kalan biteriqînin. Her wiha her roj li cihekê hinek Efrînî tên revandin, tên tecavûz kirin û tên kuştin. Û ev jî li ber çavên tevahî dewletên qaşo yên ku xwe demokrat dihasibînin çê dibe.
Qaşo Kurd li Surî dostên koalîsyonê bûn. Ciwanên ku li kêlekê koalîsyonê li dijî DAIŞ şer dikin, bi hezaran ciwanên Efrînî bûn. Cîwanên Kurd bi koalîsiyonê li hember DAIŞ’îyan şer kirin, lê dema axa wan axa te talan û dagirkirin tê bêdeng bibe, heta raxê dagirkerî wek Tirkiye bigire…
Ka Kurd leheng bûn? Ka Kurd parezvanê giştî cîhanê bûn? Ka keç û xortên Kurdan fedaiyê mirovahiyê bûn? Ka Kurd bi berxwedan û bi sekna xwe mînak bûn?
Ji kerema xwe xwar rûnên lê rast biaxivin.
Kurdan çi ji we kiriye?
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
Ev dijmintiya ewqas mezin li hember Kurdan çima?
Çima ewqas bêdengî li hember kirinên herî faşîzan yên dewleta tirk dijî Kurdan?
Dewleta tirk bi faşîstê xwe yê xwînxwar Erdogan Efrîn dagir dike, mirovên wan dikujîne, welatê wan talan dike. Ev têrê nake wan mîşexst ango surgun dike, destdatîne li ser hemû xêr û bêrên wan. Lê yek gotinek li hember faşîstê Erdogan nayê gotin. Demê Efrînê, dagirkirina Efrîn dibin Dadgeha Mafê Mirovan yê Ewropa jî, qaşo ev saziya adil ya Ewropa li Efrîniyan dixwaze ku dozê bibin Tirkiye û li Tirkiye mafê xwe bigerin.
Dewleta tirk ya ku Efrîn dagirkiriye û her roj mafê kurdan binpê dike û Kurd e biçin mafên xwe li gel dewleta faşîst bigerin?
Hey Ewropa, Ma Efrîn Tirkiye ye? Ma Efrîn ne Sûrî bû?
Niha jî dewleta tirk ya dagirker Dîwaran di nava Efrînê de radike û dixwaze Efrîn bike perçeyek xwe.
Ka qaşo hûn dostê Kurdan bûn?
Ka qaşo hinek kesên ku xwe wek ENKS bi nav dikin, hûn Kurd bûn?
Ka ew kesên ku xwe ciwan û Kurd dibînin, li ber çavên te welat tê dagirkirin, tê talan kirin, ma heta kengî hûnê di nav nîvînê xwe de vê rewşê bimeyzînin?
Ma dem nehatiye ku êdî em hemû bi hevre dagirkeriya Tirk li ser axa bav û kalên xwe, li welatê me de biqewrînin, bicehmînin?

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.