Rojnameya Ronahî

‘hebûna Tirkiye li Sûriyê sedemên aloziya ye’

Dewleta Tirk a dagirker ev ji 20 rojî zêdetire dîwarê qutkirina Efrînê ji xaka Sûriyê lêdike. Endamê Desteya Rêveberiya Giştî yê PYD’ê Ehmed Xoce diyar kir ku armanca lêkirina dîwarên li derdora Efrînê parçekirina xaka Sûriyê ye û wiha got: “Heta ku dewleta Tirk a dagirker li ser axa Sûriyê be, aloziya Sûriyê çareser nabe.”

Xoce diyar kir ku ji piştî ku kantona Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate dagirkirin, rojane kiryarên hovane li ser gelê Efrînê dide meşandin û wiha got: “Niha jî dest bi lêkirina dîwarê qutkirina Efrînê ji axa Sûriyê kiriye. Armanca wan ne tenê dagirkirina Efrînê ye. Heman demê de dixwazin hemû Sûriyê ji hevdu parçe bikin.”
Ehmed Xoce di axavtina xwe de balkişan ser siyaseta dewleta Tirk û wiha axivî: “Dixwaze bi van kiryaran împaratoriya Osmaniyan vegerîne û destê dane ser tevahî xaka Sûriyê. Dixwaze gelê wê koçber bike û projeya Netewa Demokratîk û jiyana hevbeş di nava biratiya gelan de xirab bike. Ji bo wê êdî dest bi lêkirina dîwaran dike û dizwaze ji axa Sûriyê qut bike.”
‘DESTÊ DEWLETÊN NAVNETEWÎ JÎ DI PLANÊ DE YE’
Xoce diyar kir ku dagirkirina Efrînê plana dewleta Tirk û hevalbendên wê bû û wiha pê de çû: “Yek ji van planan jî parçekirina xaka Sûriyê ye. Dîwarên ku li Efrînê tê lêkirin destê dewletên navnetewî jî têde heye. Ji ber ku ew kiryarên ku Tirkiye rojane dike, zagonên navnetewî binpê dike. Ruxma wê jî civaka navdewletî bêdeng e.”
Xoce da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker hertim gefan li herêmê dixwe û wiha got: “Çawa ku çeteyên xwe di Idlib, Ezaz, Cerablus û Babê de bicih kirine, dixwaze ku tevahî Sûriyê binpêk bike. Em bêdengiya dewletên navnetewî û rejîma Sûriyê şermezar dikin. Efrîn jî beşek ji axa Sûriyê ye, tevî ku ewqas kiryar li ser gelê Efrînê pêk hatin, lê rejîma Sûriyê bêdeng ma. Tevî ku îro Efrîn wekî Colanê ji Sûriyê tê qurkirin, Rerjîm tu helwestan nîşan nade. Ev jî dide xuyakirin ku hikumeta Sûriyê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ne amade ye.”
‘ÇARESERKIRINA ALOZIYA SÛRIYÊ BI HEVGIRTINA GELÊN WÊ VE DIBE’
Xoce di dirêjahiya axaftinê de teqez kir ku çareserkirina aloziya Sûriyê, dê bi riya pêkhateyên wê ku li ser maseyekê bicivin çareser bibe. Xoce got: “Hebûna dewleta Tirk li ser xaka Sûriyê pirsgirêka herî mezine û heta ku dagirkeriya Tirk li ser axa Sûriyê be tu çareserî ji bo aloziya Sûriyê nayê kirin.”
‘DIVÊ DEWLETÊN NAVNETEWÎ XWEDÎ SEKIN BIN’
Ehmed Xoce di dawiya axavtina xwe de bang li hemû dewletên navnetewî û rêxistinên mafê mirovahiyê kir ku li hember van kiryarê li Efrînê tê kirin bisekirin, sînorekî ji dewleta Tirk re deynin û ji axa Sûriyê derxînin.….ANHA