Rojnameya Ronahî

1’ê Gûlan 1977

Farûk SAKIK

Li Tirkiyê di 31’ê Adara sala 1975’an de dibin serokwezîrtiya Suleyman Demîrel de “Hikumeta Eniya Nîjadperest” hatibû avakirin.

Ev Hikumet li dijî mixalifan, kurdan û çepgiran roj bi roj bi derxistina hin zagonan û li kolanan jî bi êrîş û kûştina, terorek bê hemba dida meşandin.

Li hember vê yekê mixalif û şoreger jî bi rêxistin dibûn.

Ev rêxistinbûn û têkoşîna wan di pîrozbahiyên 1’ê Gulana sala 1976’an de derket asta herî bilind. Di sala 1976’an de  li Stenbolê bi tevlîbûna 400 hezar kesî 1’ê Gûlanê hate pîroz kirin.

Sala 1977’an de  bi nêzikbûna vê rojê hêzên desthilatdar ketibûn nav hewildanan. Ji bo komkûjiyek, ji bo roja reş amadekarî dikirin.

Şoreşger û sendîqevan ji bo 1’ê Gûlana 1977an amadekarî dikirin. Pankart û afîş dihatin amadekirin.

Sendîqaya DÎSK jî jibo vê rojê xebatek taybet dabû destpêkirin. 20 hezar mirov ji bo ewlekariyê hatibûn organîze kirin. Li qada Taksîmê cîhê hemû rêxistinan hatibû destnîşan kirin. Ev xebatên xwe jî di 22’ê Nîsanê de bi daxwiyaniyek, bi rayagiştîre parvekiribûn.

Sloganên ku ewê werin avêtin jî hatibûn destnîşan kirin. Qada Taksîm jî rojek berê hatibû xemilandin.

EWROJ…

1’ê Gûlanê sibehê herdû hêz,  ji bo qada Taksîmê bi rêketin. Hêzên êrîşkar û hêzên kedkar.

Gelek kedkar û şoresger ji bo pîrozbahiyê ji derveyî Stenbolê bi Otobusan birêketin.

Dema ku nêzî qada pîrozbahiyê bûn meş destpêkir. Ji çar aliyên Stenbolê berbi Taksîmê kortêj hebûn. Li gelek deveran bi şahî derbas dibû.

Gelek ji wan bi malbatî hatibûn li cem wan zarokên wan jî hebûn.

Di heman seatan de hêza din jî li derdora Taksîmê li hin avahiyan bicîh bûbûn.  Otela The Marmara û  avahiya “saziya daireya avê”, wek 2 noqtê êrîşê hatibûn dîzayin kirin.. Sibehê hin kes hatibûn Otêlê li qata 5 û 6 odeyên ku li qada Taksîmê dinêrin girtibûn û derketina van herdû qatan ew roj qedexe kiribûn..

Di derdora saet 10’an de kom bi kom dihatin li Taksîmê û cîhê  xwe digirtin. Ji bo ku girseyek pirr mezin bû, bicîh bûna wan û gihîştina cîhê mitîngê bi derengî ketibû. Li gor agahiyên îstixbaratê  53 komel û 99 sendîqa ji derveyî Stenbolê hatibûn. Ew roj îstastîkan behsa 500 hezar mirovî dikirin.

Di vê demê de li hin deveran hin buyêrên biçûk jî diqewimîn. Lê ev buyer di nav vê coş û şahiyê de winda dibûn.

Ev herikandina berbi qada Taksîmê hetanî saet 7’ê êvarê dewam kir. Di vê saetê de bernama mitîngê destpêkiribû û Serokê DÎSK’ê Kemal Turker jî dest biaxaftina xwe kiribû.

Dema ku axaftina wî dewam dikir, dengê teqîna yek çekî hat. Her wekî îşaretek bû. û piştre ji gelek deveran dengê teqîna destpêkir. Bi taybet ji avahiya otelê û ji avahiya daîreya avê gulebaran di hat kirin.

Li Taksîmê panîk û kaos çêbû. Mirovan nizanîbû ku bi kêder ve bazdin. Panzerek êrîşî meydanê kiribû. Yên ji êrîşa panzer bazdidan, wek pêlek  berî xwe dan kolana “Kazancilar Yokûşû”. Pêşiya vê kolanê jî bi Kamyonek hatibû girtin. Li vêderê gengaşiyek mezin çêbû. Dîsa ji jêrê kolanê, di otomobîlek de gule direşandin ser gel.

Ev gulebarankirin û êrîş, nêzîkî 10 deqîqe dewam kir.

28 kes di encama pelçiqandinê û fetisandinê,5 kes bi darbeya gulan, kesek dibin Panzerê de bi giştî 34 kes jiyana xwe ji dest dan. Ji van 8 kes jin bûn. Gelekê wan di kolana “Kazancilar Yokûşû” de, bi fetisandinê jiyana xwe ji dest dabûn. 32 kes bi guleyan bi giştî 126 kes birîndarbûn. Di bûyêrê de 2 Hazar gule hatibûn bikaranîn.

ÎROJ…

Îroj 1’ê Gulanê mîna Newrozê cejneke Kurdan e. Ji ber rewşa wê ya berdest roja têkoşîna Kurdan e. Kurd wiha dibînin. Karker, kedkar, jin û ciwanên wê wiha xwedî li 1’ê Gulanê derdikevin. Îroj ji ber ku têkoşîneke mezin tê dayin wê 1’ê Gulana 2019’an  zêdetir xwedî wateye.  Ev jî ji bo ku pêngava berxwedanê ya ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ di rojevê de ye.  Ji ber vê bi berxwedana giştî ya li dijî pergala êşkence û tecrîda li Îmraliyê, bi 1’ê Gulanê re dibe yek gelê Kurd 1’ê Gulana 2019’an bi vî rengî vê pengava nû pîroz dike.