Rojnameya Ronahî

‘Emê bi îradeya xwe dîwarên parçekirinê hilweşînin’

Bi sedan  Efrînî û Şehbayî roja karkerên cîhanê pîroz kirin û dîwarên li Efrînê tê lêkirin şermezar kirin. Jinên ku tevlî meşê bûn axivîn.

‘LI HER DERÊ EM Ê BERXWEDANA XWE BERDEWAM BIKIN’

Xedîce Ibrehîm wiha dest bi axaftina xwe kir û got: “Em gelê Efrînê saleke li Kantona Şehbayê berxwedana xwe berdewam dikin. Em Efrîna rengîn ji dijmin re nahêlin û ne ji dijmin ne jî dîwarên wan ditirsin. Efrîn ya Efrîniya ne. Efrîn bi destê Rûsya û Amerîka hat dagirkirin. Em xwediyê maf, vîn û Efrînê ne.”

‘PÊŞIYA BERXWEDANA ME ASTENGÎ NÎNE’

Emîne Ehmed jî hestên xwe anî ziman û wiha got: “Em sînoran qebûl nakin, bi malbatên Şehîdan jî mabe ev dîwar dê were hilweşandin. Em heya xaka xwe ji destê dijmin xilas nekin, em ê herdem têkoşîna xwe bidomînin. Em bêdengiya dewletên navnetewî li hember kiryarên dewleta Tirkiyeyê şermezar dikin.”

‘1’Ê GULANÊ LI HEMÛ KARKERAN PÎROZ BE’

Arîfe Bekir jî bêdengiya dewletên navneteweyî şermezar kir û wiha pê de çû: “Di serî de em 1’ê Gulanê li hemû karkerên cîhanê û bi taybet karkerên kurd pîroz dikin. Dewleta Tirk gelê Efrînê bi zorê ji xaka wan da koçberkirin. Sinorên ku tên avakirin, li hember çavên dewleta Navnetewî tê kirin, heya niha nêzî 2000 Kîlo metre hat girtin, lê dewletên Navnetewî bêdeng in, armanca dewleta Tirk jî ew e ku Efrîn ji Sûriyê parçe bike.”

Arîfeyê herî dawî wiha got: “Em weke gelê Efrînê vê sînorên parçe kirina xaka Sûriyê şermezar dikin, bangawaziya me ji dewletên Navnetewî û bi taybet dewleta Rus re ew e ku ji vê yekê bêdeng nemînin. Êdî bes e ji bêdengiya dewletan.”

‘JI BO VEGERA EFRÎNÊ EM Ê HER Û HER LI SER PIYAN BIN’

Emel Muhemed bal kişand ser berxwedana gel û wiha got: “Dagirkirina Efrînê nayê wateya ku em berxwedana xwe berdin, ji ber Efrîn ya me ye û bi girtina dîwaran nikare me bitirsînin. Ji bo vegera Efrînê em ê her û her li ser piyan û di çalakiyan de bin.”

‘EM ERDOGAN DI EFRÎNÊ DE QEBÛL NAKIN’

Fîdan Elî wiha axivî: “Em dayîkên Efrînê ne, tu carî Efrînê ji Erdogan re nahêlin, Erdogan êrîşê xaka me kir û darên zeytunê ya bi xwîna berxwedêran hatiye avdan dagir kir. Em Erdogan di Efrînê de qebûl nakin û li hember wê em ê herdem têkoşîna xwe mezin û xurtir bikin.”

‘EM Ê BI ÎRADE Û HÊZA JINÊ VAN SÎNORAN HILWEŞÎNIN’

Elîf Omer jî  hêstên xwe wiha got: “Em her dem ji bo rizgarkirina Efrînê amade ne. Em ê bi îrade û hêza xwe van sînoran hilweşînin, banga me li hemû dewletên ku dibêjin em mafên mirovan diparêzin, kiryarên dewleta Tirk bibînin. Em gelê kurd heya Serok Apo azad nekin û venegerin Efrînê em dev ji çalakiyan bernadin û heya dawiyê em ê berxwedana xwe berdewam bikin.”

‘EFRÎN A GELÊ EFRÎNÊ YE’

Şêrîn Mustefa jî bal kişand ser xwesteka vegera Efrînê û wiha vegot: “Kombûna me li vir ji ber xwesteka me hemûyan Efrîn e. Em bê Efrîn nikarin bijîn, sînorên ku li ser xaka Sûriyê qebûl nakin, li hember çavên hemû dewletan xaka efrîn ji Sûriyê parçe dibe, em li hemeber bêdengiya dewleta Sûriyê matmayî dimînin, Efrîn ya gelê Efrînê ye û em dev ji Efrînê bernadin.

Meş bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Efrînê”, “Bijî berxwedana serdemê” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.