Rojnameya Ronahî

Tifaqa Tirkiyê ya dijî Kurd

Mihemed ŞAHÎN

Tifaqa Tirkiyê ya ku Erdogan dixwaze pêk bîne tifaqa dijî Kurd e. Êrîşa ku li dijî Kiliçdaroglu pêk hat û peyamên ku piştî êrîşê hatin dayin daneyên gelek giring didin dest me.

Ji sala 2002’yan virve di pêvajoya desthilatdariya AKP’ê ya 17 salî de gelek hilbijartin pêk hatin. Xeynî du hilbijartinan di hemû hilbijartinan de AKP biserket. Di wan her du hilbijartinan de jî têkçûyina AKP’ê bi destê civaka kurd pêk hat.

Ji wan hilbijartinan a yekemîn hilbijartina 7’ê pûşpera 2015’an a wekîltiyê bû.

Piştî muzakereyên dûvdirêj, mutabaqata dolmabahçeyê hatibû amadekirin û di 28’ê sibata 2015’an de bi raya gîştî re hatibû parvekirin. Erdogan ew mutebaqat binpêkir. Binpêkirina mutabaqata dolmabahçeyê binpêkirina aştî û aramiya Tirkiyê bû. Pûçbûna hêvî û bendewariyên çareserkirina pirsgirêka Kurd bû. Îlankirina şer bû.

Beşek civaka Kurd a ku ji bo çarserkirina pirsgirêka Kurd bi salan dengê xwe dabû AKP’ê di wê hilbijartinê de şelqameke mezin li bin gohê AKP’ê da. Li gel hemû zext û zordariyan, li gel komkujî û qirkirinên siyasî AKP’ê nekarî xwe ji têkçûyinê rizgar bike. Hêjmara wekîlên wê têrî avakirina hikumeteke nû nedikir. Wekî ku Erdogan ji bo şaredarên muxalîf gotî, AKP di meclîsê de bibû “werdeka qop”. Li gel têkçûna AKP’ê HDP’ê serkeftineke mezin bi dest xistibû. Ji sedî 14 deng wergiritibû û 80 wekîl şandibû meclîsê.

Jibo Erdogan ev encameke gelek giran bû. Ji bo tolhildanê ket nava hewldanan. Lê hêza wî tenê têrî tolhildanê,têrî têkbirin û çewisandina civaka Kurd nedikir. Lewre, hewara xwe gihand Bahçelî û serekên dewleta kûr. Bahçelî ji “werdeka qop” re bû çogan û tifaqa wan a dijî Kurd pêk hat. Di heman demî de çeteyên dest bixwîn yên salên 90’î jî li derûdora xwe kom kirin.

Tifaqa AKP-MHP’ê û çeteyên Ergenekonî ji sala 2015’an vir ve şereke topyekûn li dijî civaka Kurd dimeşîne. Di şerê topyekûn ê 4 salî de civaka Kurd berdêlên gelek giran dan lê bi qasê serê derziyê paşve gav neavêt. Ji doza xwe û ji berxwedana xwe dest berneda û li ber faşîzma AKP-MHP’ê çong nedanî.

Piştî çar salî yê ku di her warî de têk çûye deshilatdariya AKP-MHP’ê ye. Yê ku, ji hêla siyasî ve, ji hêla aboriyê ve, ji hêla nirx û rûmetên mirovahiyê ve, ji hêla hiqûq û pergala dadmendiyê ve, ji hêla exlaq û meneviyatê ve, ji hêla pergala komariyê ve bi têkçûyineke mezin re rûbirû maye desthilatdariya AKP-MHP’ê ye.

Hilbijartina duyemîn jî hilbijartinên xwecihî yên 31’ê adarê ne.

Piştî şerê topyekûnê 4 salan tifaqa AKP-MHP’ê dixwest di bin navê “beqayê” de bi zext û zordariyan, bi dek û dolabên bêpîvan qewirandina qayûmên xwe yên li Kurdistanê asteng bike û şerê xwe yê 4 salan ê binketî weke serketî îlan bike. Lê hesabên wanên şaş ji vîna Kurdê azad vegeriyan.

Di 31’ê adarê de civaka Kurd şelqama xwe ya duyemîn a dîrokî careke din li bin gohê AKP-MHP’ê dan. Bi ser de mehekî derbas bûye hêjî nehatina ser hişê xwe. Şelqama civaka Kurd a 31’ê adarê desthilatdariya tifaqa AKP-MHP’ê û hişmendiya wan a gemarî serûbino kiriye.

Niha careke din Erdogan ketiye nava hewldanên tolhildanê. Lê dibîne ku îcar hêza tifaqa AKP-MHP’ê û çeteyên salên 90’î têrî tolhildanê nake. Hêza wan têrî têkbirin û teslîmgirtina civaka Kurd û HDP’ê nake. Niha hewldide di bin navê “Tifaqa Tirkiyê” de tifaqeke nû û eniyeke dorfireh ava bike ku karibe HDP û şeş milyon hemwelatiyên ku dengê xwe dane HDP’ê an tasfiye bike an an jî bêbandor bike.

Gotinên Erdogan ên ku di meclîsê de ji bo hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan gotibû “yên ku leşkerên me bikujin ez wan gohdarî nakim” û peyamên ku piştî êrîşa li dijî Kiliçdaroglu hatin dayin û ji hêla AKP-MHP’ê ve redkirina pêşnûmeya lêkolîna meclîsê di derbarê armanca êrişê de û armanca “Tifaqa Tirkiyê” de gelek daneyan didin dest me. Di peyama Erdogan, Bahçelî, Soylu û yên derûdorên wan hemûyan de bi kurtahî yek xal hebû, ji Kiliçdaroglu re digotin; “Te çima musade kir Kurd dengên xwe bidin partiya te, emê musade nekin Kurd dengên xwe bidine we, an tu yê werî tifaqa meya dijber Kurd, an jî tuyê werî linç kirin”.

Di wan peyaman de gelek gelek zelale ku êrîş bi tesedufî pêknehatiye. Û di “Tifaqa Tirkiyê” ya Erdogan de Kurd û HDP tune ne. Diyare ku armanca avakirina “Tifaqa Tirkiyê” ne ji bo pêkanîna aştî û aramiya Tirkiyê ye armanc rizgarkirina saltanata Erdogan e.

Wisa xwiya dike ku Erdogan careke din di xefleteke mezin de ye. Kesekî hindik aqil pêre hebe dizane tifaqa ku Kurd têde tunebin biser nakeve û dawî li qeyranên Tirkiyê nayê. Tifaqa Tirkiyê ya ku Kurd têde tunebin wê bibe sedema têkçûyina Tirkiye.

Di vir de ya girîng sekn û biryardariya Kiliçdaroglu ye. Heke di sekna xwe ya pêşengiya eniya muxalîf de israr bike wê dawî li desthilatdariya AKP-MHP’ê bîne û dahatûya civakên Tirkiyê ronî bike. Heke daxwaza Erdogan qebûl bike û di tifaqa wî de cih bigre, wê Erdogan ji têkçûyinê rizgar bike, temenê desthilatdariya AKP-MHP’ê dirêj bike û dahatûya komara Tirkiye û civakên Tirkiyê reş û tarî bike.

Kiliçdaroglu heke careke din ji “werdeka qop” re bibe çogan wê dîrok wî efû neke.